Sala borî di van rojan de dewleta tirk a dagirker li xeta Şeladizê, Bamernê, Kanîmasî, Amêdiyê û Dêrelûkê dabû. A rast ji sala 2007’an û vir ve ev êrîş didome. Lê car caran ev êrîş zêdetir dibin.
Tevî ku ev êrîş bi îdiaya li dijî baregehên gerîlayan e têne kirin, lê belê warên sivîlan jî tên bombebarankirin. Ev tişt ji ber peymana di navbera dewleta tirk û PDK’ê de ye. Li gorî vê peymanê wê warên sivîlan were bombebarankirin, rayedarên PDK’ê wê sedema bombebarankirinê hebûna gerîlayan nîşan bide û bi vî awayî dê gelên Başûr li hemberî gerîla hêrs bibin.
Di çarçoveya vê planê de dewleta tirk a dagirker li herêmên Metîna, Heftanîn, Zagros, Qendîl, Xinêrê û Xakurkê li zozan û koçerên li herêmê da. Di her êrîşê de gelek sivîlên ji başûrê Kurdistanê şehîd bûn.
Serhildana Şêladizê
Herî dawîn di 23,24’ê hezîrana 2019’an de derdora Zap û Dêrelûkê hate bombebarankirin. Hêvîdar Ahmed ê ku parlementerê PDK’ê ye û berê di Rûdawê de bernameyek pêşkêş dikir, çû herêmê. Di merasîma cenazeyê de ji bo ku berê hêrsa gel bide Tevgera Azadiyê û gerîlayan axivî. Roja dîtir meşek hate kirin. Berê meşê dan dawiya Şeladizê qada Geliyê Blanda û xwestin Tevgera Azadiyê ya Kurdan protesto bikin. Piştî rojekê di 25’ê hezîranê de gelê Şeladizê tevî bi hezaran kesên ji Dêralûk û Amêdiyê kom bûn û dest bi meşê kirin. Lê berevajî plansaziya PDK’ê, berê xwe dan baregeha leşkerî ya tirkan. Kesên pêşengî ji meşê re dikirin, nekarîn gotina xwe li ser gel ferz bikin. Piştî demeke kurt gel dest danî ser baregeha leşkerî û wesayîten li baregehê şewitandin. Agir bi kon û stargehan xistin. Gel derket ser tankan û diyar kirin ku Şeladizê Kurdistan e û divê dagirker ne li vir bin. Leşkerên dewleta tirk a dagirker gule li ser gel reşand. Hin serhildêr birîndar û şehîd bûn. Ligel ku ev êrîş hate kirin jî gel berxwedana xwe domand.
13 kes hê jî winda ne
Piştî serhildana gelê Şeladizê, PDK bi pey serhildêran ket. Bi sedan kes hatin binçavkirin. Hin rojnameger jî hatin binçavkirin. Buroyên hin televîzyonan ên li Duhokê hatin girtin. Hin kesên hatibûn binçavkirin, piştre hatin berdan. Lê bi hinceta ku pêşengtî kirine, aqûbeta 13 kesên hatibûn binçavkirin, hê jî ne diyar e. Gelek kes diyar dikin dibe ku ev kes teslîmî Tirkiyeyê hatibin kirin.
Serhildana duyemîn a gelê Şeladizê
Gelê Şeladizê di 20’ê hezîranê de dîsa serî hilda. Sedema vê serhildanê jî êrîşên dewleta tirk bû. Kesên çûbûn seyran û ser erdên xwe hatibûn qetilkirin. Ji ber vê jî hêrsa gel zêde bû.
Dewleta tirk a dagirker li pişt Şeladizê û li nêzî Çemçê gundekî eşîra Rêkaniyan bombebaran kir. Ev gund ji sala 1961’ê û vir ve vala ye.
Ciwanên ku çûbûn seyranê û ser erdên xwe bûn hedef. Di du wesayîtan de çar ciwan hatin qetilkirin. Yek ji ciwanê ku hatiye qetilkirin, di serhildana Şeladizê ya par derketibû ser tanka tirkan. Ev jî diyar dike ku ev ciwan bi qestî bûye hedef.
Ji ber vê jî gelê Şeladizê, Dêrelûk û Amêdiyê di 20’ê hezîranê de cara duyem li Şeladizê kom bû. PDK ji bo pêşiya serhildanê bigire serokê eşîra Rêkaniyan Muhammed Axayê Kelhê û berpirsê xwe yê li herêmê Omerê Orê xiste dewrê. Lê gelê Şeladizê, Dêrelûk û Amediyê ji bo serhildanê li ser gotina xwe bûn. Di 20’ê hezîranê de li Şeladizê serhildaneke din hate destpêkirin. PDK’ê ji Amêdiyê, Dêrelûk, Zaxo û Duhokê hêza asayîşê anî. Hêzên asayîşê nedixwest gel serî hilde û ji aliyê din ve jî baregeha dewleta tirk a dagirker diparast. Hêzên asayîşê êrîşî xwepêşandanê kir. Gel di nav kolanan de serhildan domand. Bi şev jî meşiyan navenda herî mezin a PDK’ê ya li Şeladizê. Fermandarê PDK’ê yê li herêmê Omerê Kelehê telefonî malbata Barzanî kir û diyar kir ku gel ber bi navenda PDK’ê ve dimeşe û dibe ku ev navend têkeve destê gel. Barzaniyan ji nûneran xwestin ku bi gel re rûnin û daxwaza wan hîn bibe. Li ser navê gel heyetek bi nûnerê PDK’ê re rûniştin û daxwazên xwe bi zelalî ragihandin.
Daxwazên serhildêran
Yek: Divê baregehên dagirker ên dewleta tirk ên li Şeladizê û Amêdiyê werin girtin û li herêmê leşkerên tirk nemîne.
Dudu: Kesên sala borî di serhildanê de hatibûn girtin, divê werin berdan.
Sisê: Divê rêyên gundên Rêkaniyan were vekirin û bombebarana li ser herêmê were sekinandin.
Îdia: PDK’ê cihê van ciwanan ji dewleta tirk re got
Nûnerên PDK’ê ev daxwazên gel ji navendê re ragihandin. Barzaniyan diyar kirin meseleya baregeha leşkerî ne bi tenê di destê wan de ye lê ew daxwazên din qebûl dikin. Ev jî li gorî şertê ‘Divê gel nêzî PKK’ê nebe’ hate diyarkirin. Çalakgeran diyar kirin ku PKK ne li herêmê ye û bi qestî axa wan tê bombebarankirin. Hate diyarkirin ku ciwan dema çûne Sîdayê ev tişt ji rayedarên PDK’ê re ragihandine û xwestine ev der neyê bombebarankirin. PDK’ê jî gotiye ‘Temam biçin, wê ev der neyê bombebarankirin’ û ciwan çûne. Heyetê diyar kir ku ciwan bi qestî hatine bombebarankirin û ûltîmatom dan PDK’ê. Heyetê diyar kir ku heke heta sê rojan ev daxwaz pêk neyên, wê dest bi serhildaneke mezin bikin.
Di heman rojê de gundê Golka ya Metîna ya bi ser Kanîmasiyê jî hatibû bombebarankirin û li wê derê jî kesekî sivîl şehîd bûbû. Birayê vî ciwanê şehîd nerazîbûn nîşanî PDK’ê da. Li gorî malbata wî PDK’ê cihê vî ciwanî ji dewleta tirk re gotiye.
Peyam û helwesta gel zelal e
Rewş ev e, gel êdî bi aşkera dibêje ku PDK koordînatên erd, gund û zarokan dide balefirên şer ên artêşa tirk.
Dema ku ev hemû tişt tên ba hev tê dîtin ku li Şeladizê, Amêdiyê, Kanîmasiyê gel li dijî dewleta tirk a dagirker helwesta xwe zelal dike. Li hemberî PDK’ê ya ku hevkariya dewleta tirk dike jî helwesta xwe zelal kirine. Ji ber vê jî di serhildana duyemîn a Şeladizê de daxwazên xwe bi zelalî ragihandine. Çalakgeran diyar kirine heke daxwazên wan bi cih neyê, ew ê serhildanê bidomînin.
Salvegera serhildana yekemîn nêz dibe
Helwest û daxwaza gelê Şeladizê, Amêdiyê û Dêrelûkê gelekî zelal e. Ji bo bicihanîna van daxwazan jî dem dane. PDK’ê diyar kiriye ku wan daxwaz qebûl kirine lê heta niha tu gav neavêtine. Dibe ku PDK hin daxwazan bi cih bîne, lê yek ji daxwaza sereke ya gel ev e ku baregeha dagirker a li Şeladizê were girtin. Zehmete ku PDK karibe biryarê bide ku ew baregeh ji wir were rakirin û Tirkiyeyê ji wê qadê derxe. Ji ber ku Tirkiye naxwaze ji dêra ku dagir kiriye, derkeve. 25’ê hezîranê salvegera yekemîn a serhildana Şeladizê ye, dibe ku ji bo derketina dagirker û hevkarên wê bibe dîroka derketina ji qadê.
Çavkanî: Seyît Evran /ANF