Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Hemrîn Elî: Dewleta tirk hewl dide DAIŞ’ê li herêmê zindî bike

Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got: “Pêwîst e dadgahe navneteweyî were avakirin û çeteyên DAIŞ li ser axa Kobanê werin darizandin.”

Dewletên hegemon dixwazin li ser hesabê ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûna DAIŞ’ê û bicihkirina wan li herêmê bimîne da ku tu zirar negihîje dewletên wan û bi xeteriya DAIŞ’ê re rû bi rû nemînin. Heta niha gelê herêmê sekneke berxwedêr li hemberî van çeteyan nîşan daye û rêxistina wan asteng kir, lê pêwîst e dewletên navneteweyî jî bi erka xwe rabin û van çeteyan dadgeh bikin ji ber piraniya çeteyan ji welatên derve ne. Têkildarî mijarê hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî nirxandin kir.

Hemrîn Elî behsa hebûn û xeteriya çeteyên DAIŞ’ê li herêmê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Weke em dizanin bi dirêjahiya salên şoreşê re êrîş, plan û kiryarên hovane li ser şoreş û destkeftiyên şoreşa me ranewestiyane. Li ser vî esasî planên dijminan û tevgera wan her dem didome. Bi têkçûna DAIŞ’ê re gelek dewletên hegemon û di serî de dewleta tirk nedixwestin hêzên me li dijî van çeteyan bibin xwedî destkeftî ji bo wê heta niha ne alîgirên çareseriyên mayînde ne. Helbet hebûn û xeteriya çeteyên DAIŞ’ê li herêmê bi xwe re aloziyên demdirêj di aliyê ewlekariyê de derdixe. Li ser jiyana pêkhateyên vê herêmê metirsiyên mezin hene ji ber em baş dizanin ku di zindanên herêmê de her wiha di kampên çeteyan de heta niha çeteyên girêdayî DAIŞ’ê hene û carna hewl didin xwe komî hev bikin û êrîşan pêk bînin. Her çiqas hêzên me yên ewlekariyê bi erka xwe radibin jî ez dikarim bibêjim ku ev yek têrê nake ji ber ku îro berpirsiyariya van çeteyan ne tenê ji me tê xwestin pêwîst e hemû dewletên herêmî û navneteweyî bi me re bibin alîkar da ku em bikaribin rê li ber xeteriya van çeteyan bigirin.”

‘Dewleta tirk heta niha têkiliyên xwe bi DAIŞ’ê re qut nekiriye’

Hemrîn Elî bal kişand ser alîkariya dewleta tirk ji çeteyên DAIŞ’ê re û wiha pê de çû: “Hemû dewletên navneteweyî dizanin ku çeteyên DAIŞ’ê ji aliye Tirkiyeyê ve hatine birêxistinkirin, perwerdekirin û derbaskirin lê vê yekê zelal û aşkera nakin ji ber hemû pê re şirîk in. Projeyên dewletên hegemon bi mayina DAIŞ’ê re li ser herêmê hene, ji ber ew naxwazin ev çete derbasî welatê wan bibin û xetere li ser wan çêbibe. Li aliyê din bi hinceta parastina herêmê ji DAIŞ’ê hebûna xwe li herêmê mayinde dikin. Dewleta tirk bi hemû hewldanan dixwaze ev çete zindî bibin, ji bo wê em dibînin dem bi dem êrîşên xwe li ser cihên ku çeteyên DAIŞ’ê weke Kampa Holê û zindanên ku lê dimînin, dide meşandin.  Êrîşên herî dawî mînakên herî sereke ne dema Kampa Holê li Hesekê bomebaran kir û zindana Çirgînê li Qamişlo topbaran kir. Di encama bomberaranê de 8 endamên hêzên ewlekariya hundirîn li Kampa Holê, jiyana xwe ji dest dan. Hêzên me heta asteke mezin bûn bersiv ji van êrîşan re û dem bi dem hemleyên me li dijî şaneyên razayî yên van çeteyan hene. Dewleta tirk heta niha jî têkiliyên xwe bi DAIŞ’ê re qut nekirine û her dem hewl dide careke din bingeha rêxistina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zindî bibe.”

‘Li hember êrîşan baweriya gelê me stûna parastinê ye’

Hemrîn Elî bal kişand sekna gelê herêmê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk divê çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin. Hemrîn Elî ya anî ziman ku hebûna van çeteyên DAIŞ’ê li girtîgehan û kampan xeteriyek mezin dihewîne, destnîşan kir ku divê bê ku ji demê re bê hiştin ev çeteyên DAIŞ’ê li ser axa ku lê sûcan kirine werin darizandin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê me bi salan e li hemberî hemû cureyên êrîşan li ber xwe daye, ji bo wê bi heman ruhî li hemberî  çeteyên DAIŞ’ê hêzeke hevgirtî heye. Gelê me baweriyeke xurt di hundirê xwe de ava kiriye ku bibe stûna parastinê li dijî hemû planên li ser me tên çêkirin. Civaka me bi wê daxwazê xebat dike ku dadgehek navneteweyî ji bo van çeteyên xeter were çêkirin û sûcdarên ku destên wan di rijandina xwîna gelê herêmê de heye werin darizandin. Em naxwazin bi hebûna DAIŞ’ê re xeterî li ser sîstema me ya ewlehiyê were çêkirin, ji bo wê erka me û hemû dewletan e em van çeteyan bi rengekî ku tê xwestin dadgeh bikin. Em ê bi hemû hêza xwe heta dawiyê parastina civaka xwe ji hemû xeteriyên derve û hundir bikin da ku ewlehiyeke aram û aştiyane li herêmê were çêkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar