Îro li her devera Kurdistanê şer û êrîş heye. Kurd tu carî ji vê rewşê rihet nebûne û meh derbas nabe ku salvegera komkujiyeke li ser kurdan e. Kurd qurbaniyên van komkujiyan bi bîr tînin, çalakiyan li dar dixin û daxuyaniyan didin li dijî komkujeran.
Agirî, Dêrisim, Amed, ta Helebçe, komkujiya Enfal,Qamişlo, Sûr, Cizîr, Amed, Silop, Nisêbîn, Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî, navên hin bajarên ku tê de komkujî li ser kurdan hatine kirin. Ev hemû komkujî bi destê dagirkerên li Kurdistanê hatin kirin. 4’ê gulanê bû, me salvegera 83’yemîn Komkujiya Dêrsimê ku 1937’an de pêk hatibû bibîranî. Û her û her qurbanî tên bibîranîn. Dilê kurdan bipirsin û vekin, em ê bibînin ka çi êş têde heye.
Li van dîrokan ku komkujî pêk hatibin, ew tişteke ku ne pêwîst e em dijminê kurdan dewleta tirk lome bikin. Dewleta tirk û hevkarên wê yên Kurdistan dagirkirin, çi ji destê wan were ji bo qirkirina kurdan temam bikin, ew bikin. Lê aliyên kurdistanî divê werin lomekirin. Ew bo kurd neyên qetilkirin desteka gel digrin, dema ku gotina wan nebe, ew ê jî bikevin nava sûcdariyê.
Konsepta niha ew e ku kurdan bi her awayî ji hal bixin. Dagirkeriya tirk hêza kurdan a ku roj bi roj mezin dibe dizane, ji ber wê dixwaze di her firsendê de êrîş bike û hêza kurdan û tevgera wê kêm bike.
Li Rojava ji ber ku dît çawa kurd mezin dibin û êdî li ser lingên xwe di qada navdewletî de jî disekinin û dost û hevalbendên wan çê dibin, êrîşî Efrînê kir ku li bendê bû kurd lewaz bibin, lê kurdan bersiva xwe li qada diplomasî û siyasî û her wiha şerê li dijî DAIŞ’a hevalbenda dewleta tirk domand. Ev derbeke xurt bû ji dewleta tirk re, vê carê êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di vê de jî rast e hin dever dagir kirin, lê derbeke din li ser asta navdewletî xwar, ji ber kurd hatin pêşwazîkirin.
Li bakurê Kurdistanê piştî konsepta çongdanînê ku faşîzma AKP’ê da destpêkirin, bi leşkerî êrîşî kurdan kir û bi pêkanîna komkujiyan, xwest çong li kurdan bişkîne û yên mayî jî bitirsîne û nehêle dengê xwe derbixin.
Ji pêvajoya şerê bajaran ve, dewleta tirk dixwaze derbê li HDP’ê û kurdan bixe, li bajaran kurd kirin armanc û wer hesab dikir ku bi tepsandina li bajaran, ew ê HDP’ê pûç bike, lê hilbijartinan de, HDP’ê bersiv da û derbek li faşîzma AKP-MHP’ê xist.
Li başûrê Kurdistanê, dewleta tirk çend hemle dane destpêkirin û armanc di çiyan de bandora gerîla kêm bike û hêza parastina kurdan lewaz bike, lê li wir jî derb xwar. Garê û niha jî li Avaşîn, Zap û Metîna leşkerên artêşa tirk derban dixwe û herî dawî serdana wezîrê şer ê tirk Hulusî Akar û mikurhatina ku helîkopterên wan nikarin tekelên xwe bidin erd, derba ku xwarine anîn ziman. Serdana wî jî di çarçoveya ku hinekî moralê bide leşkerên xwe yên qudûm li wan hatine şikandin bû, lê gerîla dîmenên nû parve kirin û çawa leşkerên tirk li bin lingên wan de ne bersiva Akar dan.
Li dawiyê ku em dixwazin bibêjin, rast e dewleta tirk derb li pê derpê dixwe û zare zara wê êdî derdikeve, ew derba dawî nexwariye. Derba dawî bi yek derba xurt a neteweyî ve pêk tê. Li Başûr û li Rojava, Bakur ê li Ewropayê deng û tevgera kurdan a bi hevre divê. Derba bi hev re dibe derba mirinê bo dagirkeran. Aliyên siyasî li Başûr taybet, divê bi cesaret bin û bibêjin dewleta tirk bes e ji te re û hedê xwe bizane. Rewşenbîr yek dengê derbixin û tev hunermendan werin gel hev. Hêza leşkerî ku gerîla niha erka xwe pêk tîne divê were destekkirin. Pêşmergeyên bi nirx hene, dikarin bibin yek helwest. Dikarin bibêjin ji dewleta tirk re hedê xwe bizane û zextê li PDK’ê jî bikin, da ku bînin xeta parastina berjiwendiyên neteweyî, ne yên malbatî û hizbî. Ji ber îro kurd hemû di keştiyekê de ne, divê hemû bi hev re yek helwestê raber bikin. Aliyên nezan werin hişyarkirin û aliyên kêm jî werin dagirtin. Yek helwestiya hemû aliyan li dijî dagirkeriyê divê.