Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hemû kurd deyndarê êzidiyan e

Piştî Peymana Şengalê ku di 9’ê Cotmehê de navbera Hewlêr û Bexdayê hatibû morkirin, ev çendîn car e hikûmeta Bexdayê dem dide Rêveberiya Xweser a Şengalê. Daxwaz ew e ku cihên asayîş lê ne dewrî hikumetê bikin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, biryara hikûmetê her tim red kir û bang li gel kir ku ji berxwedanê re amade bin. Ji ber bertek û berxwedanê, hikûmeta Bexdayê ne biryarên xwe, ne jî egerên peymanê heta niha bi cih neanî.

Hikûmete Bexdayê careke din ji Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxwaz kir ku di 1’ê Nîsanê de, cihên asayîş lê ne vala bikin û rêvebirî jî tê de hemû sazî û dezgeyan teslîmî wan bikin.

Rêvebiriya Xweser, vê biryara jî red kir. Wê encam çi be, em ê bi hev re bibînin.

Hin alî dibêjin ku heke biryar neye bicihanîn dê artêşa Iraqê êrîş bibe ser Şengalê.

Rewş ev e.

Lê berî ku em li encamê binêrin, hinek li ser sedema rawestin. Gelo çi sedem hene ku Hewlêr û Bexda navbera xwe de peyamek çêdikin û dixwazin, Xweseriya Şengalê ji holê rakin?

Sedemên Bexdayê aşkera ne. Ew dixwazin hemû deverên ku dema Seddam di bin desthilatdariya wan bû, niha jî bikeve bin desthilatdariya wan. Belkî niha hêza wan têr nake ku Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Halepçeyê kontrol bikin. Lê hêza wan têr bike, dê sibe roj heman tiştî ji hikûmeta federal a Kurdistanê jî daxwaz bikin. Li Kerkukê çi bi serê kurda anîn me bi hev re dît. Konjonktur pêk were, dikare Kerkûkê dûbare bike.

Lê çi bi Hewlêrê hatiye? Çi berjewendiya wan heye ku hinde zor didin da ku Şengal bikeve bin bandora Bexdayê?

Dizanim, hin kes ew ê bêjin, ‘Peymana 9’ê Cotmehê ne bi hikûmeta herêma Kurdistanê re, bi PDK’ê re hatiye morkirin.” Rast e, hin rayedarên ji YNK û partiyên din ku şîrîkê hikûmeta herêma Kurdistanê ne, dijberiya xwe nîşan dan û gotin, “PDK bê ku haya me pê bixe, gavek wisa avêtiye.”. Lê her bi vê beyanê ve man. Ji bo zexta li ser Şengalê rabe, çi gavek din neavêtin. Wekî dema êrîşa DAIŞ’ê, careke din şengalî tenê hiştin. Rê dan ku PDK, di vî warî de bi tena serê xwe tevbigere.

PDK jî dîyar e, li pey berjewendiya hizbî de tevdigere. Ji bo vê berjewendiyê jî daxwaza dewleta tirk bi cih tîne. Ango aşkera ye ku Peymana Şengalê tenê kêrî dagirkeran tê û mixabin, hin aliyên kurd jî bi dagirkeran re tevdigerin. Çi sedemên nîşan didin jî ne rast in.

Sedemek ew e ku PKK Şengalê bi rêve dibe. Bi gor wan her wisa hêzên PKK’ê li Şengalê ne û dixwazin li Şengalê Qendîlek din çêbikin. PKK beyan da, got “Me hemû hêzên xwe ji Şengalê kişandiye.” Lê em bêjin, tiştên PKK dibêje ne rast in û PKK’yî li Şengalê ne. Ma çi zirara xwe ji kurdan re heye? Xwezî Kerkuk heta ji alî artêşa Iraq û Haşdî Şabî dihat dagirkirin, bila di bin kontrola PKK’ê, yan jî hêzeke din a kurdan de bimana.

Lê diyar e derd ne ev e. Derd, berjewendiya hizbî ye û ev cure siyaset, hinek partiyên kurdan ji her dû çavan kor kiriye. Ji ber vê siyasetê herêmên nakok ango bajar û bajarokên wekî Kerkuk, Mendelîn û Xanekîn ji destê kurdan derketin û careke din hatin dagirkirin.

Êdî aşkera ye. Hemû cîhan zane. Yên zora DAIŞ’ê biriye kurd in û li hember paşwerûtiya DAIŞ’ê bi qehremanî li ber xwe dan. Berdêlên giran jî dan. Lê piştî têkçûna DAIŞ’ê, ew ên nedikaribûn DAIŞ’ê, li ser maseyan dest bi lîstoka kirin. Niha, dibe ku fersendeke dîrokî careke din ji destê kurdan derkeve. Divê kurd vê derfetê nedin neyarên xwe.

Peyva dûmahî jî bila ev be. Em kurd hemû deyndarê gelên êzidî ne. Ew hem bermayiyên resen in, hem jî li hember şerê li dijî DAIŞ’ê berdêla herî mezin dan. Hê jî bi hezaran jin û zarokên êzidî winda ne. Hê jî namûs û xîreta wan tê paymalkirin.

Şerma herî mezin ew e ku kurd careke din êzidiyan tenê bihêlin.

Nûçeyên Têkildar