Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Helwesta dewletê çi be dê li gorî wê bersivê bibîne’

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan bal kişand ser peyama Ocalan û da zanîn ku Ocalan di nirxandinên xwe de hevrejiyana gelan bi zelalî daniye holê û aşkera kir ku heke dewlet aştiya civakî esas bigire dê bi rihetî ji kaosê derkeve û bibe welatek demokratîk

Hevserokê Partiya Herênên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku pêvajoya ku Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê, an jî kaosê ve bibe dê bi nêzîkatiya li dijî Birêz Ocalan diyar bibe. Aslan der barê hilbijartina Stenbolê de jî got ku heke AKP peyama kurdan rast bixwîne dê pêşî li demokrasiyê veke.

Arslan destpêkê berxwedana greva birçîbûnê ya ku 200 rojan li dijî tecrîda li ser Ocalan dewam kir bi bîr xist û destnîşan kir berxwedaneke bi heybet bûye, di pêvajoya berxwedanê de 8 berxwedêran jiyana xwe feda kirine û bi rêzdarî berxwedêr bi bîr anîn.

Arslan anî ziman ku dema kurdan qada siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê bi kar anî, divê şert û mercên jiyanê û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu carî nekin mijara bazara siyasetê û wiha got: “Dema ku di vê mijarê de em bi rengekî têrker zextê li desthilatdariyê bikin, hingî wê nêzîkatiya li dijî kurd di ser tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe.”

Ocalan her dem pirsgirêk bi rengê hevgirtî esas girt

Arslan bi lêv kir ku di cewhera têkoşîna Ocalan de fikrê demokratîkbûnê heye û wiha axivî: “Ji ber vê yekê Birêz Ocalan ji sala 1993’yan û vir ve ji bo çareseriya demokratîk timî ked daye. Birêz Ocalan çareseriya pirsgirêka kurd tu carî bi herêmekê ve girê nedaye. Li her devera ku kurd lê dîjîn ji bo qezençkirina mafên wan ên bingehîn ên siyasî û çandî, pirsgirêk bi rengekî hevgirtî nirxand û ji ber vê yekê jî bû hedefa dewletên cîhan û herêmê.”

Arslan aşkera kir ku di vê demê de jî li qadeke teng piştî tecrîdeke demdirêj dema ku firsend dît pirsgirêka kurd nirxand û wiha pê de çû: “Hem berpirsyarya dewletan anî bîra wan, hem jî ji siyaseta kurdan re rê vekir. Paradîgma û têgihiştina çareseriyê ya Birêz Ocalan yekalî nîne. Berpirsyariyên dewletê û civakê ji hev cuda dike, qala wê dike ku divê her kes berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Mînak; diyar dike ku helwesta dewletê ya der barê pirsgirêka kurd de erênî nîne, ji bilî êş, şer û mirinê bi kêrî tiştekî nayê.”

Li hevkirina civakî xalên girîng in

Arslan xalên ku Ocalan balê dikişîne ser wan jî wiha vegot: “Birêz Ocalan lihevkirina civakî, aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk wekî xalên girîng dinirxîne. Dibêje ku divê ev bi hêza aqil pêk were. Vê bangê hem li dewleta tirk û hem jî li siyaseta kurd dike.”

Arslan destnîşan kir ku çanda lihevkirina demokratîk a ku Ocalan ji bo rêveberiyên xwecihî, çareserkirina pirsgirêka kurd a li Rojava û Tirkiyeyê pêşniyar dike, divê bi rengekî bê nirxandin û ev tişt got: ” Birêz Ocalan vê pirsgirêkê bi berfirehî dinirxîne. Pirsgirêka kurd li tu parçeyî ji hev cuda nanirxîne. Rewşa li Tirkiyeyê bandorê li Rojava, ya li Rojava bandorê li Rojhilat, ya li Rojhilat jî bandorê li Başûr dike.”

Tenê du rê pêşiya AKP’ê ye; an kaos an aramî

Arslan bal kişand ser encamên hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê û ev tişt anî ziman: “AKP na wê peyama kurdan rast bixwîne û pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veke, na jî wekî ku heta niha kir dê li dijî gel û civakê rabe û polîtîkaya kaosê kûrtir bike.”

Arslan derbirî ku pêvajoya ku Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê an jî kaosê ve bibe, dê bi nêzîkatiya li dijî Ocalan diyar bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke AKP di vê pêvajoyê de pêşî li hevdîtinên malbat û parêzerên Ocalan û xetên siyasî veke, ev ê were wê wateyê ku AKP dixwaze pêvajoyê rast binirxîne.Naxwe eger peyama gel a 23’yê hezîranê şaş bixwîne, pêvajo wê giran bibe. Ji ber ku yên di hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê de bi ser xist û têk bir kurd in. Bi AKP’ê dan windakirin, bi CHP’ê dan qezençkirin. Heke hevdîtina carekê ya bi Ocalan re siyaseta Tirkiyeyê ewqasî rehet dike, ya ku dikeve ser milê desthilatdariyê ew e ku derfetên berfireh bide Birêz Ocalan. Divê pêşî li veke ku heyetên siyasî, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û parêzerên Ocalan karibin hevdîtinê pê re bikin.”

Arslan anî ziman, bikaranîna dengê stratejîk di hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê de derfetên siyasetê ji bo HDP û DBP’ê afirand û got ku vê pêngavê zemîna siyasetê li Tirkiyeyê ji bo kurdan afirand.

Arslan herî dawî bi lêv kir ku heta pozîsyona siyasî ya kurdan li ber çavan neyê girtin dê siyaset nikaribe bê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di çarçoveya vê rola xwe de divê em nedin pey pêvajoyan, divê li gorî pozîsyona xwe em siyaseta li Tirkiyeyê diyar bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar