Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Helwestên dij dagirkeriyê

Ji 15’ê Hezîranê vir ve, dewleta tirk li hember başûrê Kurdistanê dagirkeriyek berfireh daye destpêkirin. Ev dagirkerî berdewama konsepta rûxandinê yê ku 2014’an de di civîna MGK’ê de biryar hatibû dayîn. Li gor vê biryarê li ser navê Kurd û Kurdistanê li derdor sînorê dewleta tirktu tişt nemîne. Ev 6 sal e vê konseptê bi awayek hovane û li dij mirovahî dimeşîne. Çiqas bi serket çiqasî têk çû? Ev mijarek cuda ye. Lê helwesta dewleta tirk ev e. Armanca dewleta tirk, bi êrîşa li ser Heftanînê gav bi gav dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Ew kesên ku vê yekê nebînin kor û lal û fahş in.

Li hember vê dagirkeriya dewleta tirk helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ne helwest û sekneke neteweyî ye. Bi daxuyaniyên ku hatine dayîn û seknen ku tên nîşandan, xeteriya dagirkeriyê nayê dîtin. Tenê êrîşek li ser PKK’ê dibînin. Ji bo vê yekê jî wek fermî dibêjin bila PKK û dewleta tirk ji welatê me derkevin. Helwestek ecêbmayî û sosret e. Dewleta tirk hêzek dagirker e û jibo axa başûrê Kurdistanê dagir bike hatiye. Li dij planên dewleta tirk gotina derkeve, ne helwestek hikûmetek serwerîye. Dagirker bi gotina derkeve, dernakevin. Divê werin derxistin. PKK jî hêzeke kurdistaniye  û li hember vê dagirkeriyê berxwedanê dike. Ji bo PKK’ê jî gotina derkeve ne helwestek netewî ye.Ev helwest bi kêrî tu kesî nayê.

Helwesta dewleta Iraqê jî ne zelal e. Xuya ye ku hîn hêzên Iraq û dewleta tirk bi hev kirine. Yanî beşek hêzên di nav dewleta Iraqê de bi dewleta tirk re di nav hevkariyê de ne. Serokê Iraqê  Mûstafa Kazimî îhtîmaleke  mezin di nav vê hevkariyê de ye. Xuyaye ku Kazimî li gor planên Amerîkayê tevdigere. Daxuyaniyen ku tên dayîn û sekna dewleta Iraqê alîkariya dewleta tirk dike. Ew hêzên ku dibêjin me şandiye ser sînor ji ne rast e. Tu eleqeya wan hêzên ku çûyîne wê derê, bi sînor ve tune ye. Ji sînor 20 km dûr in. Xuyaye ji bo hîn planên din li wê derê ne. Helwesta dewleta Iraqê şiloye û hesabên şaş têne kirin. Hin dewletên ereb, bi daxuyaniyan dagirkerî şermazar kirin û xwestin dewleta tirk bisekine. Ev jî tenê bi daxuyaniyê ve bi sînor ma. Ev jî ne helwest e.

Helwesta herî diyarker helwesta Amerîkayê ye. Bixwaze dikare bi yek rojêkî de bide sekinandin. Lê xuyaye ku ev dagirkerî planeke Amerîkayê yê. Vê yekê di daxuyaniyên xwe de, bi aşkera anîn ziman. Gotin me ji Tirkiyeyê Iraq û Herêma Kurdistanê re gotiye bi hevre tevbigerin û PKK xilas bikin. Ev daxuyanî hemû tiştê dide dest. Sekn û helwesta Amerîkayê seknek û helwestek bê ehlaq û bê wijdan e.

Li hember dagirkeriya dewleta tirk sekn û helwesta gelê kurd di rojên destpêkê de baş bûn. Li hemû cihên ku kurdistanî lê dijîn daketin qadan vê yekê şermezar kirin. Bi taybet helwêsta gelên Şêladizê helwesta herî bi wate û pîroz bû. Lê tevgera gel jî di rojên dawi de hinek sekiniye. Tenê temaşekirin heye û li ser malperên tora civakî bertek tên nîşandan. Li dij dagirkerî temaşekirin ne helwestek demê ye û bi bertekên li ser tora civakî jî dagirkerî têk naçe. Encax bi derketina qadan û bi serhildanan mirov dikare van hesab û leyîstikên li ser gelê kurd bala derxîne.

Helwesta herî tund şênber û pîroz helwesta şervanên azadiya gelê Kurdistanê ne. Îro 14’ê Tîrmehê ye. Roja salvegera berxwedanvanên 14’ê Tîrmehê li hember faşîzma 12’yê Îlonê ye. Di heman demê de, roja serkeftina Berxwedana Zindana Amedê û têkçûyîna faşîzma 12’yê Îlonê ye. Şopdarên berxewadana 14’ê Tîrmehê îro li Heftanîn li hember faşîzma AKP û MHP’ê li ber xwe didin. Nêzî meheke li Heftanînê li dij dagirkeriyê berxwedaneke pir mezin heye. Nahêlin dagirker û hevkar û hevalbendên wî bi rehetî bi pêş bikevin. Careke din didin nîşandan ku dibe ku li ser Kurdistanê seferan bikin, lê tu carî serkeftinan bi dest naxin.

Nûçeyên Têkildar