Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Helwesta dozger a li hemberî sîxurtiyê ‘çima te qebûl nekir?’

Abdûlgaffar Evren ji ber sîxurtî lê hatibû ferzkirin serî li dozgeriyê dabû. Lê belê dozger jê re pirsa ‘çima te qebûl nekir?’ jê kir

Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdûlgaffar Evren, gava ji mala xwe ya li Taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê ber bi kargeha xwe ya li Yenîsbosnayê ve diçe, sê kesên xwe wekî polîsan didin naskirin pêşî lê digirin û wî bi zorê li wesayîtê siwar dikin û dibin Amîrtiya Polîsan a Polîsên Çewîkê ya Yenîbosnayê.

Gava wî dibin qereqolê, wî dibin odeyekê û jê re dibêjin; ‘Me li dosyeya te nêrî, tu mirovekî dîndar î. Qeyda te ya sabiqeyê jî tune ye. Ji bo ku ji niha û pê ve jî çênebe, tu yê alîkariya me bikî.’

Piştî vê heman kes wêneyên jineke extiyar nîşanî wî didin. Evren jî wiha gotiye: “Min got, ez wê nas nakim. Dû re gef li min xwarin û gotin ‘heger tu alîkariya me nekî, em ê wêneyê te û vê jinikê bidin çapemeniyê û em ê bibêjin rêvebirên payebilind ên PKK’ê hatin zevtkirin.’ Min jî got, niha bidin. Tu sûcek min tune ye û tiştekî ku ez ji bo we bikim tune ye.”

Sîxurtî lê ferzkirin

Evren diyar kir ku piştî ku teklîfa polîsan qebûl nekiriye, vê carê polîsekî din bi sewteke nerm jê re wiha gotiye; ‘Seyda, me tiştek ji te nexwestiye. Şaş fêm neke. Tenê em dixwazin tiştên li derdora te diqewimin, car carina ji me re bibêjî.’

Evren da zanîn ku piştî vê ferzkirina sîxurtiyê wî jî gotiye: “Min got, li taxê her kes di halê xwe de ye, lewma tiştekî ji we re bibêjim tune ye. Piştî vê gotin ‘Dixwazî ji xwe re hinekî bifikire. Lê em roja duşemê cardin hev du bibînin’ û ez berdam.”

Ji aliyê polîsan ve tê şopandin

Evren diyar kir ku piştî bûyer bi 4 rojan çûye bajarê xwe Sêrtê û wiha domand: “Ez 20 rojî mam û cardin hatim Stenbolê. Piştî hatim bi du hefteyan vê carê bi wesayîtin cuda ez şopandim. Biçûma ku derê heman kes. Hema bibêje hefteyê 3-4 rojan ez dişopandim. Ji ber vê ez jî çend rojan ji mal derneketim. Herî dawî hefteya borî derketim lê vê carê bi wesayîteke spî ya marketa wê Renaûlt ez şopandim. Gava min ferq kir min dişopînin, pêşî min berê wesayîtê da hêla Yenîbosnayê. Min dît, hê jî li dû min in. Vê carê min li nav kuçeyan xist. Dû re çûm hêla Sogutluçeşmeyê. Li vê derê sekinîm. Çûm qehwexaneyekê. Gava min dît, wesayît jî li ber qehwexaneyê sekinî, vê carê min telefonî xizmên xwe kir. Gava ew hatin wesayît ji ber qehwexaneyê çû.”

Di axaftina xwe de Evren destnîşan kir ku piştî roja din cardin wî şopandine, vê carê çûye Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û ji wir jî çûye Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê û giliyê wan kiriye.

Ji dozger pirsa ‘çima te qebûl nekir’

Evren behsa hevdîtina xwe ya bi dozger re kir û ev tişt anî ziman: “Gava çûm cem dozger, min tiştên hatine serê min jê re gotin. Dozger jî pirs, ‘Doza çi li te dikin?’ Min jî got, ‘Ji min dixwazin ku tiştên li taxê diqewimin ji wan re bibêjim. Min jî qebûl nekir. Piştî min qebûl nekir, dan dû min.’ Piştî vê dozger got, ‘Tişta ji te xwestine ne tiştekî xirab e, çima qebûl nakî?’ Min jî got, li taxê her kes di halê xwe de ye, ma ez ê çi bibêjim.’ Piştî vê dozger daxwaznameya min girt û ez derxistim derve.”

Armanc tepisandin e

Her wiha Evren diyar kir ku piştî serî li ÎHD û dozgeriyê daye, hefteyek e ku kes wî naşopîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vî awayî dixwazin mirovên doza heqê xwe dikin bitirsînin û wan bitepisînin. Ji ber ku em kurd in ev tişt tên serê me. Kî bi tiştên werê re rû bi rû bimîne, bila xwe li bêdengiyê daneyne, bila doza heqê xwe bikin. Yan na wê hîn bêtir bi ser me de bên.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar