Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

‘Hemû cîhan rêbertiya Rêber Apo dît’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku êdî cîhan dît ku Rêber Apo lîderekî çawa ye û wiha got: “Ji ber vê yekê sendîkayên gelek welatan xwedî lê derdikevin û ji bo azadiya wî kampanyayan dimeşînin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û rojevê nirxand.

Karayilan polîtîkaya înkar û tunekirinê ya dewleta tirk a li ser gelê Kurdistanê bi berfirehî vegot û wiha got: “Divê gelê kurd xwe biparêze. Piştî avabûna komarê, Ataturk soz da gelê kurd ku Kurdistan bibe xweser. Gelê kurd ji ber vê sozê pê re tev li şer bû. Lê belê piştî ku Peymana Lozanê hate îmzekirin, hêzên hegemonîk kurd feda kirin. Tirkiyeyê jî dûre soza xwe ji bîr kir, xiyanet kir. Xwest ku gelê Kurdistanê qir bike. Serhildana Şêx Seîd bi vî rengî dest pê kir. Kurdan ji bo parastina xwe, serî hildan. Ji sala 1925’an heta 1940’î dewleta tirk 15 salan bi rengekî leşkerî Kurdistan dagir kir. Bi awayekî fîzîkî qirkirin kir, 15 salan li Kurdistanê bênavber xwîn rijiya. Weke ku tê zanîn herî dawî sala 1938’an li Dêrsimê dest bi êrîşa dagirkeriyê ya leşkerê kirin.”

Plana Şart Islaht û asîmîlekirina ziman

Karayilan bi bîr xist ku piştî salên 1970’î Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê derketin holê û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna ku wê demê destpê kir gihîşt astekê. Ev mijareke cuda ye, lê belê gelekî girîng e: mijara ziman. Parastina ziman gelekî girîng e. Dijmin hîn di sala 1925’an de di plana Şark Islahatê de qala ziman dike. Dibêje ‘Divê em tirkî hînî kurdan bikin ku kurdî ji bîr bikin’. Bi taybetî dixwazin tirkî hînî jinan bikin. Weke gelê kurd bêguman divê em xwedî li rûmet, şeref, xaka xwe derkevin, lê beriya her tiştî divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Kurdî di nav metirsiyeke mezin de ye

Mûrat Karayilan anî ziman ku dijmin êrîşê dibe ser ziman û neteweya kurd û wiha domand: “Dixwaze her tiştên bi navê gelê kurd tune bike. Li şûna kurdî, zimanên tirkî, erebî yan jî farsî ferz dikin. Wê demê divê tu jî xwedî li kurdî derkeve. Yanî bi helwesteke şoreşgerî divê her kes xwedî li kurdî derkeve. Mesela hin tirk di mijara kurdî de helwesteke erênî nîşan didin û dibêjin ku divê xwedî li kurdî derkevin. Em ji erebî jî ji tirkî jî hez dikin, em ji her zimanî hez dikin, lê belê niha kurdî di nava metirsiyeke mezin de ye. Bi taybetî her zaravayên kurdî. Divê em her zaraveyekî kurdî biparêzin. Zarava dewlemendiya me ne. Gelek sazî hene ku kurdî diparêzin. Karên van saziyan gelekî girîng e. Spasiya wan dikim. Di vê demê de hin partî li hev kom bûn û di mijara ziman de nîqaş kirin ku dikarin çi bikin. Ev karekî gelekî hêja ye.

Dijmin dixwaze neteweya kurd tune bike û vê yekê jî ji ziman dest pê dike. Bi taybetî dixwazim bang li dayikan bikim; Kurdî hînî zarokên xwe bikin, li malê, li derve bi kurdî biaxivin. Ne bi wî zimanê ku li me ferz dikin, lê bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Mînak, li Amedê ciwan carna hevpeyvînê dikin, li derve, di nava xwe de bi tirkî diaxivin. Tu li paytexta Kurdistanê yî, çi pêwîstî bi axaftina bi tirkî heye. Bêguman li gel kurdî axaftina bi tirkî dewlemendiyeke lê belê divê tu xwedî li kurdî derkeve ku metirsî li ser heye. Bi helwesteke şoreşgerî divê mirov xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkeve. Ev yek gelekî girîng e.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayê şerê taybet ên li Kurdistanê û destnîşan kir ku ev polîtîka bi taybetî li dijî jin û ciwanan tên meşandin.”

‘Hedefa sereke ya polîtîkayên şerê taybet, jin û ciwan in’

Di axaftina xwe de Karayilan diyar kir ku dem bi dem zextên li dijî jinan zêdetir dibin û wiha domand: “Yên ku pêşengiyê ji paradîgmaya Rêbertî re dikin jin û ciwan in. Mînak; perspektîfên ku Rêbertî li ser azadiya jinan çêkiriye li cîhanê tiştekî nû ye. Bêguman ji bo azadî û mafên jinan li gelek welatan tevger derketin holê. Karên çep, sosyalîst, femînîst meşandin, hîn jî dimeşînin. Lê belê Rêbertî di paradîgmaya xwe de rê û rêbazên azadiya jinan, pêşengiya jinan ji civakê re destnîşan dike. Jin li gel azadiya xwe her wiha guhertina mêr jî datîne ber xwe. Jinan ji koletiyê dike pêşeng. Rêbertî roleke bi vî rengî dide jinan. Jin bi paradîgmaya Rêbertî re bû xwedî hêzeke mezin, bi xurtî tev li nava têkoşîna azadiyê bûn.”

Jinên kurd bi têkoşîna xwe bal hemû cîhanê dikişîne

Karayilan anî ziman ku jinên kurd bi têkoşîna xwe ya îro ne tenê bala jinên li herêmê, di heman demê de bala jinên li tevahiya cîhanê dikişînin û wiha pêde çû: “Di paradîgmaya Rêbertî de şoreş bi 3 rengî tê nirxandin. Ya yekemîn şoreşa jinan, a duyemîn şoreşa demokrasiyê, ya sêyemîn jî şoreşa ekolojîk e. Her kes niha baştir fêhm dike ku ekolojî çiqasî girîng e, bi taybetî piştî şewba vîrûsa koronayê. Lê belê Rêbertî beriya 20 salan bal kişandibû ser girîngiya ekolojiyê, destnîşan kiribû ku pêwîstî bi şoreşa ekolojiyê heye. Êdî dinyayê dît bê Rêber Apo lîderekî çawa ye. Ji ber vê yekê sendîkayên gelek welatan xwedî li Rêbertî derdikevin, ji bo azadiya wî kampanyayan dimeşînin.

Têkoşîna ku ji aliyê jinên kurd ve tê meşandin ne tenê ji bo azadiya jinan e, her wiha ji bo azadiya tevahiya civaka kurd e. Ya rast ji bo jin û civakan hemûyan têdikoşin. Dewleta tirk jî dixwaze pêşî li vê têkoşîna jinan bigire. Dixwaze jinan bitirsîne, asteng bike. Dijmin herî zêde ji jinên kurd ditirse. Ji ber ku jinên kurd ne mîna beriya 20-30 salan e. Jin êdî li her qadê li ber xwe didin. Ji aliyê leşkerî, siyasî, civakî ve li her qadê xwedî hêz û îrade ne.”

Cerdevanîn li bakurê Kurdistanê

Karayilan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser mijara cerdevaniyê ya li bakurê Kurdistanê û anî ziman ku dewleta tirk niha hewl dide cerdevanan hêdî hêdî bike kontra û wiha got: “Mirovên me yên rast, êdî bêhtir zane bûne. Hinekan dest ji çekê berdan, beşek ji cerdevanan nexwestin bibin kontra û li çiyê tev li operasyonên li dijî gerîla bibin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku yên cerdevaniyê dikin zanin ku dewlet wan bi kar tîne û ev nirxandin kir: “Ji ber vê yekê bê dilê xwe dikin. Lê divê tev li operasyonan nebin. Dewlet carna dixwaze wan bixapîne û dibêje ‘PKK dê li we bide’. Na, me soz dane, li tu cihî em cerdevanan nakin hedef. Bêguman kontra ne di nava wan de, mebesta min ne ew kesên ku timî tev li operasyonên li dijî gerîla dibin. Ew, li ser bingeha xweparastinê wê bibin hedefa gerîla. Lê belê em tu carî nabêjin ku em ê li gundekî cerdevanan bixin, em tu carî nabêjin ku em ê êrîşî girekî ku cerdevan lê ne bikin. Bêguman hin cerdevan bi leşkeran derdikevin operasyonê, nobedê digirin û dema çalakiyek dibe jî ji wan jî hinek jiyana xwe ji dest didin. Lê belê em bi taybetî cerdevanan nakin hedef. Divê cerdevan êdî nekevin xefika dewletê, serê xwe li ber zextan netewînin.”

‘Divê seyasetmedarên başûrî têkildarî lîstikên dewleta tirk baldar bin’

Her wiha Karayilan îşaret bi şerê psîkolojîk ê li dijî PKK’ê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dijmin gelekî ji PKK’ê ditirse. Sibê êvarê dibêjin ‘teror û teror’. Eger ‘kêm mabe’ hingî çima ditirse? Wê demê derewan dike. Divê cerdevan jî bi rastiya dijmin zanibin. Dijmin niha li Heftanînê li hin giran bi cih bûye. Li wan giran kî hene? Cerdevanên kurd û hin çeteyên sûriyeyî hene. Efû; wan çeteyên sûriyeyî carna mîna kûçikên nêçirê bi kar tînin. Bi ku ve biçin wan çeteyan didin pêşiya xwe.

AKP-MHP, Ergenekon, Dogû Perînçek, nijadperest û faşîst hemû dixwazin osmaniyeke nû biafirînin. Dixwazin vê yekê jî bi destê kurdên noker, erebên noker bi mezinkirina şerê li herêmê bikin. Divê her kes di vê der barê de haydar be. Divê cerdevan hemû baldar bin. Dewleta tirk dixwaze heman polîtîkayê li Başûr jî bimeşîne. Divê siyasetmedarên başûrî bi hişmendî û perspektîfeke neteweyî tevbigerin.

Dewleta tirk dixwaze şerekî nava kurdan li Başûr belav bike. Lê belê bawer im ku wê negihêje armanca xwe. Ji ber ku siyaseta kurd jî êdî gihîştiye qonaxekê. Her kes dibîne ku dewleta tirk dixwaze çi bike. Ji ber vê yekê yekitiya neteweyî gelekî girîng e. Polîtîkaya dijmin a kuştina kurdan bi destê kurdan dê bêencam bimîne. Divê her welatparêz li ber vê yekê rabe.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar