Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hem nehiştin biçe merasîma cenaze hem jî heqê rê ji hesabê wî birîn

Rayedarên Girtîgeha Tipa F a Hêjmar 2 a Koçaelî hem daxwaza Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy a tevlêbûna merasima cenazeyê birayê wî red kir û hem jî 4. 820 Tl heqê rê ji hesabê wî yê li girtîgehê birîn. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç, sedema vê yekê ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî û xwest bibersivîne

Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Serdema 24’an Halîl Aksoy ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kocaeliyê dema birayê wî jiyana xwe ji dest da, xwest beşdarî merasîma cenazeyê wî bibe di 31’ê tîrmeha 2019’an de ji rêveberiya Girtîgeha Kocaelî “Destûra mazeretê” xewst. Lê rêveberiya girtîgehê ev daxwaza Aksoy red kir. Derket holê ku rêveberiya girtîgehê di 19’ê tebaxa 2019’an de ji hesabê Halîl Aksoy ê li girtîgehê 4 hezar û 820 TL pere birî ye. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç, diyar kir ku piştî Halîl Aksoy mexdûr bû, serlêdana sûc kiriye û diyar kiriye ku bêyî destûra wî pere ji hesabê wî birîne. Halîl Aksoy xwest ku 4 hezar û 820 TL pereyê ku ji hesabê wî hatiye birîn bi lez dîsa paşve bidin û rêveberiya girtîgehê li gorî hiqûq û zagonan der barê personelê girtîgehê de lêpirsinê bidin destpêkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul vê rewşê bibersivîne pirsname da meclisê. Koç ev pirs pirsîn:

*Ji bo 4 hezar û 820 TL pereyên ku bê ûsûl ji hesabê Halîl Aksoy hatiye qutkirin dîsa paşve bê dayîn, hûn ê der barê Rêveberiya Girtîgeha Kocaelî de têkevin nava hewldanan?

* Li gel ku Rêveberiya Girtîgeha Kocaelî “Destûra mazeretê nedan”  li ser navê wê “Mesrefa rê” qut kirine û nelirêtî kirine. Ji bo vê nelirêtiyê tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?

* Ji bo der barê mijarê de fatura, belge û nivîs derkeve holê hûnê raporê ji Rêveberiya Girtîgeha Kocaelî bixwazin?

* Her girtiyê ku dixwaze cihê wî bê guhretin, bêyî destûra wî pere ji hesabê wî tê birîn ya na? Têkildarî vê yekê teamul û qanûn heye ya na?

* Ligel aşkera xuya dike ku persanel û Rêveberiya Girtîgeha Kocaelî sûcekî giran kiriye têkildarî rewşa girtîgehan tu qanûn nayê guhertin, wê hesab neyê pirsîn? AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar