Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hemleya Azadiyê

Li Kurdistanê ji bo dawîanîna faşîzmê pêngavek bi wate hat despêkirin. Ev pêngava ku di çilsaliya darbeya 12’yê Îlonê de hat ragihandin, îrade û daxwaza gelan a azadiyê derdixe holê. Di van çil salên derbasbûyî de têkoşîna gelan a li dijî faşîzmê gihaşt asteke girîng. Lewma ev pêngava bi dirûşma “Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” jî derdixe holê ku tu tişt nikare pêşî li têkoşîn û azadiya gelan bigire.

Bêguman ev hamleya azadiyê ji bo rêxistinên kurdî bikaribin bi hev re li dijî faşîzm û dagirkeriyê têbikoşin derfetek mezin ava dike. Her wiha ev ji bo avakirina yekitiya neteweyî jî gavek erênî ye.

Ev hamle ne yekalî ye. An jî bi qadekê ve ne sînordar e; ev hemle li dijî hemû êrîşên pergala faşîst û dagirker e yên bi pêşengiya faşîzma AKP-MHP’ê bi pêş dikevin û her roj civakê qir dike û dest dirêjî nirxên gelan dike.

Rejîma dagirker a AKP-MHP’ê, ji bo bikaribe Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibe û îradaya gel a daxwaza azadiyê bişikîne serî li hemû rê û rêbazên qirêj dide. Her roj li Kurdistanê bi dehan bûyerên bi vî rengî ji hêla vê zihniyetê ve pêk tên. Ev tifaqa antî-kurd bi destûra hêzên NATO’yê ve li Kurdistanê bi çavsoriyeke mezin bi ser kurdan ve diçe.

Dixwazin bi her awayî kurdan bi tenê bihêlin. Gelên bi tenê hatine hiştin jî her tim mehkûmî bindestiyê bûne. Pergala faşîst û dagirker jî baş dizane ku gelê kurd gelekî herî kevnar ê vê herêmê ye. Ger ev gel azadiya xwe bi dest bixe, wê pêşî li azadiya hemû gelên bindest jî vebibe. Lewma di kesayeta gelê kurd de dixwazin hemû kêmneteweyên li herêmê dijîn jî ji nedîtinê ve werin. Ji bo di vê hemeleya xwe de jî bi ser bikevin ji bo qirkirina kurdan bi israr in.

Bêguman rejîma faşîst û dagirker a AKP-MHP’ê bi dijayetiya kurdan xwe li ser erkê digire. Ji ber pergala dewleta tirk a heyî li ser înkar û tunekirina kurdan hatiye avakirin, ev rejîma antî-kurd jî di vê mijarê de bi rehetî dikare ji xwe re hevkaran bibîne. Lewma ev pêngava ku ji hêla rêveberiya KCK’ê ve hatiye destpêkirin li dijî vê feraseta dijminane ye.

Yek ji prensîbên jiyana kurdan berxwedana bêdawî ye lê pêwîst e ev berxwedanî di kesayeta civakê de bibe mîna çandekê û her tim bi îradeyek hîn meztir ve bê jiyîn. Di van çil salên derbasbûyî de bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê ve, ev çand hatiye bidestxistin lê ya girîng ew e ku li gor ruhê vê çandê mirov bikaribe bibe lêgerê azadiyê. Ji bo vê jî pêwîst e di her kêliyê de mirov lêgerê azadiya xwe be. Ji ber ku ger kes azad nebe civak jî azad nabe, ger civak azad nebe kes jî azad nabe. Çawa ku ev her du bêyî hev nabin li Kurdistanê jî bêtêkoşîn ne gengaz e ku bi xwe re serkeftin ango azadiyê bîne.

Ji bo azadiya civaka kurd û li kurdistanê têkbirina faşîzm û dagirkeriyê pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” pir biwate ye. Erkê her kurdî ew e ku xwedî li vê pêngavê derkeve û ji bo ev pêngav bigihêje serkeftinê têbikoşe. Asta têkoşîna me wê asta azadiya me diyar bike.

Li her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat mîna her gelî mafê gelê kurd jî heye ku li gor çand û hebûna xwe jiyana xwe bidomîne. Lewma ev pêngav, bi her awayî tevahiya kurdan digire nav xwe û ji bo tevahiya kurdan hemleya azadiyê ye.

Nûçeyên Têkildar