Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Hemû dîktator terora dewletê disepînin

Zanista ruhî ango derûnî zanista ku bi sîstematîk ango bi rêk û pêk tevgerîna kesan û hişa wan ango hişê wan lekolîn dike. Kêfxweşiya, tirs, ajo, hezkirin, hîs, hest û her wiha gelek mijarên ku yekser bi mirovan re girêdayî û di hişa mirovan de jî bi şêweyekê xûya nakin jî lê li henin digire dest.

Bi pêvajoya desthilatdarî ve gelek tiştên ku mirov dijîn lê nikarin îfade bikin, dijîn lê nikarin bînin ser ziman derbasê bina hişa mirovan dibin. Di erebî de gotina bin şûr tê karanîn û tirk jî gotina bîlînç alti bi kar tînin. Bi gotinek din tiştên ku civak, dewlet, nêweng (ortam) û rê didin di bin mijarê ser şûr de (bilinç ustu) yên ku civak, dewlet, rêxistin, mamosta û her wiha rê nadin jî dibin binê hiş.

Yên ku hundirî wan û derveyî wan cuda, mirovên; bi nakok, tirs, guman, dilînî, bertek, acîz û asabî ne.

Şerê derûnî yê ku tê ziman tam jî kêliyên wiha de destpê dike. Mirovên wiha dikarin pir bi rehetî werin tirsandan. Ger pirsgirêkên xwe yên cînseltî hebin bi jinan an jî bi mêran dikarin werin arestekirin. Ger di nefsî de pirsgirêkên xwe hebin bi têrkirinê dikare werin teslîmgirtin. Ger tirsa wan a jiyanê ango ya can hebe bi tirsandina wan dikarin werin esîrgirtin.

Bi kurtahî: Şerê derûnî, hem di şer de, hem di aştiyê de wek bikaranîna zanînê ya bi mexseda guhertina hest, raman, liv û tevgerên mirovan e.

Em bizanin ku gava yekem a ku Şerê Taybet diavêje ew e ku mexdûrê xwe baş binase.  Gava duyem jî ew e ku, rêbaza perçiqandinê, pêkutîne, tirsê baş were bikaranîn. Her wiha piştî perçikandinê şûn ve rêbaza îknayê ango zimanê nerm û zimanê dost bikaranîn jî girîng dibe.

Bila were bîra me, mabesta Şerê Taybet çi bû?

1-Bi îstîsmarkirina lewaziya hêza ku ew pê re şer dikin ji aliyê siyasî, aborî, civakî, moral û şêr ve lewazkirin.

2-Denetîmkirina ser kesên ku pê re şer tê meşandin.

3-Pê re jî, bi pêkanîna bandorên bi israr ên li ser raman, kelecan, meyl û lebatan; şikandina hêz û azweriya wan a şer û berxwedanê, bi xerakirina moral pêkanîna hilweşîna wan a manewî û bi şiyarkirina hesta tirsê, şikandina wêrekiya wan hedef dike.

Tê zanîn ku yê ku ditirse, dibe hewcedar û yê ku dixape jî bêçarê dimîne. Bi vî awayî hêza ku hêza şerê derûnî disepîne, digihêje derfeta ku pêkanîna xwesteka xwe. Heke civakek were tepisandin û bêçare were hiştin, ew civak dibe kerî û bi hêsanî dikare were çêrandin ango ajotin. Hemû dîktator bi anîna civakê ya rewşa kerîtiyê, dixwazin bi hêsanî bidin çêrandin. Ji berê vê ye jî ku giraniyê didin şerê derûnî ku li ser civakê tirs û xapînê bi pêş dixe.

Tirsa ku pernisandina (sîndîrme) civakê armanc dike, bi terorê tê afirandin. Teror tê wateya êrîşa ku sawê (sanri) diafirîne. Wisa ku yek tê kuştin, lê hezarên wan bi tirsê dikevin û saw bi wan digire. Di encama vê de dipernise û pasîf dibe, tê rewşa ku ji her cure sepanê re stû bitewîne û dengê xwe dernexe.

Terora herî birêxistin û bi bandor ji aliyê dewletê ve tê kirin. Terora dewletê, di tepisandin û serî tewandin a civakê de rêbaza herî bi bandor e. Ji ber vê ye ku hemû dîktator terora dewletê disepînin.

Di pernisandin û bêçare hiştina civakekê de xapandin jî rêbazeke gelekî girîng e. Xapandina civakê jî bi hîle û derewan çêdibe. Hîle û xapandin jî bi amûrazên çapameniyê û rêxistinên xefiye li nav civakê tê belavkirin.

Ji lewre hemû dîktator demagog in; serî li hîle derewê didin. Ji bo bibandorkirina van jî rêxistinên xefiye ava dikin û şaxên çapameniyê digirin bin destê xwe. Wisa ku xwe li ser civakê dikin yek deng.

Ma pêwîst heye ku em bêjin mast!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar