Piştî hilweşîna rejîma Sûrî hevsengiya li Rojhilata Navîn guherî. Bi awayekî fermî çete şandin qadê û êdî ew xwedî gotin in. Fermiyetek ji wan çeteyan re peyda kirin. Li ser axa Sûrî zihniyeta DAIŞ’ê bû serdest. Tişta ku DAIŞ’ê nekarîbû beriya bi deh salan bike niha di meriyetê de ye. Ev yek jî bi awayekî fermî tê kirin. Me dît bê çawa ew çete ji Helebê dest pê kirin û berê xwe dan gelek deverên Sûrî. Herî dawî jî li Şamê sekinîn. Dema ku xwe gihandin Şamê jî, êdî Beşar Esad reviyabû. Ev yek hemû di çarçoveya lihevkirinekê de meşiya. Xuyaye ku ji Esad re gotine êdî dema te qediya û ji vê derê derkeve. Tevî malbata wî ew derxistin Rûsyayê û wê di dema pêş de aqûbeta wî çawa be ew jî nediyar e. Eger were darizandin, wê li ku were darizandin û kîjan dewlet vê bike ? Ev cihê nîqaşê ye. Ji ber ku li Rûsyayê ye. Ya din; eger neyê darizandin jî meseleyek din e. Ev yek wê ji dîktatorên mîna Erdogan re jî bibe emsal. Welhasil ev meseleyek din e.
Lê mijara esasî jî siberoja Sûrî ye. Ji sala 2011’an heta niha ango 13-14 salan tiştek bi navê hikûmetê nemabû. Esad hebû, lê tenê navê wî hebû. Di vê pêvajoyê de jî milyonan kes ji cih û warê xwe bûn û ewqas jî di aloziya Sûrî de jiyana xwe ji dest dan. Lê ez dibêjim şer û aloziya li Sûrî niha dest pê kir û ev yek wê bandoreke mezin li Rojhilata Navîn bike. Ji ber ku rêveberiya welat ket destê çeteyan û ne mumkine ku ew welat careke din were ser xwe. Jixwe li ser medya dîjîtal dîmenên hovîtî û barbariya wan çeteyan heye. Yên ku vê hovîtiyê dikin şagirtên DAIŞ û El Qaîde ne. Ji bo ku xeyalên wan pêk bînin jî wê Rojhilata Navîn veguherînin erdnîgariyeke tirsê.
Em dibînin ku bê çawa deh hezaran çete berê wan dane Sûrî û ew çete jî talanê dikin. Ev dîmen di fîlman de dihatin dîtin, lê êdî li ser axa Sûrî rastiya wê heye. Fînansekirina wan çeteyan girêdayî qada navnetewî ye, lê organîzekirin û rêvebirina wan jî bi destê dewleta Tirk e. Li pişt perdeyê Erdogan heye. Erdogan bavê çeteyan tê hesêb. Lewma jî li gorî xwe pergaleke tirs û zilmê ava dikin. Bûyerên îro yên li Sûrî çêdibin dibe ku sibe li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cîhanê pêk werin. Talûkeyek mezin li pêşiya me ye û serê vê cîhanê ket belayek mezin. Rêxistineke çekdar û organîzekirî ya sûc heye. Navê wê çi dibe bila bibe ferq nake. Di encamê de ew çeteyên hov û barbar serê xelkê jê dikin, qetil dikin û dişewitînin. Dema vê yekê dikin jî bi dîmenan belav dikin. Vê yekê jî bi zanebûn dikin. Dixwazin ku her kes bibîne û bitirse.
Hêzên navnetewî bi zanebûn dengê xwe li van çeteyan nakin. Ji ber ku gelek berjewendiyên wan hene. Alozî û şerê li Rojhilata Navîn li hesabê wan tê. Çiqas alozî hebe ewqasî bazirganiya wan dimeşe. Me ev yek li Afganistanê jî dît. Bi awayekî fermî rêveberiya wî welatî radestî Talîbanê kirin. Talîban jî bi heman zihniyeta DAIŞ’ê tevdigere. Îro jî axa Sûriyê veguherandine hêlîna çeteyan. Rojên giran û xeter li pêşiya me ne. Tifaqa gelan û têkoşîna hevpar dikare van barbar û hovan bisekinîne. Eger ev neyê kirin, wê siberoja me bi destê van barbaran were tarîkirin.