Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Helwesta KCK’ê divê bibe havêynê aştiyê 

Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê helwesta KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî gavek dîrokî û girîng pênase dikin û gotin: “Divê Tirkiye jî waneyekê ji vê karasata mezin bigire û bike havêynê aştiyê û dawîlênaîna şer.”

Di 6’ê sibatê de li bakurê Kurdistanê erdhejek mezin çêbû, heya niha bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û ewqas jî birîndar bûne. Piştî karesata erdhejê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ber erdhejê banga rawestandina hemû çalakiyên li çiya û metrepolan kir. NPG’ê jî bersiva KCK’ê da û diyar kir wê hêzên wan ji derveyî xweparastina ji êrîşan tu çalakiyek li bajar û çiyayan lidar nexin. Lê tevî vê yekê jî dewleta tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên berxwedanê bê navber bi çekên qedexekirî bombebaran dike û di encama van êrîşan de jî gerîla şehîdbûn. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê têkildarî vê helwesta KCK’ê û NPG’ê ji ajansa me re axivîn.

‘Ji derveyî riya aştiyê tu riyek din ji bo çareseriyê nîne’

Parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Herêma Kurdistanê Osman Sêdarî li ser mijarê ji Rojnews’ê re wiha axivî: “Em spasiya KCK’ê dikin, ev helwestekî gelek başe. Divê Tirkiye û Sûriye jî wateyekê ji vê karasata mezin a mirovî bigirin û bikin havênê aştî û dawîlêanîna şer û kuştina mirov. Me dît vê karasatê cudahî nekir di navbera netewe, bîr û baweriyên cuda de. Hemû bi hev re bûn qurbanî. Ev yek jî vê nîşan dide ku em hemû weke hev mirov in, lewma divê bi hev re bijîn û mafên hevdu li ber çavan bigirin. Ji derveyî riya aştiyê tu riyek din ji bo çareseriyê nîne.”

Endamê Rêveberiya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê  Bextiyar Mistefa li ser mijarê wiha got: “Destxweşiyê li gava KCK’ê dikim. Ji ber ku divê di vê rewşê de, em hemû destê hevdu bigirin. Em baş fam dikin ku eger hegemonya û dagirkeriya dewleta tirk nebe, kurd tu demî bîr li hilgirtina çekan nake. Vaye dewleta tirk di vê rewşê de rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê bombebaran dike. Ev biryara KCK’ê biryarekî dîrokî û girînge. Divê Tirkiye jî siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike. Divê fam bike ku wê yê pirsgirêka kurd bi aştî, demokrastiyê were çaresekirin, wê li herêmê aştî û aramî nebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar