Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hemşînê ji Rîzeyê li Amedê hînî zimanê kurdî dibe

Muzîkjen Selîm Gulay (48) ku ji gundê Çelîna yê Hemşîn a Rîzeyê ye. Gulay û hevjîna xwe ya amedî Nûrgul Gulay 2 sal berê ji Îzmîrê hatin Amedê. Gulay ji bo ku hînî zimanê kurdî bibe li Amedê diçe qursa ziman a Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER). Gulay têkildarî mijarê ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç û Arjîn Dîlek Oncel re axivî.

Selîm Gulay got ku ji bo bi keça xwe ya 15 mehî Çelînayê re bi kurdî biaxive, dest bi perwerdehiya ziman kiriye û wiha domand: “Zimanê hemşînî niha di nav zimanên ku winda dibe de ye. Lê naxawazim keça min zimanê dayika xwe kurdî ji bîr bike. Min 3 meh berê li MED-DER’ê dest bi qursê kir. Du sedem hene ku ez fêrî kurdî bibim. Yek ji bo ku ez bi keça xwe re zimanê dayika wê biaxivim, ya din jî koma me ya muzîkê ya bi navê Çelîna heye û dixwazim stranên kurdî bibêjim. Hevjîna min bi kurdî dizane lê ez nizanim.”

‘Kurdî zimanê dayikê yê keça min e’

Di berdewamê de jî Gulay anî ziman ku dixwaze ku keça wî fêrî kurdî bibe û wiha pê de çû: “Kurdî dibe ku zimanê min ê dayikê nebe lê yê keça min e. Dixwazim hîn bibe û ji bîr neke. Bi qasî ku bikarim bi keça xwe û kurdan re bi kurdî bi axivim jî bes e. Ne ziman min ê dayikê yê hemşînî tenê li hinek gundên Hopayê tê axaftin. Li Hemşînê bi tirkî tê axaftin. Dayik û bavê min jî bi tirkî diaxivin. Hemşînî êdî di nava zimanên ku winda dibin de ye. Tenê hinek cihên Hopayê beşeke mirovên pîr diaxivin.”

‘Hêvî dikim ku zimanên tu gelan winda nebin’

Bi domdarî jî Gulay ev tişt anî ziman: “Min nû dest pê kir û hinek zehmetiyan dikişînim. Dixwazim di demekî kin de hîn bibim. Ez ê bi ser bikevim. Ferqa hînbûna kurdî û ingilîzî nîne. Kurdî ji bo min zimanekî biyanî ye lê êdî li vir dijîm. Divê weke zimanê xwe yê dayikê bizanim. Xwezî me gelek ziman bizanîbûna. Hêvî dikim ku zimanên tu gelan winda nebin. Gelek ziman hene bi windabûnê re rûbirû mane. Di serî de jî  zimanê hemşînî. Em weke dayikeke kurd û bavekî hemşîn dixwazin keça xwe di nava aştiyê de mezin bikin. Dixwazin ku ji hemû gelan hez bike û cudahiyê nexe navbera tu kesan.”

‘Muzîkjen qasidên çandê ne’

Herî dawî jî Gulay wiha got: “Muzîkjen qasidên çandê ne û divê peywira ku dikeve li ser milê xwe, pêk bînin. Bi strîna stranên kurdî, lazkî, ermenkî û tirkî dikarin di nava gelan de pirekê ava bikin. Beriya bêm qursa kurdî di repertuara min de 5 stranên kurdî hebûn. Bi her zimanî strandin, tişteke xweş e. Dikarin dengê xwe bigihînin her kesî.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar