Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Helwesta xurt wê bike OPCW guh bide!

Her ku dîmen, belge û dukomentên bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser tunelên berxwedanê yên gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd kifş dibin û bi rêya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê û Çapemeniya Azad tê parvekirin, zêdetir zextê li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dike. Her wiha her çendî zextê li OPCW bê kirin, hemwext zext li dewleta tirk a mêtinger-qirker jî tê kirin.

Çalakî û helwestên li seranserî Kurdistan û Ewropayê tê kirin, vê yekê nîşan dide ku eger ev yek zêdetir bê kirin, wê bide nîşandan ku OPCW neçar bike dest bi lêkolînê bike û dîsa şandeyên lêkolînê berê xwe bidin van herêmên ku çekên qedexe lê hatine bikaranîn.

Ev çalakî û xwepêşandanên ji bo ketina nava tevgerê ya li Ewropayê, pir tirs û xofek mezin di serî de xistiye nava dilê dewleta tirk a dagirker û saziyên li ber bikaranîna çekên qedexe. Ji ber ku ev helwest dihêle ku rastiya li qadê zêdetir bibe raya giştî ya cîhanî û bigihêje hemû saziyên Ewropî.

Her dawî gerîlayê HPG’ê Dr. Serbilind Dersim diyar kir ku bi delîlên şênber hatiye ispatkirin ku artêşa tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û got, “Artêşa tirk gazên fetsîner bi kar tîne. Ji wan a herî şênber jî gaza klorê ye.” Ji xwe dîmenên ku ji aliyê HPG’ê ve hatin parvekirin, vekirî nîşan dide ku agahiyên ji qadê tên, ne propaganda rastiya dewleta tirk e.

Dr. Dersim bal kişand ser gazên ku dewleta tirk li herêmê bikar tîne û ew gaz wiha nîşan da: “ Gaza Klor. Ev gaz jî fetisînere. Gaza Naroktîkê ku ew jî xwedî taybetmendiyeke welê ye ku sîstemên sînirê xirab dike. Koda vê gazê BZ ‘Buzz 15’ dibe curek ji narkotîka LSD, madeya fentanîl, her wiha gaza rondik rijandinê bi koda CS ye.” Bi taybet Dr. Dersim bal kişandibû ser gaza Klor ku gerîla Baz û gaza narkotîkê ku Helbest bandorek zêde lê kiribû û şehîd bûbûn.

Ji xwe berî niha Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Mûrat Karayilan li ser reng û cureyan jî daxuyaniyek dabû û taybet bal kişandibû ser bombeyên taktîk nuklere û termoborkîk. Ev cûre bombeyên ku sotîner û texrîbatên pir mezin di ciheke teng de heye.

Her kes dikare van cûre madeyên ku hatine eşkerekirin, li gel xwe li ser înternet û dîsa ji pirtûkên zanistî ku dikare rehet herkes xwe bigihîne van, bizane bê ka bandoriyeke çawa li ser mirov çêdike. Ji bo vê yekê dema lêkolînek bê kirin wê teqez bê zanîn bê ka şer û berxwedanek çawa li qadên gerîla tên kirin.

Ev belge û dîmenên ku tên parvekirin xwedî taybetmediyeke mezin e. Her welatiyek dikare van belgeyan li gel xwe belav bike û bigihîne kesên pispor û bi vî rengî em bikarin zêdetir bibin xwedî agahî û bi vê yekê dengê xwe bigihînin saziyên eleqedar û zextê li wan bikin. Ji ber ku halê hazir eger ku dewletek daxwaza lêkolînê neke, OPCW diyar dike ku wê lêkolîn nede destpêkirin. Ji bo wê her çalakî û dengê em bilind bikin, em ê bikarin di serî de dewleta tirk tehşîr bikin û kiryarên wan ên der mirovî bidarezînin.

Hemû çalakî û helwestên vê demê bê kirin, wê di raya giştî ya cîhanî de bibe delîlek ku zextê li OPCW bike û bikare şendeyek serbixwe li qadê lêkolîn bike. Ji bo wê çalakî çiqasî xurt be, wê ewqasî deriyê lêkolînê yên OPCW bê vekirin. Niha hemû kar ketiye ser milê me ku em çiqasî xurt bibin, em ê ewqasê bikarin bandorê li ser hemû sazî û dezgehên Ewropî bikin, di her warî de bikeve nava helwestê. Ji bo wê her kesê bikare vê yekê tehşîr bike û birengek bide nîşandan, teqez encama xwe wê hebe. Hunermend bi hunera xwe, rojnamevan bi nûçe û belgeyên xwe, jin û ciwan bi deng û rengê xwe, her kes li aliyê xwe ya dikeve ser milê bike; dengê li ber bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir bike.

Em dibînin ku çalakiyên heyî heta astekê hemû Ewropa xistiye nava liv û tevgerekê. Dewleta tirk neçar kir ku hinek daxuyanî bide. Ji bo vê yekê ye, çalakî û tehşîrkirina dewleta tirk bi belgeyên hatine eşkerekekirin pir girîng û wate ne.

Dengê me, helwesta me, wê bike OPCW guh bide û bikeve lêkolînê…

Nûçeyên Têkildar