Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Helwesta gel a rast

Welat Perwer | 

Di roja me ya îro de em li rewşa kurdan binêrin, ka gelê kurd der barê jiyan û qedera xwe de çiqas xwedî nêrîn, bîryar û kiryar e? Ka kes û partiyên ku qaşo gelê kurd temsîl dikin, çi qas li gorî xwestek, nêrîn û armancên gelê kurd tevdigerin? Aşkera ye ku di vê xalê de pirsgirêkên pir mezin hene.

Di halê heyî de gelê kurd li hemû perçeyên Kurdistanê bi yekdengî daxwaziya yekitiya neteweyî dike. Baş e, madem gelê kurd bi awayekî giştî yekitiyê dixwazê, wê demê ji ber çi pêk nayê? Kî/kê vê xwesteka giştî asteng dike û pêk nayne?

Gelê kurd li hemû perçeyên Kurdistanê dixwaze li hemberî hemû dagirkeran helwesteke neteweyî hebe. Hemû partî, sazî û hêzên kurdistanî bibin yek û li hemberî hemû curê êrîşên dagirkeriyê bisekinin. Lê di halê heyî de helwesteke bi vî awayî qet û qet tune ye. Heta ne tenê helwesta neteweyî tune ye, di kesayeta PDK’ê de xwe bi her awayî kirina şirîkê dewleta dagirker a tirk heye. Mixabin tevî ku helwesta gelê kurd yekitiya neteweyî ye, PDK û hêzên li ser PDK li Efrîn, Serêkanî, Girêspî, Mexmûr, Şengal û başûrê Kurdistanê hemû êrîşên dewleta dagirker a tirk rewa nîşan dan û didin. Jixwe di derbarê êrîşên qirkirinê yên li Bakur tên kirin jî heya niha yek jî şermezar nekirine.

Halbûkî diviyabû PDK jî di navê de hemû hêz, partî, sazî û kesayetên kurd û kurdistanî li dijî hêzên qirker û dagirker bisekiniyan. Lê ev partî û hêzên ku qaşo li ser navê gelê kurd tevgiderin, li gorî xwestek û armancên gelê kurd tevnagerin.

Baş e vê cesaretê ji ku digirin? Gelo em wek gelê kurd di vê yekê de çiqas sûcdar in? Para me di vê rewşa xeternak de heye yan na? Gelo em ji bo nêrîn, xwestek û armancên me yên neteweyî pêk bên û ji aliyê hemû hêzên kurd ve esas bên girtin, çiqas têdikoşin? Gelo tenê xwestina tiştên baş, têrê dike, yan na?

Aşkera ye ku em jî ji vê rewşê pir zêde berspirsiyar in. Di encamê de ev hêzên heyî giştî, qaşo li ser navê me tevdigerin, qaşo temsîliyeta me dikin û dibêjin em li gorî berjewendiyên gelê xwe tevdigerin lê em hemû jî pir baş dizanin ku ev hêzana wekî em dixwazin tevnagerin. Qaşo li ser navê me tevdigerin lê bêyî ku destûrê ji me bigirin li hev dikevin. Li ser navê me tevdigerin lê diçin bi hêzên qirkerê gelê kurd in re li hev dikin, peymana mor dikin. Lê me ev tişt ji wan nexwestiye.

Aşkera ye divê em wek gelê kurd destwerdeneke radîkal ji vê rewşê re bikin. Ew kes, partî û hêzên ku li ser navê me tevdigerin û dibêjin em nûnertiya gelê kurd dikin, divê ne bi xêra bavê xwe li gorî xwestek û armancên me tevbigerin. Ango divê neteweyî bin. Êdî divê nebin şirîkê tu dijminî. Eger ev yeka nekirin, divê em wan kes, partî û hêzan ji temsîliyeta kurditiyê dûr bixin. Ji me re kes, partî û hêzên ku bi her awayî neteweyî tevdigerin pêwîst in. Divê der barê berjewendî û yekitiya gelê kurd û têkoşîna li dijî dagirkeriyê de xetên me yên sor ên ji bo her kesî derbasdar hebin.

Eger em bi vî awayî tevbigerin wê demê em dibin civakeke polîtîk û kesayetên polîtîk. Di halê heyî de em wek civaka kurd ne polîtîk in. Li ser navê me polîtîka tê kirin û ev tişt jî zirarê dide me. Lê divê êdî em xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Em bi xwe polîtîkayê bikin. Rayeya xwe ya polîtîka kirinê, nedin tu kesî, tu derî. Aşkera ye ew wekî ku em dixwazin vê rayeyê bikarnaynin. Ev pêvajoya derbûsbûyî û rewşa îro ya Kurdistanê vê yekê têra xwe îspat dike.

Di halê heyî de jî bi hemû hêza xwe seferber bûye da ku polîtîkaya qirkirinê ya li ser kurdan bir ser bixe. PDK jî bi vê dewletê re tevdigere û dibêje “Dewleta tirk ne dijminê gelê kurd e, dijminê Tevgera Azadiyê ye.” Jixwe dewleta tirk jî ji bo bikaribe hinek ‘kurdan’ li cem xwe bihêle heman tiştî dibêje. Xuya dike ku PDK û dewleta tirk di heman nêrînê de ne. Baş e, wê demê ew kurdên ku di bin lepa qirkirinê de ne û her roj ji aliyê dewleta dagirker ve tên kuştin, tên îşkencekirin û ji mirova nayên hesibandin, divê çi bikin?

Em kurdên perçeyên din deynin aliyekî, lê li bakurê Kurdistanê em ev sed sal in, tên qirkirin. Beriya Tevgera Azadiyê jî em dihatin qirkirin, niha jî em tên qirkirin. Baş e, ev PDK çima vê yekê dike?

Mixabin heya niha em jî pir delalî nêzîkî PDK’ê bûn, me çavên xwe pir zêdegaviyên wî re girtin. Lê êdî divê em bibêjin êdî bes e, ji vê rûreşiyê re. Êdî bes e, ji vê hevkarî û şirîktiya bi qirkeriyê re. Me heya niha nekir lê divê êdî em wek gelê bakurê Kurdistanê ji vê neyartiyê rê bibêjin êdî bes e!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar