Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Helebceyiyan nerazîbûn nîşanê alîkariya hikûmetê dan

Alîkariya ku ji aliyê Wezareta Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêmê ve ji bo parêzgeha Helebceyê hatibû şandin, gelek kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hebûn, sûd jê negirtin. Ji ber vê çendê jî bi xwere nerazîbûn anî. Rêveberê Çavdêriya Geşepêdana Civakî ya Helebceyê jî eşkere kir piraniya kesên kû alîkarî wergirtin, rewşa wan ya darayî baş bû û pêwîstiya wan bi alîkariyê nebû

Navenda Nûçeyan

Dema ku em çûn ber Banka Helebceyê qerebalixiyek pir zêde hebû, bi hezaran navên ku bi dîwarên bankê ve hatibûn hilawistin, jin û zilam tev bihere her kes li pey dîtina navê xwe bûn, ji bo 100 hezar dînarê ku hikûmetê şandiye wergirin.

Di meha Tîrmehê de Wezareta Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêmê, bi rêya formek li tevayî bajaran navên malbatên hejar hatin nivîsandin daku alîkarî bi wan re bikin. Divê çarçoveyê de ji bo her malbatek 50 kîlo birinc, 10 bîdonên zeytê û 100 hezar dînar hatin dayîn.

Li sinorê parêzgeha Helebceyê navê nêzî 10 hezar malbatan di forma alîkariyê de hatibûn tomarkirin. Ji vê hejmarê jî 5 hezar û 500 kesan sûd ji alîkariya 100 hezar dînarî wergirtin. Gelek welatî jî alîkarî negihiştinê. Welatî diyar dikin ku li cihê wan de kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê nebûn û rewşa wan ya aborî baş bûn, sûd ji vê alîkariyê wergirtin.

Welatiyê bi navê Heme Emîn Ebdulkerîm ku navê wî ji aliyê wezaretê ve nehatibû şandin, bi dilek xemgîn diyarkir ku gelek kesên ku navên wan hatine, muçexwerin û kesên dewlemendin.

Welatiyê bi navê Xalid Mehmud jî navê xwe tomarkiribû lê navê wî jî nehatibû şandin, da zanîn kesên ku navên wan hatine hilawistin piraniya wan muçexwerin û di warê darayî de rewşa wan li gorî ya xelkê deverê başin. Xalid Mehmud got, di diyarkirina navan de ferq û cûdahî hatiye kirin û kesên berpirs navên xizmên xwe nivîsandine.

Têkildarî mijarê Rêveberê Çavdêriya Geşepêdana Civakî ya Helebceyê Salar Fetah ji Rojnews’ê re axivî û diyarkir, alîkariya ku tê belavkirin li seranserî Herêmê li gorî rêjeya şêniyên bajaran tê dayîn. Salar destnîşankir ku alîkarî ji bo kesên ku dahata wan ya mehane nagihe 300 hezar dînar tê dayîn.

Salar Fetah jî diyarkir navê hinek kesên ku di listeyê de hene, rewşa wan ya darayî başe û wan jî lîste li gorî zaniyariyên ku ji wan re hatine ragihandin, amadekirine.

Ji ber qeyrana darayî asta hejariyê li Herêma Kurdistanê bi awayek berbiçav zêde bûye, rêjeya bêkariyê jî gihiştiye nêzî ji sedî 20.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar