Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Hem şer dikin hem navê wê dikin Kaniya Aştiyê’

Nûnerên sendîkayan bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û diyar kirin ku ew li dijî şer aştiyê diparêzin. Serokê Şaxa Egîtîm Sen’ê yê Antalyayê Kadîr Ozturk bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da û wiha got: “Tuyê hem şer bike, hem jî navê wê bike ‘Kaniya Aştiyê’ ev çawa çê dibe? Tiştekî wisa nabe.”

Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Cotmehê de bi tang, top û balafirên şer dest pê kir, di roja 8’an de berdewam dike. Bertek û nerazîbûnên gel û nûnerên rêxistinên civakî yên li dijî şer û êrişan her ku diçe zêde dibe. Nûnerên sendîka û komeleyan ên Antalyayê bertekên xwe yên li dijî şer anîn ziman. Rêvebera Komeleya Piştevanî û Navenda Şêwirmendiya Jinan a Antalya Nîgar Duru diyar kir ku teoriya ji nûve jiyandinê ya di pêşeniya jinê de pêş dikeve bi ruh dibe û wiha got: “Bi pêşengiya jinê gelan azad dikin. Mafê gel heye ku siberoja xwe bi xwe tayîn bike. Qedera xwe diyar bike. Gel dixwaze bi ziman, çand û nasnameya xwe bi hevre azad bijî. Em jî vê diparêzin. Gelê Sûriyeyê li Rojava têkoşînek dijwar pêş xist. Azadiya xwe ilan kirin. Lê îktîdar ji hişyarbûn û azadiya gelan ditirsin. Niha gelê kurd pir zane û hişyar bûye. Êrîşa dewletê li dijî hiqûqê ye û neheq e. Ev şer dibe sedem ku hêzên mirov û jin qetil kirin û revandin serbest bên berdan. Em her dem li dijî şer in.”

‘Ev êrîşek giştî ya li dijî kurdan e’

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Antalyayê Muhsîn Taşar jî diyar kir ku niha li dijî gelê kurd şerekî topyekûn heye û wiha got: “Tu bingeha vî şerî ya hiqûqî tune ye. Heta niha ji aliye Rojava ve kevirek nehatiye avêtin. Gelê kurd li wir li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Tu aliyê mirovî û hiqûqî yên êrişên li ser Rojava tune ye.”

‘Operasyona xwe xelaskirinê ye’

Rêveberê Partiya Avakirina Ji Nûve Sosyalist (SYKP) yê Antalyayê Îrfan Yalçin jî anî ziman ku operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona xwe xelaskirinê ye. Yalçin destnîşan kir ku êdî li hemû cîhanê Tirkiye bi tenê maye û wiha got: “Êdî şer jî nikare Tirkiyeyê rizgar bike. Gelê Tirkiyeyê li dijî şer in.”

‘Em li dijî şer aştiyê diparêzin’

Serokê Şaxa Egîtîm Sen’ê yê Antalyayê Kadîr Ozturk bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da û wiha got: “Tuyê hem şer bike, hem jî navê wê bike ‘Kaniya Aştiyê’ ev çawa çê dibe? Tiştekî wisa nabe. Em li dijî şer aştiyê diparêzin. Bi vê rêbazê dixwazin îktîdara xwe li ser piyan bihêlin.”

‘Divê ev şerê neheq bi lez bê rawestandin’

Serokê berê yê Patiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) yê Antalyayê Zeynel Abîdîn Ergen jî anî ziman ku îktîdara AKP’ê mudaxaleyî meseleya navxweşî ya welatekî din dike û wiha got: “AKP’ê di vê mijarê de pir şaşî kir. Li vir sivîl tên kuştin. Li ser sînor xwîn diherike. Divê ev şerê neheq bi lez bê rawestandin. Zem li ser zemê zêde dibe. Her tişt zem dibe.”

‘Di şer de sivîl û rojnameger tên kuştin’

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Antalyayê Erdal Gilgil jî anî ziman ku cîhanek ku mirov neyê kuştin dixwazin û wiha got: ‘Em dixwazin demek berî demekê aştî pêk bê. Di şer de mirovên bê guhen, mirovên sivîl, rojnameger zarok û jin tên kuştin. Di destpêkê de li du aliyên sînor mirovên sivîl hatin kuştin. Ji ber vê yekê divê her kes li dijî şer derkevin.” ANTALYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar