Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Helwesta CPT’ê tecrîda li Îmraliyê kûrtir dike’

Ji 27’ê Nîsanê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 21 sal in di tecrîdê de ye, nayê girtin.

Têkildarî tecrîda li ser Ocalan ji parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Tûrgût axivî û diyar kir ku jixwe tecrîdeke giran li ser muwekîlê wan heye û di ser de jî gefa şewba koronayê fikarên wan zêde kiriye.

Tûrgût da zanîn ku ji 11’ê adara 2020’an dema ku li Tirkiyeyê vîrusa Covîd-19’ê hatiye dîtin û vir ve, wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê kirine, xwestine bila tevdîr were wergirtin û di şertên guncav de hevdîtin were kirin lê wan bersiv negirtine.

Di berdewama axaftina xwe de Tûrgût destnîşan kir ku şertên neyînî yên li ser muwekîlê wan Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim zêde ye û wiha domand: “Muwekîlê me rêzdar Ocalan ji zû ve ye di girtîgehê de ye, ji vê maweyê de nexweşiyên wî yên kronîk zêde ye, şertên avhewaya girtîgeha giravê, di warê serdan û telefonê de jî li ser wî tecrîdeke mezin heye. Di vê rewşê de me xwestibû ku ji bo ku vîrus neçe Girava Îmraliyê divê tevdîr were stendin, em werin agahdarkirin û mafê hevdîtin û telefonê ya muwekîlên me were bicihanîn. Ev daxwazên me ji aliyê hakîmtiya înfazê hate redkirin. Divê hakîmtiya înfazê derbarê tenduristiya muwekîlên me û rewşa tevdîrên hatine stendin agahî bida.”

Tûrgût diyar kir ku daxwaza wan a ku divê hevdîtina bi muwekîlan re û mafê telefonê yê bi malbatê re pêk were jî bi hinceta 6 mehan hatiye astengkirin.

Parêzer Tûrgût bal kişand ser vî tiştî ku hewaya Girava Îmraliyê bi nem e û ji ber vê jî di demsalên zivistan û havînê de mafê bêhnstendinê ya bi tendurist tune û destnîşan kir ku ev tişt bandoreke neyînî li ser tendirustiya muwekîlê wan Ocalan dike. Tûrgût diyar kir ku dema mirov şertên hucreyê, sûdnegirtina ji hewadarî û rojê, rewşa temen û nexweşiyên kronîk ên derbarê bêhnstendinê li ber çavan bigire, muwekîlê wan Ocalan di warê Covîd-19’ê de di koma herî bi rîsk de ye û da zanîn ku ev rewş ji bo muwekîlê wan Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim jî derbasdar e.

Bi koronayê re tecrîd kete qonaxeke din

Tûrgût destnîşan kir ku bi şewbê re tecrîda heyî ketiye qonaxeke din û ev tişt anî ziman: “Wekî tê zanîn bi qasî 10 salan rêzdar Ocalan li Îmraliyê bi tenê bû. Têkiliya wî ya li civakê hatibû birîn û dihate xwestin ku îradeya wî were teslîmstendin. Bi vê re xwestin îradeya gelê kurd jî teslîm bistînin. Dema ev tişt pêk nehat, vê carê tecrîda kûr xistin dewrê. Di nava demê de jixwe cezayên dîsîplînê jî hate dayîn, mudaxeleyên fizîkî hate kirin, gefên kuştinê lê hate xwarin. Ne bi rêkûpêk be jî heta salên 2011 hevdîtinên bi malbat û parêzeran pêk dihat. Piştî sala 2011’an destûra hevdîtina bi parêzeran nehate dayîn û ev rewş di sala 2016’an de bû tecrîda mûtleq. Têkiliya bi derve hate qutkirin. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran hate astengkirin. Piştî 7’ê Mijdara 2018’an bi grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven rewşa agahîstendinê piçekî rabû. Piştî hevdîtina bi parêzeran a di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtinên bi parêzeran dîsa hate astengkirin. Ligel daxwazên muwekîlên din ên li Girava Îmraliyê bi qasî pênc salan destûr nehate dayîn ku hevdîtina parêzeran pêk were.”

Tûrgût got ku têkiliya wan a herî dawîn a bi muwekîlê wan di 27’ê Nîsana 2020’an de bi rêya telefonê bi malbatê re pêk hatiye û wiha axivî: “Muwekîlê me di hevdîtina telefonê ya pêşîn û dawîn de ya bi birayê xwe re got ku ‘Tenduristiya min niha baş e, lê ne diyar e dê di demên pêş de çawa be.’”

CPT li dijî banga lezgîn jî bêdeng ma

Tûrgût beyannameya CPT’ê ya di 20’ê Adara 2020’an de ya derbarê girtiyên di bin rîska vîrusa koronayê de bi bîr xist û diyar kir ku wan li ser vî esasî di 18’ê Nîsanê de bi banga lezgîn serî li CPT’ê dane lê CPT heta niha bêdeng maye û ew nizanin ku derbarê wan daxwazên wan heta niha CPT ketiye tevgerê yan na.

Geşedanên li dijî projeya neteweya demokratîk

Di berdewamê de Tûrgût bal kişand ser geşadanên herî dawî û wiha pêde çû: “Ev tiştên tên kirin li dijî projeya neteweya demokratîk a rêzdar Ocalan e. Rêzdar Ocalan di darizandinên Îmraliyê jî tê de, di şertên herî giran de bi her gotina xwe bîra azadiyê û îradeya jiyana bi hev re geştir kiriye. Di du salên dawîn de yek ji meseleya ku rêzdar Ocalan li ser wê zêde sekiniye, yekitiya demokratîk a kurdan û tifaqa demokratîk a gelan e. Gelek caran diyar kiriye ku heke ev tişt pêk neyê wê karesat çêbibin. Di dawiya dawîn de tecrîda Îmraliyê bi encama komploya navneteweyî bûye. Li hemberî van tiştan jî Ocalan li ser navê gelê kurd û hemû gelên herêmê li dijî polîtîkayên şer li ber xwe dide.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar