Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Hêlîn Umît: Înîsiyatîf bi ciwanan re ye

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got ku divê ciwanên kurd pêwîstiyên pêvajoya şer zû hîn bibin û veguherin yekîneyên xwedî înîsiyatîf û xweser û diyar kir ku di vê mijarê de tu astengî nîne

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît ji ajansa ANF’ê re axivî û mijarên di rojevê de ne nirxand.

Umît bi bîr xist ku êrîşên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî gelê kurd û Kurdistanê ji bo qirkirinê ye û wiha got: “Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo hebûna me tune bike êrîş dike. Êrîşên ji bo qirkirina fîzîkî yên demdirêj timî pêk tîne. Ev tifaqa faşîst ji bo tasfiyekirina şerê hebûn û azadiyê yê gelê kurd derfetên xwe hemû seferber kiriye, jiyana aborî û civakî ya Tirkiyeyê di asta herî bilind de li gorî vê yekê dîzayn kiriye.”

Êrîşên herî giran li ser jiyana civakê ye

Hêlîn Umît diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bi rengekî yekalî şer nake û ev tişt anî ziman: “Mijara ku bi têrkerî nayê fêhmkirin ev e. Erdogan ê ku xwe weke ‘serkêşê milet’ ragihandiye û hevalbendê wî Bahçelî propaganda wê dikin ku weke li dijî PKK’ê şer dikin, nîşan didin. Lê di rastiyê de êrîşî wan hêz û hêmanan dikin ku ew hêz jiyaneke wekhev, demokratîk, azad û bi îrade ya gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê dixwazin.”

Umît destnîşan kir ku qada herî girîng a ku şerê qirkirinê lê giran e, weke qada siyasî xuya bike jî êrîşên herî giran li ser jiyana civakê ye û wiha domand: “Qada siyasî, yanî saziyên din ên ku bi keda mezin a civakê hatine afirandin, ji bo pêşîgirtina li pêşketina neteweyî ya demokratîk a li Kurdistan û Tirkiyeyê, dibin hedef. Civak bi tevna xwe ya exlaqî û polîtîk hevpar e. Faşîzma AKP-MHP’ê êrîşî vê tevnê dike.”

Êrîşa fikrî û zihnî

Di berdewama axaftina xwe de Hêlîn Umît da zanîn ku divê her kes zanibe ku êrîşa herî mezin a qirkeriyê li qada zihniyete ye û wiha pêde çû: “Ji ber ku mirov bi fikrê xwe heye û dema civak gihîşt fikir û zîhniyeteke hevpar, hingî tu astengî li pêşiyê namîne. Li dijî netewetiya demokratîk a gelê kurd, faşîzma AKP-MHP’ê beriya her tiştî dixwaze vê hevgirt û hevparebûna neteweyî, vê zîhniyeta ku berjewendiyên komunal afirandiye, ji hev belav bike. Ev yek ne karekî welê ji rêzê ye, lewma di serî de hêzên xayîn û noker ên li Kurdistanê, saziyên medyayê hemû ji bo vê amade kiriye.”

Rewşa ciwanan

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku ji bo bê fêhmkirin ka faşîzma AKP-MHP êrîşeke çawa ya qirkirin mêtingeriyê dimeşîne, divê mirov bala xwe bide ser rewşa ciwanan û ev nirxandin kir: “Rewşa ciwanên li Tirkiyeyê hinekî tevlihev jî be, ji bo pêşî li pêşketina ciwanên welatparêz şoreşger ên li Kurdistanê bê girtin tevgerên ciwanan ên li Tirkiyeyê xistine nava tarîtiyekê.

Li dijî ciwanên Kurdistanê rêbazên taybet di dewrê de ne. Hewldana sîstema faşîst ew e ku sîstema perwerdeyê ya li Tirkiyeyê ji bo peydakirina mirovan ji eniya olperest-neteweperest hatiye birêxistinkirin. Ji bo ve jî dixwaze ciwanên kurd ji rojeva xwe ya rastî, ji azadî, nasname, demokrasî, welatê azad û têkoşînê vegire, bi pey lêgerînên jiyana şexsî û azadiya sexte bixe.”

Dem dema azadiyê ye

Têkildarî êrîşên li ser qada siyaseta demokratîk jî Hêlîn Umît, wiha got: “Faşîzma AKP-MHP’ê ku weke îradeya siyasî û leşkerî ya mêtingerî û qirkeriyê ava bûye, operasyonên xwe yên li ser qada siyaseta demokratîk li pêş çavan e. Ji ber ku nekarî bi operasyonan li dijî HDP’ê encamê bi dest bixin, niha jî doza girtinê xistine rojevê.”

Umît destnîşan kir ku ji aliyê leşkerî ve jî mêtingerî qirkerî tasfiyeyê û tunekirinê li ser hêzên li Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin ferz dike.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê têkildarî pêngava ‘Dem dema azadiyê’ ye jî ev nirxandin kir: “Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê’ ye li bakurê Kurdistanê, çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat me pêvajoyeke girîng a têkoşînê li pey xwe hişt. Pêngav tevî ku pêngaveke civakî ye, gerîlayên me pêşengî ji vê yekê re kirin.”

Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’

Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di pêngava ‘dem dema azadiyê’ ye ku li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî tê meşandin, gel û gerîla hîn bêhtir nêzî hev bûne. Astengî û şaşitiya herî mezin a li pêşiya xurtbûna vê yekê ew e ku ciwanên kurd di nava bendewariyê de ne. Di nava vê pêvajoya şer de dive ciwanên kurd xwe bi rêxistin bikin, xwe bigihînin wê astê ku bikevin nava liv û tevgerê. Ne mîna berê, hinek bê û birêxistin bike lê divê bi xwe pêwîstiyên pêvajoya şer zû hîn bibe û xwe veguherîne yekîneyên xwedî însiyatîf û xweser. Di vê mijarê de qet astengî nîne. Ji bo li faşîzma AKP-MHP’ê bê xistin, yekane tişta pêwîst; fêhmkirina dijmin, hêrs û îradeya liv û tevgerê ye. Pêkan e ku mirov li navenda wê bê pûçkirin. Tenê em ji vê yekê bawer bikin.

Ya ku ev pêşketin afirand û bi pêş ve bir bêguman rastiya me ya gel e, asta îrade û hişmendiya azadiyê ya civaka me ye. Nîşaneya vê yekê jî rewşa tevgera me ya jinan e. Tevgera me ya jinan ku li gel qedexeyan li li Kurdistanê welatparêzî û azadî bi biryardarî temsîl kir, hêza berxwedan û têkoşînê da civaka kurd. Bi kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ ji bo pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ bûye hêza moralê û di bin êrîşên giran ên mêtingerî û qirkeriyê de civaka kurd li ser xeta azadiyê hiştiye. Tevgera Jinên Azad ku hêza pêşeng a pîvanên têkoşîna azadiyê ye, di pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ hem hêza avaker e hem jî ya rêveber. Li ser vê bingehê di serî de li bakurê Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê di çalakiyan de xeta jinên azad derketiye pêş.”

Herî zêde zindan xwedî li pêngavê derketiye

Hêlîn Umît diyar kir ku ji bo azadî veguhere sîstemê, pêwîstî bi hîn bêhtir kar heye û wiha axivî: “Ji bo vê jî li Tirkiyeyê ku navenda êrîşên mêtingeriya qirker e û li bakurê Kurdistanê divê hîn bêhtir çalakiyên girseyî bêne lidarxistin.”

Her wiha Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku herî zêde li zindanan xwedî li pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ hatiye derketin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevrê û welatparêzên ku bi biryardariya biserxistina vê pêngavê têdikoşin silav dikim, rêz û hezkirinên xwe diyar dikim.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar