Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Cuma - 6 Eylül 2024

‘Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re rexne kir û got: “Helwesta PDK’ê ya di van êrîşên dagirkeriyê de aşkere û zelal e. Helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye.”

Hevserokê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê Mûrat Kalmaz êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî heremên başûrê Kurdistanê pêk tên, nirxand. Kalmaz êrîşên li ser Başûr wek êrîşên dagirkeriyê pênase kir û got: “Dewleta tirk dibêje ku ew bi hinceta PKK’ê êrîşî deverên Başûr dike. Lê li wan dever ên ku êrîş niha lê pêk tên, teqez hêzên PKK’ê li wir tune ne.”
Kalmaz hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re weke “xiyanet” nirxand û wiha axivî: “Tirkiye ew dewlete ku bi sedsalan e dixwaze Kurdistanê dagir bike. Ev dewlet tu destkeftiyek kurdan qebûl nake. Rastiyek dewletê heye ku hebûna kurdan qebûl nake. Ji ber vê yekê jî dema ku êrîşên bi vî rengî tên kirin. Di vî warî de jî li dijî êrîşên dagirkeriyê helwesta PDK’ê aşkere û zelal e. Helwesta PDK’ê xiyanetkarî û hevkarî ye.”
Kalmaz anî ziman ku PDK ji êrîşên Tirkiyeyê re bingeh ava dike û got: “PDK sûcê xiyanetê li kurdan dike. Dewleteke din tê, dest dide ser erdên we, her roj gundên me bombe dike, yanî dixwaze ew herêma hûn lê serdest in dagir bike. Hûn jî li hember vê yekê bêdeng dimînin. Bûyereke wiha li tu derê cîhanê nehatiye dîtin.”
Kalmaz pirsa, “PDK çawa çavê xwe li bombebarankirina qadên sivîlan û qetilkirina mirovên me digire” kir û wiha got: “Divê PDK demildest rêya ku lê dimeşe û helwesta xwe di ber çavan re derbas bike. Tirkiye çûye li her deverên başûrê Kurdistanê qereqol, kalekol û nokteyên lêgerînê ava kiriye. Tirkiye vî cesaretî ji kî digire? Helbet vî cesaretî ji xiyaneta PDK’ê digire.”
Kalmaz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Erdogan nikare çeteyan bîne Tirkiyeyê, dixwaze bibe li başûrê Kurdistanê bicih bike. Yanî talana ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk aniye dixwaze vê talanê bibe başûrê Kurdistanê û li dijî PKK’ê bide şerkirin.”
Kalmaz li dijî polîtîkaya hevkariya PDK’ê bang li gelê kurd kir ku dengê xwe derxe û bi têkoşînek hevpare a xurt li dijî êrişên dagirkeriyê bê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar