Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hem şervan hem jî hunermendê gelê xwe bû

Hunermend hene ku bi hunera xwe dil û mejiyê civakê dineqişînin. Hunermend û şoreşgerê mezin Hozan Serhat jî yek ji wan e ku beriya 20 salan bû stêrk. Hozan Serhat bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî û hunerî navê xwe li dîroka têkoşîna Azadiya Kurdistanê nivîsî

Hunermend afirînerên hestên civakî yên ku didin der in. Bi hunera xwe dil û mejiyê civakê dineqişînin. Lê belê di hin civakan de tenê pêşxist û afirîneriya hunerî têr nake. Ji ber wê yekê jî hunermendên civîkî li gorî daxwaz û bendewariyên civakî tevdigerin û ji bo bibin bersiv di her qadê de têdikoşin.

Li dijî qirkirina çandî û fizîkî bi rista xwe ya şoreşgerî radibin. Yek ji van civakan jî civaka kurd de ku gelek hunermendên şoreşger hene. Ne tenê di warê hunerî de bi şoreşgeriya xwe jî navê xwe li dîrokê nivîsandin e. Kesayetên bi vî rengî tu caran naye ji birîkirin. Suleyman Alpdogan bi navê din Hozan Serhat jî yek ji van kesayetên ku herî bi nirx e. Hozan Serhat hem di warê hunerî de û hem jî di warê azadiya civaka xwe de têkoşînên mezin daye. Hozan Serhat bi stran û klamên xwe bi salan li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke bêhempa da meşandin û di hiş û bîra gelê kurd de her dem zindî ma. Li ser şehadeta hunermend û şoreşgerê kurd Hozan Serhat re 20 sal derbas bû. Hozan Serhat di 22’yê tîrmeha 1999’an de di pevçûneke li navçeya Elkê ya Şirnexê de şehîd dikeve. Hozan Serhat di jiyana xwe de her tim li hemberî pergal û hişmendiya kapîtalîst têdikoşiya û ji bo jiyaneke bi wate bijî û bide jiyîn ked û xebatên girîng pêş dixist.

Bi destan û çîrokên gelê xwe mezin bûye

Hozan Serhat di sala 1970’yî de li navçeya Zêtkan a Agiriyê ji dayik dibe û ji pênç xwişk û birayên malbatê yê herî biçûk e. Bêguman di zarokatiya xwe de her guhdarî qirkirinên li ser kurdan û serhildanên kurdan kiriye ku yek ji wan jî ya Agiriyê ye. Bi destan û çîrokên gelê xwe mezin bûye. Ew çand û berxwedana civaka xwe ji malbata xwe hîn bûye. Lê jiyan bi qasî rastiyê carna mirov diêşîn e. Piştî wefata bavê xwe bi malbatî koçî Panosê dikin. Zarokatî û ciwantiya wî li Panosê derbas dibe û dibistana navîn û lîseyê li vir dixwîne. Lê belê Hozan Serhat di temenê xwe yê biçûk ango hêj di 7 saliya xwe de meraqa hunerê pêş dikeve. Di malê de birayê wî Arîf Alpdogan li tembûrê dixe, li hemberî tembûrê meraqî wî jî çê dibin û tembûra kekê xwe ji destên xwe danayne. Birayê wî pênc salan ji wî mezintir e. Dibe ku yek tembûrek wî dike hunermendekî mezin. Lê belê ya rast ew daxwaza vegotina hest û serpêhatiyên gelê xwe ye ku wî dikişîne nava hunerê û wî ber bi şoreşgerekî mezin ve dehf dide. Ev daxwaza wî ya hînbûna tembûrê û eleqeya hunermendiyê di demek kin de digihîne armanca xwe. Her çendî Serhat gelek caran rastî bertekan bê jî ew dest ji hewldana xwe ya hîmbûna tembûrê bernade û di demeke kurt de newayên tembûrê derdixe holê. Di nava demê de di aliyê tembûrê de gelekî pêş dikeve, li ser vê yekê kekî wî Alpdogan jî piştgiriyê didê. Ew îradeya ji zarokatî dest pê dike êdî bi ser dikeve.

Serdema lêpirsîna hişmendiya neteweyî

Hozan Serhat bi eleqeya xwe ya li ser hunerê gav bi gav xwe pêş dixe. Li ser huner û hûnermendiyê xwendin û vekolînê dike. Hozan Serhat di 18 saliya xwe de Beşa Konservatûrarê ya Dewletê ya Muzîka Tirkî û Zanîngeha Egeyê ya Îzmirê bi dest dixe. Piştî diçe konservatûrarê dest bi amûra muzîkê ya azerî a bi du têlan ku wekî horguçlu tê zanîn dike. Ligel vê li bilûr, gîtar, tembûr û klavyeyê jî dide. Lê belê bala Hozan Serhat her tim li ser çand û muzîka kurdî ye. Di nav lêpirsînekê de ye. Di konservatûarê de li ser çand û hûner, muzîk û dengbêjiya kurdî vekolînên gîrîng dike. Ewkî xwe û çana jê hatiye di warê hunerî de jî di lêpirsînê re derbas dike. Di nav çandeke beyanî de çanda xwe jî meraq dike. Lewre ew çanda wî bi salan hatibû pişavtin û naveroka wê hatibû valakirin. Hozan Serhat di vî warî de hişyariyek pê re çê dibe. Pirsnîşan di hişê wî de pêş dikeve. Ji bo Hozan Serhat serdema konservatûrarê dibe serdema lêpirsîna hişmendiya neteweyî û demekî şûnde di aliyê muzîka kurdî û neteweyî de xebatên xwe bi pêş dixe. Lêkolînên di warê kurdeweriyê de ew ber bi têkoşîneke bêhempa dehf dide. Êdî ji bo Serhat serdemek nû dest pê dike.

Bi hişmendiya neteweyî bi serket

Her çiqasî têkoşînekê li dijî pişaftin û ji xwe dûrketinê dide jî hewildanên ku wî ji çanda kurdewarî dûr bixe jî kêm nîn e. Di serdema konservatûarê de hewildanên ku Hozan Serhat bikişînin nav pişaftina jidûrxistina ji kurdewarî zêde çê dibe. Her wiha di heman demê de kekê Serhat, Arîf Alpdogan jî xwendekarê konservatûarê ye û her çiqasî dixwaze wî di aliyê klamên tirkî yên herêma Egeyê de bikişîne jî Hozan Serhat bi gotinên wekî “Heman meqam di kurdan de jî heye, bi taybetî di beşên hîcazê de hêj otantîk, xweştir û bi hêstewar in” bersivê dide, hemû hewldanên kekê xwe red dike. Hozan Serhat bi gelek amûrên cuda çandeke muzîkê derdixe holê û li ser stranên herêma Botan û Serhedê radiweste û klama “Batmane Batmane” şîrove dike.

Têgihiştina têkoşîna azadiyê

Ne tenê di warê hunerî de bi giranî li ser hebûn û kurdewariya xwer radiwestiya. Êdî Hozan Serhat di warê çand û hunerê de di warê hişmendî, bîr û baweriyê de, di warê birdozî û kurdwariyê de her wiha bi têgihiştina têkoşîna azadiyê de gelekî pêş dikeve. Û wekî berê jiyaneke ji rêzê ji bo xwe napejirîne.  Dema sal meha sibatê 1991’an dide nîşa, êdî Hozan Serhat di gelek aliyan de xwe bi pêş xistiye û êdî hişmendiyeke neteweyî jî derketiye holê û li gorî vê hişmendiyê dest bi têkoşîna jiyanê dike. Wekî her kesên ku ji xwe re digotin em hunermendên kurd in tevnedigeriya. Di her qadê de cudahiya xwe dida xuyakirin û li gorî wê teşe dida jiyana xwe.  Tenê nedixwes di warê hunerê de xizmetekê bike, her tim hiş û guhê wî li ser têkoşîna azadiya gelê kurd bû. Hunermendekî rast û dilsozê gelê xwe bû. Lewre pêwistiya gelê kurd li gel pêşxistin û parstina çandî di heman demê de bi azadiyê hebû. Hozan Serhat jî di wê ferqê de bû ku heke civakeke ne azad be xebatên ji bo çand û hunerê  jî dê her tim qels, lewaz û negihêje armanca xwe.

Dema biryardayînê

Ew fikirîn û kûrbûna li ser doza kurd û Kurdistanê roj bi roj ew ber bi biryardariyekê ve dibir. Lewre wekî her kurdewar û welatparêzekî wî jî geşedanê li Kurdistanê û bi taybetî êrîşên hêzên dewleta dagirker a li ser gelê kurd ji nêz ve dişopand. Bi taybetî jî Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemberî dewleta tirk ku şerê dida maşandin ji nêz ve dişopand. Roj hat ku êdî ne tenê di hawêrê hunerî de di warê têkoşîna çekdarî de jî li hemberî polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê têbikoşe. Hozan Serhat piştî bi felsefeya Tevgera Azadiyê (PKK’ê) hişmendiya xwe kûr dike, di sala 1991’an de bi hevjîna xwe ya bi navê Yildiz re di meha tîrmehê de berê xwe dide çiyayê Kurdistanê û ji bo azadiya gelê kurd û Kurdistanê dest bi têkoşînê dike. Piştî her yek di komekî de cih digire, demek şûn de Yildiz li Cizîra Botanê tê girtin û rastî 12 sal 6 mehan cezayê girîtîgehê tê.

Hem şervan hem jî hunermendê gelê xwe bû

Hozan Serhat êdî hem hunermend û hem jî şervanê doza gelê kurd bû. Pişît ku Hozan Serhat di nava Tevgera PKK’ê de cihê xwe digire ne tenê di warê şervantiyê de di heman demê de li ser xebata ku bi salan dikir di warê çand û hunera kurdewarî de jî xebatên xwe pêş xist û berfireh kir. Lewma têkoşîn yek alî nedimeşiya. Ji ber kar û barên muzîkê Hozan Serhat diçe Ewropayê û di Hunerkomê de cih digire û 4 salan li vir dimîne. Serhat ne tenê karê muzîkê di heman demê de xebatên şanoyê jî dide meşandin. Wekî hunermendekî şoreşger çi dikeve ser milê wî ji bo gelê kurd û Tevgera Azadiyê pêş dixe.

“Ji bo şoreşgerekî vegera welat peywîrek e”

Hunermend û şoreşgerê kurd xebatên ku tê kirin ji bo xwe tu carî bes nabîne. Bi israr li ser xetereyê muzîk, çand û folklora kurdî disekine û di vê alî de xebatan dide meşandin. Serhat diyar dike ku divê stranên kevin bên derxistin, bên xwandin û ji bo pêşerojê bên amadekirin. Ligel xebatên ku pêşdixe jî li welatê xerîbiyê nema dikare bisekine. Her çendî di aliyê muzîk û amûran de xwe bi pêş bixe jî Hozan Serhat diyar dike ku; “Ji bo şoreşgerekî vegera welat peywîrek e” Herî dawî di sala 1996’an de vedigere Kurdistanê. Piştî demekî li Zapê dimîne, derbasî Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya li Hewlêrê dibe û li vir xebateke berfireh dide nîşandan.

Bi strana “Hewlêr” rastiyê vedibêje

Li aliyekî din jî bêtehamûliyek li hemberî çandeke pêşketî û şoreşgerî hebû. Hunera ku pêş diket pêşî li pergala kapîtalîst, hişmendiya serdest, feodal û axatiyê digirt. Ev xebat û têkoşîna hunerî gelek derdorên serdest û feodal jî aciz dikir. Lewre di sala 1996’an de hêzên PDK’ê xwe li vê xebata hunerî ya kurdewarî negiritin û bi ser NÇM’ê ve digirin û hin hunermendan qetil dike. Beriya vê buyera kambax bi 4 rojan Hunermend Serhat diçe bajarê Silêmaniyê. Tê gotin ku ev êrîşa bi taybetî ji bo hunera şoreşgerî û kurdewarî ya civakî, demokratîk û li hemberî serdestiyê tê pêşxistin pêk hatiye. Hozan Serhat bi strana xwe ya “Hewlêr” vê kambaxiya li hemberî hunera kurdî pêş ketiye bi hemû aliyên wê radixe ber çavan.

Bala Serhat li Bakur e

Bala Hozan Serhat her li bakurê Kurdistanê ye ku di bin dagirkerî û mêtingehiya dewleta tirk deye. Serhat careke din berê xwe dide Bakur û diçe Herêma Botanê. Têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê gelê kurd û Kurdistanê dide meşandin. Di her kêliyê de hem di warê hunerî de hem jî di warê têkoşîna çekdarî de xwe şûnde nade. Her dem li pêş têdikoşe. Di her kêliya bêdeng de di her şahî û şevbêrkan de wekî hunermendekî şoreşger ji bo hevalê xwe stranan dibêje. Hozan Serhat tembûra xwe ya ku ji destê xwe danayne muzîka şoreşgerî pêş dixist, hem stran dibêje, hem jî tomar dikir.

Berhemên wî

Di warê afirîneriyê de jî Hozan Serhat gelek berhemên giranbûha ji bo gelê kurd pêş xist. Berhemên wî ji bo ciwanan bû rênêşek û pêşiya wan a şoreşgerî ronî kir. Hozan bi stranên xwe yên şoreşgerî bala herkesî dikişand ser xwe. Di stanên wî de ne tenê hest di heman demê de bîrxistina dîrok û têkoşînê jî hebû. Hewlêr, Payîz e, Mizgîna Çeleng, Çûka Serê Darê, Şer e, Ser Banîka hin ji berhemên hunermend Hozan Serhat yên bi nav û deng e.

Stêrkbûna hunermend û şoreşgerekî

Hunermend û şoreşgerê mezin Hozan Serhat ku bi têkoşîna xwe ya di warê hunerî û şoreşgeriya xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê de gelek ked û xebateke giranbûha da. Hozan Serhat, hêj gelek tiştê ji bo gelê kurd û hunera kurd bikirana hebû lê ji ber stêrkbûnê ew xebata wî îro bidehan hunermend û şoreşgerên kurd yên li çiyayê Kurdistanê didomînin.  Hunermendê mezin û şervanê vî gelî beriya 20 salan di 22’yê tîrmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê di şerekî de tevli kerwanê pakrewanan dibe. Ji wê rojê heta niha wekî kêmasiyek di warê muzîk û hunera kurdî de her tim tê xuyakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar