Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameyek taybet a Medya Haberê de bi wesîleya salvegera komujiya Parîsê nirxandin kir, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi bîr xist. Hêlîn Umît, anî ziman ku dewleta tirk ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelê cîhanê pirsgirêk e, xwedî karekterekî qirker e û got ku komkujiya Mereşê, komkujiya 19’ê kanûnê ya li girtîgehan, komkujiya Roboskî û komkujiya Parîsê nîşaneya vê yekê ye.
Nirxandina Hêlîn Umît bi vî rengî ye: “Destpêkê ez berxwedana Îmraliyê silav dikim. Em tên dawiya salekî. Di sala 2023’yan de di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd de, berxwedaneke mezin hat destpêkirin. Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê ji vê berxwedanê re bû çavkanî. Di vî warî de em salekî diqedînin û dikevin salekî nû de. Ez sala nû li Rêber Apo pîroz dikim.
Sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê bi hemû giraniya xwe dewam dike. Lewma sala 2023’yan di rastiyê de bû saleke bi vî rengî. Yanî li dora pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” pêş ket. Ev stratejî û nêzîkatiyeke rast bû. Hem ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û hem jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di vê çarçoveyê de em pêngavan pêş dixin. Weke qonaxeke girîng a pêngava Dem Dema Azadiyê ye, dostan pêngaveke nû dan destpêkirin. Gotin ku ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re statu. Ev gelekî bi wate bû û weke merasîmeke vê, 10’ê kanûnê li seranserê cîhanê roja xwendina fikrên Rêber Apo lidar xistin. Ev gelekî bi wate û bi nirx bû. 10’ê kanûnê di heman demê de roja mafên mirovan e. Her kesê fikrên Rêber Apo bi kelecanî xwend û anî ziman. Divê mirov vê bidomîne.
Divê kurd bixwînin û bikin pratîk
Belê, li gelek deverên cîhanê hatin xwendin. Lê li Kurdistan, Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn ev yek têra xwe çênebû. Mîna ku tiştek bi vî rengî heye; ji xwe Rêber Apo mirovê vê erdnîgariyê ye, ji xwe yê me ye, ji xwe ji nava me derketiye, em dizanin û fêm bikin. Bi vî rengî tiştekî jiberkirî heye. Teqez ne rast e, şaş e. Paradîgmaya Rêber Apo bi yek carê xwendinê, nayê fêmkirin; hingî ku em dixwînin, li ser lêhêrbûn dikin û kûr dibin em dibînin ku gelek astên wê hene. Em weke mîlîtanên vê paradîgmayê, hema bibêje her sal carekê parêznameyan dixwînin. Timî nirxandinên Rêber Apo dixwînin. Her tim jiyana Rêber Apo nîqaş dikin. Hewl didin encaman derxînin. Em xwe wisan perwerde dikin, xurt dikin, hewl didin bi vî rengî bijîn û her carê jî em ji hev dû re wiha dibêjin. Dibêjin ku me ev xwendibû, lê ev yek me nedîtibû. Mesele di parêznameyan de tiştek wiha hebû. Me çawa ev nedît, mesele çima me wiha fêm nekir? Hingî ku zihnê mirov pêş dikeve, şêwazê lê meyzekirinê tê guhertin, cihê ku tu lê dinêrî tê guhertin. Paradîgmaya Rêbertî mîna behrekî ye. Lewma divê di serî de civaka Kurd gelên herêmî jî di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo, cîhana wî ya hizirînê û şêwazê wî yê jiyanê de lêhêrbûn bike û xwe perwerde bike. Lê helbet ev jî têrê nake. Mesele em bêjin ku li aliyekî din ê cîhanê ji bo gelan, mirovan, rewşenbîran û entelektuelan fêmkirina Rêber Apo bi wate ye û bi nirx e. Lê ji bo mirovê me yê herêmê, bi taybetî ji bo Kurdan tenê fêmkirin têrê nake, fêmkirin pêkanîn e. Ya din jî divê mirov pratîka vê paradîgmayê, yanî pratîka sîstema fikirînê ya Rêbertî derxîne holê. Eger em Rêber Apo weke rêbertî qebûl dikin, jê hez dikin, wî rast dibînin, em dikarin Rêbertiya xwe fêm bikin, di pratîkê de bibin nûnerê wî û xwedî li wezîfeya xwe derbikevin.
Li Îmraliyê meseleya cezayên disiplînê hîna di rojevê de ye û di rastiyê de em têra xwe refleksê li hember nîşan nadin. Serlêdanên parêzeran dewam dikin. Serlêdanên malbata Rêbertî û hevalên din ên li Îmraliyê, dewam dikin. Lê belê ev nêzî 3 sal in tecrîdeke mutlaq heye. Bi rastî jî têgeha tecrîdê kêm dimîne. Statuyeke dîlgirtiyan, statuyeke dîlgirtiyan li dijî Rêbertî tê pêkanîn. Di rastiyê de bi vî rengî êşkence li gelê Kurd tê kirin.
Yek ji erkdarên CPT’ê daxuyanî dabû Ozgur Polîtîkayê. Ev rayedarê ku tê behskirin, beriya 3-5 salan wezîfe kiriye yanî bi Rêbertî re hevdîtin kiriye. Şert û mercên Rêber Apo şopandiye. Dibêje rewşeke ku teqez mirovek nikare lê bimîne. Niha ev qas dem li ser derbas bû û muameleya êşkenceyê hîn zêdetir bû. Tecrîd û îzolasyona Îmraliyê giran bû û ev jî niha hatiye rewşa sîstema qirkirinê. Di rewşeke wiha de divê em ji dervey azadiya Rêber Apo tiştekî din nîqaş nekin. Polîtîkayeke dewleta Tirk heye ku dixwaze me mehkûmî hevdîtinekî bike. Ji vir û şûn de weke gel û tevger em ji dervey azadiya Rêbertiya xwe divê tiştekî din qebûl nekin. Divê gelê me hemû modelên xwe yên çalakiyê li gorî vê rêxistin bike, li gorî vê tevlî pêvajoyê bibe û çalakiyên xwe li ser vî esasî rêxistin bike. Ez bawer im ku gelê me hîn zêdetir dikeve ferqa vê de. Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ew nikare nefesê bistîne. Têkîliyeke cewherî ya bi vî rengî heye. Li ser vî bingehî ez her kesê ku beşdarî kampanyayê bûye û ji bo pêşketina kampanyayê li der deverê di nava berxwedanê de, car din silav dikim û serketinê dixwazim.
Tişta ku siyaset û aboriya Tirkiyeyê diyar dike, yanî tişta ku tevahî rastiya Tirkiyeyê diyar dike şer e. Şerê qirkirinê yê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin jî gelekî diyarker e. Di heman astê de têkoşîna li dijî vî şerê qirkirinê jî gelekî diyarker e. Yanî ya rastî di bingehê de ev yek heye. Bêyî berxwedan û helwesta li Îmraliyê ti kes nikare siyaseta Tirkiyeyê binirxîne. Girêdayî vê yekê ye. Li Tirkiyeyê feraseteke wiha ya şaş a demokrasiyê tê afirandin û mîna ku di çarçoveya pergaleke demokratîk de siyaset tê kirin, mirovan dixapînin. Yanî weke ku tiştekî wiha heye. Li Tirkiyeyê her tişt wisa ye. Mezintirîn tişta ku siyaset û geşedanên li Tirkiyeyê diyar dike, şer e û ev rewş 8 sal in bi vî awayî berdewam dike.
Hevkariya bi AKP’ê re li dijî kurdan e
Van heyeman salvegera tekoşîna xwerêveberiyê ye. Taybet ez şehîdên me yên Cizîrê bi bîr tînim. Ev xaleke şikestinekê bû, mînak niha cîhan li ser şerê Xezeyê sekiniye. Lê belê beriya 8 salan Tirkiye bajar û taxên di nava sînorên xwe de bombebaran kirin, zarok kuştin, cenazeyên dayikên ku kuştin li erdê derve hiştin, mirov di bodrûman de şewitandin. Nîşan da xwedî rastiyeke bi vî rengî ya qirkirinê ye. Pêngava yekem ya plana rûxandinê, li bajaran derxistina şerekî wiha bû. Rûyê xwe yê qirker bi vî awayî nîşanî me da. Mirov dikare behsa AKP’yeke cuda ya beriya sala 2015’an bike. AKP’yeke ku hê dewlet tam ne di bin kontrola wan de, hê jî di nava dewletê de ji bo ku hêza xwe nîşan bide têdikoşe. Lê belê piştî wê her Kurdê ku bi AKP’ê re hevkariyê bike, teqez Kurdekî li dijî nasname, hebûn û rûmeta xwe ye. Ez dikarim vê yekê bi rehetî bibêjim. Ev ji bo îro jî derbasdar e. AKP’ê dixwest dewletê bi zîhniyeta xwe ya komploger bi dest bixe û li dijî Kurdan polîtîkayeke şerê taybet dihat meşandin. Lê belê piştî sala 2015’an biryar da ku faşîzmeke tund, dîktatoriya yekzilamî û ger hewce bike qirkirina Kurdan di asteke fîzîkî de pêk bîne. Ji wê rojê heya niha di 8 salan de gelek merheleyên şer çêbûn. 8 salan şer di heman astê de berdewam kir. Ev 2 sal in planên dagirkeriyê xwe eşkeretir nîşan didin. Niha rojev li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tasfiyekirina gerîla sekiniye. A rastî ew di vê çarçoveyê de nêzî sala 2023’yan bûn. Lê belê bi ser neketin.
Herî dawiyê hevalekî ku ji baregeha Navenda Parastina Gel ev yek anîn ziman. Dijminî di sala 2023’an de planeke wiha hebû, lê belê bi ser neket. Bi rastî jî wisa ye. Lê belê helbet wisa jî pêk nehat. Me jî nekarî bi temamî em wan ji vê yekê vegerînin. Rastiyeke wiha jî heye. Yanî şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike û ev yek bandoreke mezin jiyana civakî dike. Bo nimûne bandora wê ya li ser aboriyê pir cidî ye. Li Tirkiyeyê hema bibêje piraniya mirovan di asta birçîbûnê de yan jî zêde deyndar in.
Rastiya Tirkiyeyeke wiha derketiye holê. Hema bibêje li Tirkiyeyê her kes deyndar e. Lê niha çi dikin? Bi operasyonên şerê taybet rojevê diguherînin. Ji bo balê bikşînim li ser aboriyê min behsa vê yekê kir.
Aboriya şer
Weke mînak mijara Dîlan Polatê, aha bi vî rengî li Tirkiyê ji nişka ve komeke dewlemendên derewîn derxistin holê. Niha li ser wê operasyonan dikin. Mînak li rêzeoperasyonên Wezareta Karên Hundir binêrin. Her roj operasyon hene. Her wekî ku ev 25 sal in yekî din Tirkiye bi rê ve biriye. AKP’ê bi xwe ev yek derxist holê. Em qala rastiya Tirkiyeyê dikin ku ev 25 sal in alîkariya hemû rêxistinên sûcan dikin, bi wan re tev digere û hêzê dide wan, bi vî rengî Tirkiyeyê dikişîne nava tarîtirîn serdemê. Li Stenbolê mafyayekî Çînî hat binçavkirin! Ez nizanim. Komeke Kolombiyayî ya tiryakê. Rêveberiya AKP’ê bi xwe van yekan diafirîne.
Ev hemû ji bo aboriya şerî ne. Ji bo ku her cûre şerî bimeşîne, ev yek kir. Niha jî operasyonan dike xwe wekî wekî ku pergal û hiqûqê diparêze nîşan dide. Yanî hikûmeteke ewqas rezîl û tarî ye. Çend rojan beriya niha hevalek diaxivî û digot em bûn şahidê gelek hikûmetên Tirkiyeyê. Yanî em weke PKK’ê me gelek hikûmet hilweşandin. Ev hikûmeta AKP’ê herî zêde li ser desthilatdariyê ma. Ew jî ya rastî bi derewa ku ez dê pirsgirêka Kurd çareser bikim, ma. Tevahiya hikûmetên li Tirkiyeyê, ango ji CHP’ê û hemû partiyên ji sala 1923’an heya niha xwedî blokeke komploger in. Ev yek li gel hemû hikûmetên komarê heye. Lê belê hikûmeta AKP û MHP’ê rewşa vê yekê ya herî zêde û saf e. Desthilatdariya ku herî zêde polîtîkayên şerê komploger, û şerê taybet pêş dixe hikûmeta AKP û MHP’ê ye, AKP ye.
Ne tenê li dijî Kurdan, ne tenê ji bo şerî bidomînin jî… Lê binêrin, sermayeya îslamparêz di nava AKP’ê de zêde xurt bûye. Dest danîn li ser dewlemendiyên Tirkiyeyê. Ji bo ku vê yekê bidomînin, tim bi çîrokeka şerî Kurdan weke tehdîdekê di rojevê de dihêlin û civaka Tirkiyeyê bi vî rengî dixapînin û zindî dihêlin.
Bi mezinbûna cemaetan re demokrasî qels bû
Di rastiyê de rehenda civakî gelek berfireh e. Mînak qada perwerdehiyê. Niha çi di rojevê de heye? Mînak ciwanên Kurd. Ji bo ku dernekevin çiyê, bi awayekî vekirî hevkariya ku bi tarîkatan re pêk anîn eşkere kirin. Wezareta Perwerdehiyê di axaftina xwe ya li meclîsê de got, “Em ji wan re dibêjin STK.”
Rêbertî di nirxandinên xwe de ji bo cemaetan pênaseya beşên civakî yên dervî dewletê dikir, mîna civakên sivîl mirov dikare bigire dest. Tarîkatên ku li hemberî dewletê bi mesafene û polîtîk nebûne, mirov dikare mîna rehendeke demokrasiyê bigire destan. Lê belê di serdema AKP’ê de yanî olperestî û neteweperestî bi statûperestî û dewletê re ewqasî bi hev ve hatin girêdan ku, aliyê wan yên paqij, aliyê wijdanî yan jî pîvaneke exlaqî nemaye. Ji ber vê yekê nerazîbûn heye. Divê hem komên bawerî û hem jî rêxistinên din ên sivîl mesafeya xwe ya li hemberî dewletê biparêzin. Yekîtî û komele ger wisa bin dê bibin hêmanên demokrasiyê. Lê ger ne wisa bin wê li ser esasê berjewendî bihelin û tine bibin. Ji ber vê yekê Wezareta Perwedehiyê bi awayekî eşkere dibêje ji bo ciwanên Kurd dernekevin çiyayan, ew piştgirî didin van tarîkatan.
Ji xwe van tarîkatan esasên ramanên Îslama siyasî ava dikin, navendên xwe avakirinê ne. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê tarîkat gelek bi hêz bûna. Ez dixwazim balê bikişînim ser mijarekê. Gotinê Wezareta Perwerdehiyê, gotinên Waliyê Sêrtê ya berî vê bi demek ku gotibû, li cihê ku derdikevin ser çiyê bila herin laşê xwe bifiroşin tîne bîra mirov. Ji bo zarokek 13 salî vî tiştî gotibû. Ji bo ku ciwanên kurd rastiya xwe, hebûna xwe, nasnameya xwe, rûmeta xwe û azadiya xwe nasnekin her tişt dikin. Ev bûyerek gelek qirêj e. Ji bo pêşî li ciwanan bigirin her rêbazê bikar tînin. Li ser vî esasî ez bang li civaka Kurd dikim. Bila baldar bin. Zarok wiha nayên parastin. Ez malbatên me rexne dikim, em wan qebûl nakin. Divê civaka me, civaka Kurd, civaka Tirkiyeyê li ber xwe bidin, an jî ji bo rûmeta xwe rabin ser piyan. Tu eleqeya wê bi me re nîne. Rêxistinbûna me ya civakî ya kevneşopî bi vî awayî nabe ku belav bibe.
Em malbata neteweperest a bi navê malbata klasîk rexne dikin. Ji ber ku di pêkhateyên malbatê yên neteweperest de, mêrtiya serdest û jinbûna kole tê hilberandin. Ew ne wekhev e. Ji ber vê em teoriya hevjîniyê diparêzin. Em destnîşan dikin ku divê modela malbatê ya li ser bingeha jiyana hevpar bê pêşxistin. Lê em dizanin ku malbat ji destpêka pêkhatina hebûna civakî heta niha heye. Eşîr jî malbatek bû. Di vê wateyê de malbat di hebûna civakê de her tim hebûye û dê her hebe. Malbat ne saziyek e ku were derbas kirin, lê saziyek ku divê demokratîk bibe ye.
Nêzîkatiya me li ser vê bingehê ye. AKP-MHP’ê derdikevin û li dijî me propagandaya reşkirinê dikin, dibêjin em malbatê red dikin, komunît in, ateist in. Di rastiyê de ne wisa ye. Ji ber ku civaka me me nas dike, em naxwazin van mijaran dubare bikin. Lê dîsa jî dixwazim balê bikişînim ser vê mijarê. Nêzîkatiyek me ya wiha nîne, lê em modela malbatê ya heyî lewaz dibînin. Îcar wek mînak, Rêberê me herî zêde çi rexne kir? Digot zarokên ku ji vê modela malbatê derketin azad nebûn. Dê û bav rexne dikir. Digot, “Zarokên ku hûn mezin dikin bi xurtî nikarin şer bikin. Ew nikarin xwedî li hebûn û nasnameya xwe derkevin.” Divê ev rexne cihê xwe di rojevê de biparêzin. Niha bêtir lîstik hene. Niha bêtir tevlihevî heye. Bi dîtina van rastiyan, divê em li dijî van polîtîkayan bisekinin.
Bêkurdkirin
Mijareke din jî koçberî ye. Siyaseta derxistina ji Kurdistanê heye. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê. Li çar parçeyên Kurdistanê ev yek tê meşandin. Bi şer hewl didin vê bikin. Dixwazin şer bi xwe bikin sedemê koçberiyê. Dixwazin wiha civaka Kurd mahkûmî çi bikin? Dixwazin Kurd di nava sînorên ajoyê de tenê di warê biyolojîk de hebûna xwe bidin berdewam kirin. Ev mijarek gelek paşverû ye. Civaka ku rastî qirkirin û şer tê û di bin metirsiya qirkirinê de ye çawa xwe di warê biyolojîkî de zindî bihêle? Li ser civaka Kurd her tim navendên qirkirinê van lîstikan dilîzin. Divê jiyan were bi wate kirin. Bi berdana warên lê jidayikbûnê, warên ku zaroktî û bîranîn lê hene, jiyana wate ava nabe. Lê dewleta Tirk ji bo valakirina Kurdistanê bi taybetî ji bo komên berxwedêr derkevin hin deriyan vedikin. Ji bo ku ciwanên Kurd derkevin dervî welat hin xebatan dikin. Tenê ji bo li Kurdistanê mirovên li ber xwe didin nemînin. Û xetên sînor. Ya ku em jê re dibêjin xeta sînor. Dixwazin çeteyên xwe yên hevkar li ser xeta sînor a Rojava, xeta sînorê Îran-Rûsya, li ser beşa Serhatê bi cih bikin û Kurdan ji holê rakin.
Kurd bi hezaran sal in li vê erdnîgariyê dijîn. Taybetmendiya herî bingehîn a Kurdan ew e ku çiqas êrîş û şer lê hatibe jiyîn jî gelê herî kevn e ku ji vê erdnîgariyê derneketiye. Ji ber ku yên li vê erdnîgariyê şoreşa neolîtîk pêk anîne ev gel e. Yê ku yekemîn şoreşa jinê pêk aniye ev gel e. Loma jî ji herêmê dernakeve. Dewleta Tirk nekarî vê jî bi dest bixe. Bi rastî ev projeyek sed salî bû. Armanca wê ew e ku hin deveran ji kurdan vala bikin.
Bi kurtasî ez dixwazim vê yekê ji ciwanên Kurd re bibêjim, dev ji welatê xwe bernedin. Li her cihê ku lê ne divê ji xwe bawer bin. Divê baweriya xwe bi hêzên kurd bînin. Bila bi wê jixwebaweriyê têbikoşin. Bila xwe biparêzin. Her kes dikare xweparastinê bike. Xweparastin ne tenê karê gerîla ye. Her zindiyek xwedî fonksiyonek wiha ye. Heyînên ku weke me bûne mirov xwedî asteke pir bilind a xweparastinê ne. Ji ber vê bi teknîka dijmin ya ku dide pêş divê neyên xapandin. Teknîka herî mezin mirov e. Teknolojiya mîna mirovan hîn derneketiye holê. Loma jî em wek mirov baweriya xwe bi hebûna xwe bînin, baweriya xwe bi însaniyeta xwe bînin. Li ser vê bingehê ez bang li ciwanan dikim ku li ser esasê azadiya Rêber Apo parastina Kurdistanê bikin û serkeftinê bi dest bixin.
Êrîşa li hemberî Şêx Seîd operasyoneke şerê taybet e
Li ser Şêx Seîd êrîşên MHP’ê hene. Li hemberî vê jî Huda-Par derdixîne pêş. Em nebêjin Huda-Par, em bêjin Hîzbulkontra çêtir e. Ne pêkan e ku ew xwedî li Şex Seîd derkevin. Sedema van êrîşan ev e; Dixwazin bandora têkoşîna me ya azadiyê bişikînin. Nirxandinên Rêber Apo yên li ser Şêx Seîd hene, nirxandinên Tevgera me jî hene. Piştî avakirina Komarê, komplo û îxaneta li dijî kurdan, bi komplo û xiyaneta li Şêx Seîd re hat destpê kirin. Ji ber vê yekê ji wê rojê heta îro berdewam dike. Wek hûn jî dizanin roja komploya li dijî Rêber Apo 15’ê Sibatê ye. Heman dîroka komploya li dijî Şêx Seîd e jî. Şêx Seîd di 29’ê hezîranê de hat darvekirin. Cezayê ku li Rêbertî hat birîn û pêkanîn jî di 29’ê Hezîranê de ye. Ji ber ku em têdikoşin. Ji ber vê jî niha hewl didin vê bi demê re pêk bînin. Şêx Seîd yek ji pêşengên civaka kurd e. Di nava civakê de kesayetek navdar û tê hezkirin. Ew kesekî ku bi nasnameya xwe ya kurdewarî tê naskirin e. Ji ber vê êrîşa li hemberî Şêx Seîd operasyoneke şerê taybet e.
Xwedîderketina zindanan a li Rêber Apo
Beriya her tiştî bê guman ez hevrêyên li zindanê bi hezkirinê silav dikim. Ne pêkan bû zindan li dervî pêngavek wisa bisekiniya. Ji demên destpêkê yên têkoşîna me heta roja îro… Berxwedana sala 1982’an di dîroka têkoşîna me de ji xwe cihekî gelekî girîng e û ji hingî ve zindan her tim bûn keleha berxwedanê. Her tim ji bo civaka me, civaka Kurd bûye navenda moralê. Îradeya azadiyê û têkoşîna azadiyê her tim ew polîtîkayên dijmin, tine kirin. Rola xwe ya herî girîng di pêvajoya komploya navneteweyî de bi çalakiyên “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” lîstin. Li tevahî zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê li ser esasê xwedîderketina li Rêber Apo zindan veguherîn qadên berxwedanê ya mezin. Niha jî hevrêyên me di nava biryardariyek wiha de ne.
Ez her kesî vedixwînim ku cidî nêz bibe. Li pêşberî zindanan ez bi taybetî dijmin, dewleta Tirk vedixwînim ku cidî be. Berxwedana hevrêyên li zindanê ne henek e. Ji ber ku mirov bi bedena xwe li ber xwe dide. Ji ber vê yekê ne mîna qadeke din e.
Lê ez dixwazim balê bikşînim ser vê mijarê. Hevrêyên li zindanan ji bo xwe dest bi çalakiyek wiha nekirine. Demeke dirêje li zindanan binpêkirinên mafan, dijmin hewl dide derfeta jiyanê teng bike, tecrîd heye, hevrêyên wan di girtîgehên tîpa S, F û M’yê de girtî ne. Ji bo van mijarên ku hatine ziman hevrêyên me dest bi grevê nekirine. Neketin greva birçîbûnê. Ji ber vê yekê gotin, dibe ku em birçî bimînin, zehmetiyên me jî hebin, lê ev parçeyek ji têkoşîna me ye. Li ber dijmin serî netewandin.Hevrêyên li zindanê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk dest bi grevê kirin. Bi temamî ji bo sedemên civakî, sedemên siyasî di grevê de ne. Li derve jî ji bo van çalakiyan piştgirî hene. Divê hêj bêhtir di vê eksene de pêş bikeve.
Parastina ji şerê taybet
Belê, em fêm dikin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê zexteke mezin heye. Dewleta Tirk rasterast qedexe dike her tişt. Mînak, ji bo tevlîbûna çalakiyên xwedî derketina li Rêber Apo dibe ku zehmetî bijîn. Lê belê dîsa jî divê em bi israr bin. Ev maf bi qasî şîrê dayikê helal e. Heq û rewa ye ku gelê Kurd ji bo Rêber Apo çalakiyan lidar bixin. Ji ber vê yekê divê her kes karibe bi awayekî vekirî xwedî li Rêber Apo derkeve. Divê bikaribe çalakiyên vekirî yên xwedîderketinê pêk bîne. Ji bo vê jî bi qasî pêwîst bike divê berdêl bên dayîn. Eger ev biryardarî pêk were, li dijî dewleta Tirk a ku di serdemeke gelekî qels re derbas dibe em ê bi ser bikevin.
Gelek tişt di bin bandora şerê taybet de ne. Mînak weke ku, em çi bikin jî ev dewlet naguhere, tiştek nake derdikeve holê. Şerê taybet encamek wiha dertîne holê. Pir girîng e ku mirov bi serkeftinê bawer bike û sekin, çalakî û rêxistinbûna xwe ji xwe re bike çavkaniya serkeftinê. Civaka Kurd di vî warî de xwedî tecrûbe ye. Tenê bikaribe bikeve tevgerê û rojeva xwe rast diyar bike. Ev berxwedana zindanan û çalakiyên li derve yên li ser vê eksene pêş dikevin jî firsendê dide. Ez careke din hemû dayik, jin, extiyar û ciwanên me yên beşdarî van çalakiyan bûne silav dikim. Ez ji we re serkeftinê dixwazim. Divê xwedîderketinek mezintir û bi hêztir çêbe.
Em ê hesabê hemû komkujiyan bipirsin
Di serî de ez hevrê Evîn, Mîr Perwer û Abdurrahîm Kizil bi rêzdarî bibîr tînim. Bê guman gelê kurd ên li Ewropayê ji bo şermezarkirina vê komkujiyê amadekariyên cidî dikin. Di 23’ê mehê de dê çalakiyek şermezarkirinê ya mezin pêk bînin.
Bi komkujiya yekemîn a Parîsê re, yanî bi qetilkirina hevrê Sakîne di 9’ê Çileyê de, pêvajoyeke nû destpê kir. Yanî MÎT’a tirk eşkere kiribû ku li derveyî sînorên xwe veguheriye hêzeke operasyonê û dê ne tenê pêşengên gelê Kurd û wekîlên wan, her wiha welatparêzên pêşeng jî bikin hedef.
Rêbertî wiha gotibû, “Ha gule li Sakîneyê xistin, ha li min xistin e.” Hevrê Evîn jî yek ji kadroyên me yên pêşeng bû. Dema tê gotin komkujî, qirkirin yekser hejmara mirovan tê girtin dest. Ew xelet e. Li vir mirovahî tê qetilkirin. Mirovên ku têkoşîna azadiyê ya gelan dimeşînin li nava kolanan tên qetilkirin. Ev yek ji bo mirovatiyê pirsgirêkek e. Dewleta tirk ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelê cîhanê pirsgirêk e, xwedî karekterekî qirker e. Komkujiya Mereşê, komkujiya 19’ê Kanûnê ya li girtîgehan, komkujiya Roboskê û komkujiya Parîsê nîşaneya vê yekê ye. Ez dikarim bêjim ku em ê hesabê hemû komkujiyan bipirsin.