Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Hêlîn Umît: Rêber Apo çavkaniya hêvî û azadiyê ye

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît anî ziman ku bi taybetî ji bo rastiya gelê kurd de û civakên ji bo azadiyê têdikoşin, Rêber Apo çavkaniya hêviyê ye û wiha got: “Dema tê gotin Rêber Apo, rewşeke ku tê hîskirin heye. Bi taybetî ji bo gelê kurd Rêber Apo tê wateya çavkaniya hêviyê, ronahiya hêviyê, kombûna hesretan û siberojeke ku tê xeyalkirin. Rêber Apo rastiyeke ku pêkhateya hemû nirxên hatine windakirin e. Li hemberî rastiya Rêbertî, pênaseyên me yên bi vî rengî hene.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî bernameya Medya Haber bû û derbarê tecrîda li Îmraliyê tê meşandin û geşdanên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn de nirxandinên girîng kir. Hêlîn Umît diyar kir ku , Rêbertî sîstemek e. Sîstemeke heye ku nûneriya rastiya Rêbertî dike  û wiha got: “Eger rastiya Rêbertî sîstemek be, yanî ne kesek be, kombûneke fikran be, xeyala cîhaneke nû be, îdeala jiyanekê be, divê em navê wê jî lê bikin. Yanî got, “Ez rêbertiya civaka demokratîk dikim.” Wê demê eger bi rastî jî ji Rêber Apo bawer dikin û hez dikin, wê demê weke milîtanên wî em hewl didin propagandaya vê paradîgmaya wî bikin.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît ev tişt anî ziman:

“Destpêkê li ser navê hevrêyan em hezkirin û silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Yên ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ava kirine, ez bi hemû hêrsa xwe lanet dikim.

Tecrîd dewam dike. Dewamkirina vê tecrîdê, di rastiyê de tê wateya dewamkirina sîstema zext û qirkirinê. Ez dixwazim balê bikişînin ser girîngiya rastiya Îmraliyê.

Têkoşîna li dijî tecrîdê dewam dike. Têkildarî vê yekê hewldaneke girîng a gelê kurd, dostên wê û raya giştî ya demokratîk heye. Lê sîstema şerê taybet a li hemberî me, bi israr vê yekê perde dike û dinixumîne, hetta hewl dide qilifên hiqûqî lê bike û rewa bike. Di vî warî de bi rastî temaşekirina li Îmraliyê, tê wateya ku em li rastiya xwe binêrin.

Bi taybetî ji bo rastiya gelê kurd de û civakên ji bo azadiyê têdikoşin, Rêber Apo çavkaniya hêviyê ye. Dema tê gotin Rêber Apo, rewşeke ku tê hîskirin heye. Bi taybetî ji bo gelê kurd Rêber Apo tê wateya çavkaniya hêviyê, ronahiya hêviyê, kombûna hesretan û siberojeke ku tê xeyalkirin. Rêber Apo rastiyeke ku pêkhateya hemû nirxên hatine windakirin e. Li hemberî rastiya Rêbertî, pênaseyên me yên bi vî rengî hene.

Rêbertiya me jî demekî ev nirxandin kiribû: “Ez kombûna hesreta we hemûyan im. Hûn di min de xwe dibînin, lewma hûn tên min.” Helbet ev jî berê rastiyê nîşan dide.

Dema ku em Rêber Apo dinirxînin, tenê weke rêberekî siyasî û leşkerî em nanirxînin. Di jiyana me de rastiyeke hîn cudatir heye. Hin ji me vê yekê bi zanistî dijîn, hin ji ber xwe ve dijîn, hin jî dizanin ku navendeke wiha ya kişandinê ya Rêbertî heye. Ji aliyê rastiya gelê li Kurdistanê ve, ji aliyê ciwanan ve, bi taybetî ji aliyê jinên ciwan û jinan ve Rêbertî di rewşeke navenda kişandinê ya wiha de ye. Em neçar in ku vê yekê rast danasîn bikin. Çima Rêbertî wiha ye? Tenê danasînên hestiyarî, tenê em xwe bi hesretan bînin ziman wê netêrker be. Di wî warî de Rêbertî timî ev tişt ji me xwest; got, “Ez dixwazim rast bêm fêmkirin, min rast fêm bikin.” Çi girêdana vê bi mijara me re heye? Eger em Rêber Apo rast fêm nekin, têkoşînên ku em ji bo wî dimeşînin em nikarin rast pêş bixin. Em çiqasî Rêber Apo rast fêm bikin, têkoşînên ku em ji bo azadiya wî ya fîzîkî jî dimeşînin wê ewqas rast be.

Rêbertî ev hemû xisûsên ku me diyar kirî ye. Lê ji wê wêdetir, Rêbertî sîstemek e. Sîstemeke heye ku nûneriya rastiya Rêbertî dike. Divê mirov vê yekê baş fêm bike. Mesele hemû gelê kurd û mirovên bi hestiyar, mirovên demokrat, sosyalîst û şoreşger divê vê pirsê bikin. Bi rastî jî çima sîstema qirkirinê ya Îmralî hate avakirin? Çima sîstemeke wiha taybet li dijî Rêber Apo tê pêkanîn? Dibe ku ev mijareke pir berfireh be û divê mirov vê yekê jî parçe bi parçe binirxîne. Dibe ku ez nekarim hemûyan niha bînim ziman, lê wê pir rast be ku eger mirov rastiya Rêbertî weke sîstemekê pênase bike, weke yekparebûna armancekê bibîne, yanî Rêber Apo weke mirovekî armancê bibîne, di vê çarçoveyê de binirxîne û tecrîdê jî weke şerekî li dijî van armancan binirxîne.

Mesele eger em van armancan, rastiya Rêbertî, felsefeya jiyana azad a ku rastiya Rêbertî nûneriya wê dike, sîstema civakî ya ku parastina wê dike bixin pratîkê wê demê di rastiyê de tecrîd wê bêwate bibe. Ji ber ku ev tecrîd ji bo ku ev armanc nekevin meriyetê, tê pêkanîn. Ev armanc çi ye? Yek, çareserkirina pirsgirêka azadî û hebûnê ya kurdan. Eger êrîşên qirkirinê yên tirk ev qasê li Îmraliyê zêde dibin, wê demê li wir şerekî pir giran heye û dixwazin li wir encam werbigirin. Dixwazin ku li wir şerê hebûn û azadiyê yê gelê kurd û îradeya wê bişikînin. Armanca yekem ev e.

Rêber Apo tê wateya Rêbertiyeke ku hebûn û azadiya gelê kurd diparêze. Wê demê divê em li her derê daxwaza azadî û hebûnê û nasnameya azad bikin û hîn zêdetir biparêzin. Divê em wêje û propagandaya vê yekê bikin û siyaseta wê ava bikin. Ev rêyeke girîng a şikandina tecrîdê û tunekirina wê ye.

Rêber Apo got: Ez rêbertiya civaka demokratîk dikim

Ya duyem; Eger rastiya Rêbertî sîstemek be, yanî ne kesek be, kombûneke fikran be, xeyala cîhaneke nû be, îdeala jiyanekê be, divê em navê wê jî lê bikin. Rêber Apo ev yek bi pênaseyên mîna sosyalîzma demokratîk, modernîteya demokratîk û xweseriya demokratîk danî holê, pênase kir ku em ê çawa di roja me de vê yekê bi pratîk bikin. Yanî got, “Ez rêbertiya civaka demokratîk dikim.” Wê demê eger bi rastî jî ji Rêber Apo bawer dikin û hez dikin, wê demê weke milîtanên wî em hewl didin propagandaya vê paradîgmaya wî bikin.”

Hêlîn Umît di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser civaka demokratîk û wiha got: “Divê em dewleta di serê xwe de hilweşînin. Destpêkê di serî de ji bo civaka kurd, di rastiyê de ji bo hemû gelan û ji bo civaka Tirkiyeyê jî ez vê yekê dibêjim. Destpêkê divê dewleta di zihnî de bê hilweşandin. Dewlet ne çareserî, ne amûreke çareseriyê ye. Li cihê ku dewlet lê heye, koletî heye. Eger em azadiyê dixwazin, wê demê divê em civaka bêyî dewlet rêxistin bikin. Çima ez vê dibêjim? Mesele niha civaka kurd, raya giştî ya demokratîk, mirovên bi hestiyar li her çar aliyên cîhanê beşdarî pêngava azadiyê ya gerdûnî dibin. Li her çar parçeyên Kurdistanê, çalakî tên lidarxistin. Di rastiyê de evane nebes in. Divê girseyî bibe û mezin bibe. Bi taybetî ji aliyê uslubê bakurê Kurdistanê ve, ez dixwazim bêjim; em nikarin ji dewletê hêviya heq bikin.

Wê demê divê ev têkoşîn çawa be? Divê civak xwe li her derê bi rêxistin bike. Ne tenê di nava sîstema parlamenteran de xwe rêxistinkirin, divê li her qadê xwerêxistin kirin hebe. Eger civaka kurd û Tirkiyeyê li ser vî bingehî xwe rêxistin bike, wê demê dê gavekî din nêzî azadî û demokrasiyê bibe. Eger tu nebî civakek demokratîk, dewlet wê hemû mafên te yên azadî û xwerêveberiyê ji te bistîne. Di nava civakeke wiha de jixwe Rêber Apo nikare bi azad bijî, nikare azad bibe.

Lewma divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin û bidomînin. Eger em vê yekê fêm nekin, em nikarin xwe azad bikin û xwe nêzî azadiyê bikin, em ê nekaribin ji bo Rêber Apo têkoşîna azadiya fîzîkî bimeşînin. Wê gotin û pratîka me ji hev cuda be. Ev li Rojhilata Navîn, krîtereke exlaqî ya girîng e. Divê gotin û pratîk yek be. Tu çawa bî, divê tu wisa bixuyê, tu çawa difikirî divê tu wisa bijî yan jî divê tu mîna jiyana xwe bifikirî. Madem ku em ê bêjin em gelê Rêber Apo ne, em netewa demokratîk in wê demê divê şêwazê me yê jiyanê û rêxistina me jî li gorî vê yekê be.”

Hêlîn Umît diyar kir ku netewa demokratîk, ji çîna tund re vekirî nîne, divê têkoşîneke çînî bê meşandin û wiha pêde çû: “Li Kurdistanê têkoşîna çînî pir girîng e. Têkoşîna çînî, li ser vê esasê eşkerekirina nirxên jiyana komunal û avakirina komunan şert e. Her kesê ku ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşe, divê xwedî komun, komîte û meclîs be. Divê bêyî vê jiyan nebe. Bêyî vê yekê, em ê bikevin rewşeke mîna ku gotina me tiştek din bêje, pratîka me tiştek din bêje. Derketina destpêkê ya PKK’ê, li dijî sîstema axatî û begtiyê bû. Ew parçe parçe kir. Çima? Ji ber ku li dijî axatî û begtiyê bû. Li dijî feraseta efendî-kole ye. Ti kes nabe axa. Yên dibêjin ez endamê sîstema ku ji aliyê Rêber Apo ve bê avakirin im, heta ku beşdarî xeta azadîxwaziya jinê nebin nikarin beşdarî vê sîstemê bibin. Nêzîkatiya me ya ekolojîk jî heye. Lingekî paradîgmaya me jî ev e. Heta ku mirov rast nêz nebe, nikare bibe parçeyekî vê sîstemê. Nikare nûnertiya azadiya Rêber Apo bike.

Li dijî tecrîdê li her qadê têkoşîn dewam dike. Hevalên me yên li zindanan, hevrêyên me û girtiyên siyasî di nava çalakiyê de ne. Ji derve çalakiyên ku ji aliyê xizmên girtiyan ve tên lidarxistin, hene. Ji dervey vê jî çalakî hene. Hema bêje li her derê di çarçoveya pêngava azadiyê ya gerdûnî de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî dewam dikin.

Çavkaniyên dewlemendiyên Kurdistanê

Hêlîn Umît îşaret bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî kir û wiha bilêv kir: “Her çendî ku heyîna tevgera me ya li vir weke hincet nîşan bide jî, armanca esas a dewleta tirk ew e ku petrolên li Mûsil û Kerkûkê desteser bike. Dema ku mirov li Medyaya Şerê Taybet a tirk dinêre, bi hêsanî tê dîtin ku, dirazên radibin, nizanim hewza gazê ya li Çemçemal, rêjeya petrolê ya li Kerkûkê, nizanim çiqasî petrol ji vir derketiye, nizanim ev çavkaniyên dewlemendiya Kurdistanê çiqas in û çi ne, ev ji aliyê PKK’ê ve hatine desteserkirin û her wiha tiştên wiha didin Evane hemû nerast in. Rewşeke wiha nîne.

Gelo xeteriya esas çi ye? Mesele her in Kerkûk û Mûsilê, li vir tenê hêzek heye ku bi veşartî çeteyên xwe rêxistin dike; ew jî Tirkiye ye. Tirkiye hem li ser Çeperê Tirkmen, hem jî li ser têkîliyên xwe yên bi DAÎŞ’ê re li vê qadê xwe rêxistin dike û hewl dide bi bandor be. Em ti carî ji bîr nekin ku nêzîkatiyeke Tirkiyeyê ya wiha heye. Di çavê Tirkiyeyê de kurd, Tirkên ku nehatine perwerdekirin in. Her qada ku kurd lê ne, weke qada belavbûna xwe dibîne. Di avakirina Komarê de, weke ergnîgariya ku tirk û kurd lê dijîn hatiye pênasekirin. Li wir polîtîkaya Tirkkirinê pêk tîne û Kurdan jî wiha dibîne. Lewma jî muxatab nagire, biçûk dibîne û rûmeta wê binpê dike.

Gerîla, şoreşger û Apoyî li ber xwe didin

Dema ku Rêber Apo dîl hat girtin, di parêznameya xwe ya destpêkê nivîsandî de axaftinek wiha got, ‘Dema ku ez ji Kenyayê dihatim anîn, mîna ku wehşekî terbiye bikin nêzî min bûn’. Niha ev Rêbertiya me ye. Ev Rêbertiya gelê kurd e. Nêzîkatiya li hemberî Rêbertiya gelê kurd wiha ye. Yanî mîna ku wehşekî terbiye bikin, nêzî hemû kurd dibin. Li ser vê bingehî êrîşên xwe yên dagirkeriyê dimeşînin. Li arguman û nêzîkatiyên wan binêrin. kurd li ti derê nikarin xwe bi rêve bibin. Nikare bi nasnameya xwe hebe. Bi rastî jî divê ev baş bê fêmkirin û bê dîtin ku şer di vê astê de tê meşandin. Li ser vê bingehê jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîla, şoreşger û Apoyî li ber xwe didin û wê li ber xwe bidin. Em ê li ber xwe bidin, têbikoşin û şer bikin. Lê divê welatparêz jî li ser vê bingehê tevlî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bibin.

Faşîzma mêtinger di çarçoveya şer de berê xwe dide her qadê, yek ji van qadan jî Rojavayê Kurdistan e. Ez hêzên navneteweyî şermezar dikim. Gelekî ku li dijî hêzeke faşîst a mîna DAÎŞ’ê sekinî û têk birî, li hemberî êrîşên dewleta tirk tenê têhiştin. Li Rojava, li Kobanê şoreş bi rastî jî ne tenê ya civaka kurd bû. Ne berxwedana civaka kurd jî bû; berxwedana mirovahiyê bû. Niha jî gelê Rojava rû bi rûyê êrîşên qirkirinê ye.”

Hêlîn Umît bal kişand ser nexşeya ku ‘kurê Netanyahû’ belav kirî û ev tişt got: “Kurê Netanyahû nexşeyek weşand; nexşeya Kurdistanê. Medyaya şerê taybet a tirk, medyaya şerê taybet a tirk dirazê û radibe dibêje; ‘Binêrin plana Îsraîlê, wê ji Kurdan re dewletê bidin avakirin’, ‘têkîliya PKK û îsraîlê, DYE’yê di vê astê de ye’. Ev tam provokasyonek e. Kî ev provokasyon kir? Kî dike? Kî dixwaze? Tirkiye dixwaze. Weşandina nexşeyeke wiha ji aliyê kurê Netanyahû ve, tê wateyê ku Tirkiyeyê ev yek ji wan xwestiye. Ji ber ku jixwe ji bo dagirkeriyê hincet, rewatî û arguman e. Dixwazin vê yekê biafirînin. Tam di demek wiha de, nexşeyeke wiha tê danîna holê. Em têkildarî lîstokên dewleta tirk pir baldar bin. Dewleta tirk, Îsraîla duyemîn e ku li herêmê hatiye avakirin. Heta niha Tirkiyeyê hemû polîtîkayên Îsraîlê meşrû kirine. Ev hîna jî dewam dike.

Tirkiye bi agir dilîze û vî agirî belavî her derê dike

Nirxandinên Esad jî girîng in. Got, “Eger ez hevdîtinê bi Tirkiyeyê re bikim, herî kêm divê Tirkiye hêzên xwe yên dagirker vekişîne.” Divê leşkerên xwe vekişîne sînorên xwe. Mesele ji Sûdanî tiştek wiha derneket. Tirkiye bi agir dilîze û vê agirî jî ne tenê di bunyeya xwe de, belavî her derê dike. Her derê li ser wê gingehê gur dike û li ser wê jî hewl dide siyaseta xwe ya şer pêş bixe. Ev polîtîkayeke kevneşopî ya Tirkîtiyê ye. Lê bi rastî jî ez bêjim aqlê dewletê yê li Tirkiyeyê, ez bêjim bêaqilîtiya wê, nikare bi tendurist bifikire. Di asteke hîsterî de, li hemberî kurdan polîtîkayan dihilberînin.

Wê çi bikin, helbest gelê li Sûriyeyê, yê li Rojava bi xwe wê biryar bide. Biryara hilbijartinê dan, ev biryara wan e. Divê mirov rêz nîşanî vê yekê bide. Divê mirov vê îradeyê bibîne û nas bike. Hewl didin li wir piştî şer, yanî piştî êrîşên giran ên DAIŞ’ê jiyaneke nû ava bikin. Civakek hewl dide hebûna xwe bidomîne. Ev civak jî ne di nava dewlemendiyeke wisa zêde de ye, civakek xizan e. Dixwaze pêş bikeve, were dîtin û xwe ava bike. Divê mirov pişgiriyê bide vê yekê. Ez hêvî dikim ku rejîma Sûriyeyê ji vê yekê re vekirî be û bi vî rengî li ser bingehê tifaqa bi Kurdan re, siberoja Sûriyeyê bixe bin garantiyê. Bavê Esad hewl dida vê polîtîkayê pêş bixe. Têkildarî dema Bavê Esad gelek rexneyên me hebûn. Kurdan gelek zirar jê dîtin. Lê rejîma Esad ti carî mîna rejîma netew dewletê ya li Tirkiyeyê helwesteke înkarker a hişk raber nekir. Ez bawer dikim ku Beşar Esas wê li ser vê bingehê helwesteke polîtîk a bi rûmet nîşan bide.

Daxuyaniyên Emerîkayê têkildarî vê yekê hebûn. Cîhan li amadekariyan dinêre, li hilbijartina li wir. Dewleta tirk dibêje wê êrîş bike. Şer ji bo vir nabe rewşeke nû. Jixwe şer ti carî nesekinî, êrîş qet nesekinîn. Timî windahiyên sivîl çêbûn. Herhal civak kurd a li Rojava, civaka ereb, suryan, xirîstiyan jî wê sîstema civakî ya ku heta niha pêş xistine, biparêzin. Eger hilbijartin çêbibin û li dijî vê yekê êrîş çêbin, li wir îradeyeke civakê heye. Vê îradeya civakê, îradeya gel DAIŞ têk biriye û ev îradeyeke bi rûmet e. Ew îrade wê êrîşên faşîst û dagirkeriyê rawestîne. Ez difikirim ku ew di vê bawerî û hestiyariyê de ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar