Di têkoşînê de, hinek kes, bi kesayetiya xwe, bi jiyana xwe ya şoreşgerî derdikevin pêş. Ev mînak, weke tê zanîn di hemû tevgerên cîhanê de û her wiha bi taybetî di tevgera me de jî mînakên wîsa û ber bi çav gelek in.
Hema em ji îro ve ber bi destpêkê ve biçin, mînakên herî şênber ên dawî; Heval Helmet (Diyar Xerîb) û Heval Zekî (Îsmaîl Ozden) e.
Jimara kesayetiyên wisa, di şoreşan de ne pir in, lê belê bi mezinbûn û hinera kesayetiya xwe, dikarin jimarên pir ên girseyî bikişînin ba xwe, ji civakê hejmareke mezin bînin ser şopa xwe û bidin meşandin.
Pîvanên van kesayetiyan, ji alîkî ve gelek zelal û sade ye û her kes dikare zû wan nas bike. Bi kurtasî cewherên nîşaneyên kesayetiya van kesên pêşeng wisa ne: Ji ber ku xwedî bîrûbaweriyek-bîrdoziyek pir bingehîn in, di jiyana xwe de gelek sade û canbexş in, ji ber ku gelhez û welathez û mirovperwer in, di têkiliyên xwe yên hevaltî û civakî de devbiken û bi coş in, her hêvî û baweriyê diafirînin. Hesabên biçûk û takekesî, li cem wan tu carî nikare bikeve şûna armancên civakî-netewî-mirovayî û nikare bikeve pêş ruhê hevaltiyê. Armancên wan her mezin e û lewma dikarin ji kesên/kesayetiyên ji rêzê pirtir însanan, pêkhateyan, baweriyan û cûrbecûr reng û dengan hembêz bikin û li dor xwe bicivînin û birêve bibin.
Bêguman ev taybetmendî û pîvanên kesayetiyên wisa, hema ji ber xwe ve çênabin. Dibe ku di civakê de nêzî van pîvanan an jî kesên xwedî heman meziyetên mirovayî yên xwezayî hebin, lê bi tenê takekesî dimînin, nabin malê hemû civakê. Ji bo ku bibe malê civakê, divê ev meziyetên hêja yên kesan, bibin hişmendî, birêxistinkirî bibin û bibin îradeyek bi pergal. Ji bo avakarina pergalek wisa rêberiyek xurt divê. Ya na ew meziyetên hêja yên kesan, bi tenê wek rûmetek mirovayî ya takekesî dimîne û civakê, gel bi pêşve nabe.
Ger ku îro Tevgera Azadiya Kurdistanê, kesên pêşêng ên xwedî kesayetiyên ewqas bilind û hêja afirandibe û hê jî ev afirandin bênavber dewam dike, ji ber ku xwedî rêberiyek bi hêz e, ev jî Rêber Apo ye.
Ji ber ku ev meziyet û ev ruh ji destpêka bi rêketinê ve hatiye dayîn û hevalên xwe bênavber li ser vê bîrûbaweriyê perwerde kiriye, ev kesayetiyên wisa ji salên destpêkê ve derketine û her bi zêdebûn heta roja îro hatine.
Weke mînak, mirov dikare çend kesên pêşeng ên ku bi kesayetiya xwe bûne sembolên vê tevgerê destnîşan bike; Hakî Karer, Halîl Çavgun, Mazlum, Ferhat, Kemal, Hayrî, M.Karasungur, Egît, Sakîne, Zîlan, Bêrîtan, Bêrîvan, Sema, Arîn û gelek hevalên din.
Û van hevalên mijara gotinê ne, her yek li gor dem û li gor herêm û li gor bawerî û pêkhateyê xwe jî, xwedî rolên cuda cuda ne û di jiyana giştî ya civakî de hevdu temam dikin. Lê belê ev cudahî, ne negatîf e, berovajî, tê wateya dewlemendiya jiyanek yekrêzî ya hevpar a azad û demokrat û wekhev.
Ka hema em bala xwe bidin mînaka heval Helmet û Zekî. Hem jiyana wan û hem şêwazê şehadeta wan jî pir dişibin hev. Ez her du hevalan jî nas dikim. Min bo Mam Zekî, li ser şehadeta wî gotibû; ger Melek hebe, yê rasteqîn Mam Zekî bi xwe ye. Her heman şîroveyê, mirov bi hêsanî dikare bo heval Helmet jî bêje.
Kesayetiyên wan ewqas xurt bûn; ger hevalên mîna Zekî nebû ya, dibe ku li wê herêma Şengalê ewqas hişmendiyek xurt nehatiba afirandin. Û lewma ew navê Mam Zekitiya ku li wir hilda, bi wê herêmê tenê ne rawestiya ket mejî û dilê hemû kurdistaniyan.
Her wiha ger hevalên mîna Helmet û berî wî jî hevalê Dr.Sîrwan nebûna, dibe ku li Başûr ew hişmendiya mijara gotinêye ewqas bilind nebûya.
Hevalên wisa, çawa ewqas bi xurtî dikevîn hiş û dilê gelên xwe, her wisa dikevin devê luleyên çekên neyar û xayînên gelê Kurdistanê jî.
Ev bûyerên şehadeta hevalên me yên wisa, me çendîn xemgîn dike, bêguman her ew çende û sed bare zêdetir bawerî û biryardariya me jî ya şopdariya li ser rêya van hevalên me yên leheng xurt dike.
Li ser vê naverokê ez di kesayetiya her du hevalên me yên qehreman Helmet û Zekî de, hemû şehîdên me bi bîr tînim û soza xwe ya min daye wan, dubare dikim.