Hat ragihandin ku helîkoptêra leşkerî mezraya Bateyt a dikeve navbera navçeyên Licê û Hênê gulebaran kirin
Hat ragihandin ku helîkoptêra leşkerî vê sibehê derdora mezraya Bateyt a dikeve navbera sînorê navçeyên Licê û Hênê yên Amedê gulebaran kir. Nehat zanîn ku di encama gulebaranê de kesek jiyana xwe ji dest daye yan na û xisarek madî pêk hatiye yan nehatiye. AMED