Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hêlîn Umît: Divê her kes bi erka xwe rabe

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît li ser êrîşên heyî axivî û got: "Êrişên îmhayê yên li her devera Kurdistanê ji bo teslîmgirtina kurdan e. Hebûna mêtingeriyê hinceta serhildanê ye. Hezkirina welat bi parastinê dibe. Divê her kes bi erka xwe rabe."

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû, êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk, hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re û têkoşîna li dijî êrişan nirxand. Hêlîn Umît diyar kir ku dema ew rewşa konjonkturî, rastiya cîhanê, şerê cîhanê dinirxînin, hingî tê dîtin ku dewleta Tirk van planên êrişê bi tena serê xwe nake û got: “Yê ku vê plansaziyê dike NATO ye. Êrişên sala derbasbûyî jî, yên îsal jî ji ailyê wan ve hatin plankirin.”

Ji bo fêhmkirina êrişên heyî Hêlîn Umît destnîşan kir ku divê di nava rastiya Şerê Cîhanê yê 3’emîn de bê nirxandin û anî ziman, ku êrişên têne kirin ji rêzê nînin.

Umît ragihand, ew bi hişmendî, hest û biryardariya azadiyê ya 50 salan li dijî êrişan têdikoşin û wiha dewam kir: “Em vê carê dixwazin ku bi pêşengiya gerîla bi gelê xwe re ber bi serketinê ve bimeşin. Ev îrade, hêz û hişmendiya me heye. Dijminê li hemberî me dixwaze pêşî li vê bigire. Êrişên tunekirinê jî di vê çarçoveyê de dixwaze dewam bike. Em bala xwe bidinê; ji aliyekî ve êrişî Avaşîn, Zap û Metînayê dike, bi taybetî jî Avaşîn û Zapê, li aliyê din jî li Şengalê artêşa Iraqê dikeve dewrê. Her wiha li aliyekî jî êrişî Kobanê dikin. Li Bakur jî bi rengekî cuda dixwazin êrişên qirkirinê dewam bikin. Konsepteke bi vî rengî ya giştî ye.”

Hêlîn Umît anî ziman ku armanca destpêkê ya êrişan PKK ye û wiha got: “Divê gelê me û derdorên pêwendîdar rast fêhm bikin. Hêzên navneteweyî û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê çima destpêkê dixwazin PKK’ê tasfiye bikin? Ji ber ku yekane hêza netewebûna demokratîk a Kurd temsîl dike PKK ye. Hêza ku li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe, parçebûna ku beriya 100 salî li ser Kurdistanê hate ferzkirin ji holê rakir, PKK ye.”

‘PKK Yekîtiya Neteweyî temsîl Dike’

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê destnîşan kir ku hêza esasî ya ku li Kurdistanê ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî temsîl dike PKK ye û ev tişt anî ziman: “Ev yek di nava gel de pêk aniye. Weke tevger, dema derbasbûyî PDK jî di nav de ji bo di nava rêxistin û partiyên si yasî de yekîtî pêk were me gelek fedakarî kir. Me gelek caran bang kir. Ji bo kombûna kongreya neteweyî ya Kurdan di serî de Rêberê me, me plansazî amade kir, bername destnîşan kir û bang kir. Lê xwe nedan ber vê yekê. Ev yek nehatibe kirin jî di nava gel de yekîtiya neteweyî ya Kurd di şexsê PKK’ê de hatiye pêkanîn. Her Kurdekî bi wijdan, dilsozê rastiyê li pêşberî PKK’ê bi hurmet e, hêzê jê werdigire, li ku dibe bila bibe hêzê ji hebûna wê werdigire. Li hemû parçeyan rewş bi vî rengî ye. Li her devera cîhanê ji bo Kurdan rewş bi vî rengî ye. Dema ku têkildarî Kurdistanê bûyerek diqewime eger ji Çînê heta Emerîkayê, ji Îngilistan heta Japonyayê refleks tê nîşandan ev yek bi saya hişmendî û hevparebûna ji aliyê PKK’ê ve hatiye afirandine.”

‘PDK bi rola herî nebaş radibe’

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît işaret bi hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re kir û ev tişt got: “Di demên herî krîtîk de PDK di şexsê malbata Barzanî de her tim piştgirî da dijminên Kurdan. Divê ev yek baş bê zanîn. Herî kêm li hemberî têkoşîna me xwedî roleke bi vî rengî ye. Her tim berjewendiyên malbatî di ser berjewendiyên Kurdistanê re dîtine. Ji wan tê ku bêjin, ‘Hûn tevgereke Bakurî ne. PKK tevgera Bakur e. Biçe li Bakur şer bikin, li vir çi karê we heye?’ Me ti carî xwe bi vî rengî nenirxandiye. PKK’ê ti carî parçebûna gelê Kurd di mejî û ruhê xwe de qebûl nekiriye. Vê parçebûnê weke xençerekî li bedena xwe hatiye xistin nirxandiye û ji destpêkê ve red kiriye.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku PDK bi rastî jî di dîroka Kurdistanê de bi rola herî nebaş radibe û wiha axivî: “Di êrişên 17’ê Nîsanê de jî ev rastî eşkere bû. Eger PDK’ê rê nedabûya mêtingeriya Tirk û êrişên artêşa Tirk wê artêşa Tirk ti carî nikarîbûya biketa Başûrê Kurdistanê. Wê rewa nebûya. Xwe dispêre kê û vê dike? Êriş bêguman ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve tên kirin. Mejiyê qirker mêtinger ê li Tirkiyeyê vê dike. Ew dijmin e, dijminatiya xwe dike. Hêzeke ku êrişî hebûn û azadiya gelê Kurd dike. Malbata Barzanî di vê demê de jî nîşan da ku ew hevkariyê bi hêzeke wiha re dike û xiyanetê temsîl dike.”

‘Divê Başûr vê deqa reş ji ser xwe rake’

Hêlîn Umît bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Li Başûr çanda pêşmerge heye. Pêşmerge hêzeke ku demekê li dijî zilma Saddam li ber xwe da. Rehekî wiha ava bû. Lewma jî cewhereke xwe ya welatparêiyê heye di nava gelê me yê Başûr de. Tevgera me bang li wan kir. Careke din dixwazim dubare bikim; divê vê deq a reş ji ser xwe rakin. Divê nerazîbûna xwe li hemberî malbata Barzanî bilind bikin.”

‘Hezkirina welat bi parastinê dibe’

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît ji bo gelê Kurd bi taybetî jinên Kurd jî ev peyam da: “Hezkirina welat bi parastina welat dibe. Gotina ji welat hez dikim, ji nasnameya welat hez kirim, ji Kurdbûnê hez dikim bi tena serê xwe têrê nake. Bi vê wesîleyê dixwazim bêjim; di Newrozê de bi milyonan kesî peymanek çêkir û got, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî PKK’, ‘Bijî gerîla’. Yanî ev nêzîkatî divê tenê bi gotinê nemîne. Eger bi milyonan mirov li ser vê xetê biryarê didin û dibêje ku ev xet sekna min a jiyanê ye, ji bo meşa li ser vê xetê divê her kes bi erka xwe rabe.”

‘Hebûna mêtingeriyê hinceta serhildanê ye’

Hêlîn Umît herî dawî ev tişat anî ziman: “Li Kurdistanê ji bo rabûna serhildanê gelek sedem hene. Ne tenê ji ber van bûyeran dibêjim. Hebûna mêtingerî qirkeriyê hincet e ku li Kurdistanê her roj rabin serhildanê.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar