Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hem şerbet e û hem jî derman e

Li Dersimê tiriyên ji rezan tên berhevkirin ji bo mehên zivistanê dikin şerbet û wek kevneşopî tê vexwarin

Li Dersimê amadekariyên mehên zivistanê bênavber didomin. Şêniyên gundê Kavaktepe ya girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê dest bi çêkirina şerbeta tirî kirin. Gundî diçin nav rezên xwe tirî berhev dikin û tînin malê û du rojan didin rawestandin. Pişt re tiriyê tînin di selikan de diguvêjin. Ava tirî ku kom dibe dixin beroşên mezin û li tifikan nêzî 9-10 saetan tê kelandin. Şerbet piştî ku şerbet hasil dibe carek din diguvêjin, dixin kûpan û di cihên hînîk de vedişêrin.

Necla Şahîn derbarê çêkirin û çêja şerbetê de axivî û da zanîn ku ew diçin ji nav rezan tirî berhev dikin û tînin li malê disekinînin û dû re dikelînin û dikin şerbet. Şahîn anî ziman ku şerbet yek ji amadekariyên zivistanê ye û li her gundên rezên wan hene şerbet tê çêkirin. Şahîn got şerbet di zivistanê de bi taybetî li gel xwarinan didin.

Şahîn diyar kir ku şerbet yek ji kevneşopiya ji mezinên wan maye û wiha got: “Em zivistanê tu carî ji sofreyên xwe kêm nakin. Çimkî berê mehên zivistanê pirr dijwar derbas bûne. Ji ber vê yekê dayik û dapîrên me di şûna dew û vexwarinên din de şerbeta tirî çêkirine û vexwarine. Em jî kevneşopiya wan didomînin.”

 Li şûna dermanan tê vexwarin

Şahîn da zanîn ku şerbeta tirî ji bo tenduristiya mirovan pirr bi feyde ye û ji bo êşa mîde, aciziya rovîya û birînên di hundirê dev de baş e. Şahîn got şerbeta tirî di heman demê de li şûna dermanan jî tê bikaranîn.

 Avê li nav dixin û vedixwin

Şahîn da zanîn ku şerbet bê lêzêdekirina avê nayê vexwarin û got: “Em li qedehek şerbet 5 qedeh av lê zêde dikin. Heta av nekeve navê nayê vexwarin. Çimkî vexwarinek giran e. Wê demê dê mîdeyê aciz bike.” DERSIM

Çavkanî: Semra Turan / MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar