Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Hêlîn Umît: Gerîla şerê azadiyê û hebûna gelan dimeşîne

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku gerîlayên azadiyê şerê azadiyê û hebûna gelan dimeşîne û wiha axivî: “Nabe ku her tişt ji gerîla re bihêlin. Me got, şerê gel ê şoreşgerî. Em qala şerê gel dikin. Eger gel bi hev re eniyeke antîfaşîst, sekneke antîfaşîst nîşan bidin, dikarin şer bisekinînin.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî Medya Haber TV bû û derbarê şerê gerîla yê li dijî dagirkeriya dewleta tirk  nirxandinên girîng kir. Hêlîn Umît berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê bi rêzdarî silav kir û wiha got: “Bi navê hevrêyên xwe hemûyan hezkirin û hesreta ji bo Rêber Apo diyar dikim. Bêguman li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê, li dijî tecrîdê têkoşîneke berfireh tê meşandin. Gerîla pêşengiyê ji vê têkoşînê re dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo hilweşandina sîstema Îmraliyê ya heyî têdikoşin.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku ciwanên Kurdistanê ji bo Rêber Apo divê bikevin nava helwesteke hîn çalak û radîkal û wiha domand: “Di serî de bakurê Kurdistanê. Ciwanên li bakurê Kurdistanê nabe ku xwe ji vê wezîfeyê bidin alî. Belê, em Rêber Apo bixwînin. Ev gelekî girîng e. Heta ku mirov tiştekî fêhm neke nikare bi cih jî bîne. Bêyî ku pê zanibe nikare wî temsîl jî bike. Lê belê bi qasî ku fêhm kir jî divê bi cih bîne, bixe meriyetê û sekneke li gorî vê yekê nîşan bidin.”

K24 hevkarê sûcê qetilkirina rojnamevanan e

Hêlîn Umît bal kişand ser êrîşa dewleta tirk a 23’ê tebaxê ya li Silêmaniyeyê ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn û ew bi rêzdarî bi bîr anî û wiha domand:“Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dema ku bi karê rojnamevaniyê radibûn hatin qetilkirin. Bi tu bêbextî û reşkirinê kes nikare vê rastiyê veşêre. Ji ber ku çapemeniya PDK’ê di vê mijarê de gelekî hewl da. Ji deqeya destpêkê ve bi taybetî K24 ku diyar e hevkarê sûc e, yekser çû cihê bûyerê û weşand. Yekser got, kî ne. Bi rengê ku PKK’yî ne weşandin. Gotin, çekdar in. Gotin, rêveberên PKK’ê ne. Bi îftira û reşkirinên bi vî rengî nikarin rastiyê ji holê rakin.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê anî ziman ku kevneşopiya çapemeniya azad divê xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bike, hîn bêhtir bi bandor bike, mezin bike û got, “Eger Gulistan Tara şehîd ketibe divê 100 jin ên ciwan teqez bikevin şûna wê. Ez bang li jin ên ciwan, ciwanan hemûyan, civaka me dikim.”

Gerîla şerê azadiya gelan, şerê hebûna gelan dimeşîne

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand û di destpêkê de berxwedana gerîla ya ji Bakur heta Zapê, ji Avaşînê heta Amediyê, Xakurkê, Xinêre silav kir û wiha axivî: “Yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîrokî di rojevê de ye. Ne berxwedaneke welê ji rêzê ye, şerekî ji rêzê nîne. Dikare bi vî rengî bê gotin, çawa ku şerê navbera Îsraîl û Hamasê, yan jî şerê li wê derê şerekî hegemonyayê ye, yanî Îsraîl hewl dide hegemonya xwe bi herêmê bide qebûlkirin, berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li dijî serweriya tirk, li dijî sîstema qirker a tirk şerê azadiya gelan, şerê hebûna gelan dimeşînin.

Bi vî rengî li Rojhilata Navîn du têkoşînên li dijî hev têne meşandin. Berxwedana gerîla ne tenê li dijî dagirkeriyê ye. Ji bo diyarkirina paşeroja herêmê, paşeroja cîhanê, paşeroja gelan gelekî girîng e. Ji ber vê yekê jî ev berxwedan bêguman wê dewam bike. Em qala têkoşîna kontrolkirina herêmekê nakin. Gerîla hêzeke bi vî rengî nîne, em bi gerîlatiyê zanin. Gerîla di dîrokê de her tim bûye rêbaza berxwedanê ya bindestan, rêbaza wan a têkoşînê. Li dijî serweran, zaliman bûye şêweyê mayina li ser piyan a gelan. Ev yek îro jî di şexsê gerîlayên Kurdistanê de dewam dike. Ji xwe li cîhanê hêzeke cuda nemaye ku bi vî rengî li ber xwe dide. Lewma danheviyên mirovahiyê hemû wê di nava gerîla de hîn bêhtir bi wate û bi bandor bibe.”

Li ser hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re jî Hêlîn Umît nirxandineke bi vî rengî kir: “Ez qala PDK’ê û malbata Barzanî dikim. Ji ber ku ne tu hêz e, ji ber ku ji aliyê îdeolojîk ve hêzeke xwe nîne, hêza xwe ya fikrî nîne, payeyeke xwe ya zanistî nîne, ji ber ku her tiştî li ser pere û desthilatdariyê dimeşîne, çi dikin? Bazarê dikin, ji ber ku armanc pere ye. Têkiliyên ku niha bi Tirkiyeyê re danîne jî li ser vê bingehê ne. Mînak ji bo Nêçirvan Barzanî dibêjin, yek ji dewlemendên sereke yên cîhanê ye.”

PDK ne kurd û kurdan temsîl nake

Hêlîn Umît got, “PDK ne kurd e, kurdîtiyê temsîl nake, tiştekî ku bide kurdan tuneye, ji bilî zerarê tiştekî nadin Kkurdan. PDK ciwanên herî bijarte yên Kurdan dide qetilkirin. Dikarim vê bibêjim; eger rûyekî ronî yê kurdan hebe ew jî PKK ye. PKK her tim bûye rûyê pak, ronahî, bedew, baş, azad. PDK jî rûyê tarî yê Kurdistanê ye. Rûyê tarî, metirsîdar, qirêj û paşverû. Diyalektîkeke bi vî rengî dikare bê danîn.”

Hêlîn Umît diyar kir ku leşkerên tirk 150 baregeh ava kirine, bi deh hezaran leşker li herêmê bi cih kirine û wiha pêde çû: “Ev hejmar ji aliyê wan bi xwe ve hate dayin.Gelo ev ne dagirkerî û ne îlhaq be, hingî çi ye? Çi eleqeya vê bi ewlekariyê heye? Tiştekî bi vî rengî Îsraîlê jî nekir. Newêrî vê bike. Belê, lê dide, hildiweşîne. Ya ku li wir diqewime komkujî ye. Yanî ji bo sivikkirinê ez vê nabêjim. Ji aliyê rêbazê ve dibêjim. Rêbazên Îsraîl û Tirkiyeyê gelekî dişibin hev. Lê belê Îsraîl bi xwe jî bi qasî Tirkiyeyê qir nake, berê xwe nade dagirkeriyê. Lê belê hikumeta Iraqê helwesteke bêîrade nîşan da. Bi dîtina min ev yek wê ji bo hikumeta Sûdanî û yên di nava wê hikumetê de ne bibe rûreşî. Ez di wê baweriyê de me ku rojên bê wê li nava civaka Iraqê, li nava Başûrê Kurdistanê nerazîbûn hîn mezin bibe. Mînak berî çend rojan li Amediyê êriş birin ser wesayiteke sivîl. Li wesayiteke sivîl xistin ku Ereb tê de bûn. Sûdanî Serokwezîrê welatekî bi vî rengî ye.

Bi saya PKK’ê hene

Mînak, di lihevkirina dawî de Iraqê em jî xistiye nava rêxistinên qedexe. Ti zerara me li Iraqê nebûye. Em bi kêrî Iraqê hatine, lê zerara me lê nebûye. Heta ku bi devê PDK’ê bixape, bi propagandaya PDK’ê bixape wê bikevin nava çiraveke nebaşiyê. Ji ber PDK dibêje PKK zerarê dide Kurdan, nizanim PKK zerarê dide ku derê. Dibêje ‘PKK heye, lewma êrîş tê kirin’. Çi eleqeya xwe bi vê heye? PKK heye, lewma kurdîtî heye. PKK nebe kes wê nikare bibêje ez kurd im. Li tu deverê wê PKK’yî yan jî kurdîtî nikaribe bê nîqaşkirin. Eger ew bi xwe dikarin li Hewlêrê rûnên ev yek bi saya PKK’ê ye. Bi saya dijberiya li PKK’ê li wir rûdinên.”

Hêlîn Umît wiha berdewam kir: “Beriya her tiştî divê mirov vê mijarê zelal bikin. PDK partiyeke kurdan nîne. Ev taybetmendiya xwe ji zûdeyî ji dest da. Divê ev yek teqez bê bilêvkirin û li dijî PDK’ê çalakiyên aktîf bêne kirin.”

Hêlîn Umît ragihand ku divê sekneke têkoşînê ya pêwîst bê nîşandan, li weşanên wan neyê temaşekirin, li her deverê li hemberî PDK’ê helwest bê nîşandan, tevlî civînên wan nebin û li hemberî wan têbikoşin.

Faşîzma AKP-MHP’Ê têk bibin

Di dawiya axaftina xwe de Hêlîn Umît işaret bi girîngiya têkoşîna gel a li dijî dagirkeriyê kir û bi dawî kir: “Gelê me dilsozê Rêberê xwe ye. Dilsozê gerîla ye. Li Tirkiyeyê kevneşopiyeke gelekî girîng a şoreşgerî û demokratîk heye. Ciwanên nû serî natewînin. Divê em baweriya xwe bi ciwanan bînin. Pêşî li ciwanan vekin. Bi vî rengî eger em faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin em ê paşerojekê biafirînin. Wê pêşî li paradîgmaya modernîteya demokratîk vebe û pêşî li azadiyan vebe. Dema ku ev hate şikestin wê hem li Tirkiyeyê hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn ber bi serdemeke nû ve gav bê avêtin.

Em di nava pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Divê her kes bi giranî, cidiyet û berpirsyariya vê yekê tevbigere. Lewma nabe ku berpirsyarî tenê ji gerîla re bê hiştin. Nabe ku her tişt ji gerîla re bihêlin. Me got, şerê gel ê şoreşgerî. Em qala şerê gel dikin. Eger gel bi hev re eniyeke antîfaşîst, sekneke antîfaşîst nîşan bidin, dikarin şer bisekinînin. Em bi vî rengî peyama 1’ê Îlonê jî bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar