Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Hemû kiryarên li Efrînê bi fermana îstîxbarat tirk tên kirin’

Binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê bênavber didomin. Bi taybet jî di van demên dawî de zext û zordariya li ser gelê herêmê her ku diçe bêhtir tê zêdekirin. Li hêlekê demografyaya herêmê diguherînin, li hêlekê deverên dîrokî talan û wêran dikin, li hêla din jî binpêkirinên weke girtin, binçavkirin, revandin, îşkence, kuştin, tacîz û tecawizan dikin. Di heman demê de çete jin û zarokan direvînin, destdirêjiyê li wan dikin û zarokên kurd bi darê zorê weke leşker dişînin Lîbyayê. Yek ji van zarokan jî Ebdo Şêxo yê ji Mabeta ya Efrînê bû.

Têkildarî mijarê hiqûqnas û berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo ji ANHA’yê re axivî. Şêxo diyar kir ku çeteyên koma El Hemzat jinên kurd, ereb û êzdî tacîz dike û wiha got: “Rewşa heyî tenê bi vê re sînor nîne. Ev kiryar li girtîgehên çeteyên li Efrînê tên kirin. Ev jî nîşan dide ku ev dagirker li Efrînê bi hovane mafên jinan binpê dikin û sûcên li dijî mirovahiyê dikin.”

Navên çend jinên hatine revandin

Şêxo anî ziman ku piştî ku komên çete yên Xûta Şerqiyeyê êrîşî koma çete ya El Hemzatê kirin, jin weke ‘emanet’ veguhestine girtîgehên ‘Polîsên Leşkerî’ û wiha domand: “Lê tu agahî ji van jinan nayên girtin. Bi rêya dîmenan nasnameyên çend jinên hatine revandin hatin belgekirin. Navên çendan wiha ne; ‘A. D. a ji gundê Kînarê yê Şêrawayê ku di 27’ê sibatê de hatibû revandin, H. C.  a ji pêkhateya ereb ku di Nexweşxaneya Avrînê de hemşîre bû ev 2 sal in hatiye revandin û R. M. Tahir ji gundê Cûqê ye.”

Îbrahîm Şêxo herî dawî jî da zanîn ku hemû kiryarên dermirovî yên li dijî zarok, jin û şêniyên Efrînê tên kirin, yekser bi koordîne û fermana îstîxbarata dewleta tirk têne kirin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar