Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hemû malên tirk li xwediyê wî vegerand

Esnafekî kerkûkî yê xwedî dikaneke şûşe û amûrên xweşîkkirina nava malê ye, hemû malên tirk ku ji şîketeke tirk girtibû vegerand û diyar kir ku ew êdî tu maleke tirkî naxe nav dikana xwe

Nêzî meheke li Başûrê Kurdistanê weke helwestek netewî û exlaqî, li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser rojavayê Kurdistanê boykota malê tirk destpêkiriye. Bi heman armancê welatî û esnafên bajarê Kerkûkê jî tev li pêngava boykotkirina malê tirk dibin.

Esnafê bi navê Aram Refet yê xwediyê dikana şûşe û amûrên xweşîkkirina nava malê ye jî tev li kampanyaya boykotkirina malên tirk kir û amûrên tirk ên di nava dikanê de li şîrketa ku jê girtiye re vegerand.

Aram Refet têkildarî mijarê axivî û ev tişt anî ziman: “Weke erkeke exlaqî, mirovî û netewî, min pêwîst dît ku boykota malê tirkî bikim. Min jî boykota xwe di nava dikanê de da destpêkirin. Divê em hemû tev li boykotê bibin. Daxwaz ji hemû dikandar û xwediyên mal dikim boykota malên tirkî bikin. Lê alternatîfa malê tirkî pir heye, tenê hinek wext dixwaze heya cihê wê dagire. Tiştên kalîteya wan ji ya tirkî zehf baştir heye. Ji ber vê daxwaz ji welatiyên Kerkûkê dikim, malên tirkî nekirin.”

Têkildarî derketina hebên ku di nav keken tirk de jî Refet ev tişt diyar kir: “Berê niha çend rojan me dît heb di nava kêkek tirkî de derket. Tê gotin ku ew heb zarokan şeht (felç) dike. Tirkiye ji bo nava Tirkiyeyê berheman cûda derdixe, ji bo başûrê Kurdistanê jî bi şêweyeke xirap û bê kalîte çêdike.”

Aram Refet diyar kir ew bi armanca li dijî faşîzma tirk a li ser rojavayê Kurdistanê boykotkirina malên tirk dikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ez êdî bi tu awayî tiştê tirkî nayênim nava dikana xwe û boykot dikim.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar