Hemleya ‘Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe’ ku bi pêşengiya Kongreya Starê hatiye destpêkirin, bi çalakiyên cûr be cûr didome
Bi pêşengtiya Kongreya Starê li bajar, navçe û bajarokên Kantona Qamişloyê di çarçoveya hemleya ‘Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibe’ belavok hatin belavkirin. Jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî belavokên xwe belav kirin.
Jinên ku li Kantona Qamişloyê bi reng, deng û cilên xwe yên herêmî belavok belav kirin, bi van cilên xwe girêdanbûyina xwe nîşan dan. Hemû jin bi ruhê wekheviya gelan bi pekhateyên kurd, ereb, tirkmen û sûryanî ji bo axa xwe biparêzin rabûn ser pêyan û dengê xwe li tevahî cîhanê belav kirin.
Hemleya Kongreya Starê bi çalakiyên cûr bi cûr dê bidome. QAMIŞLO