Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hemû rê diçin Amara

Îsal coş, biryar, sekn û tevlibûna pîrozbahiyên 8’ê Adarê bandora xwe li ser Newrozê kir. Beriya Newrozê li gel hemû astengiyan jin ji bo 8’ê Adarê li Kurdistanê û Tirkiyeyê daketin qadan û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. Vê yekê hêz û bawareyek xurt da gel. Piştî 8’ê Adarê agirê Newrozê li gund, tax û qadan bilind bû. Agirê Newroza îsal ku ji 8’ê Adarê de pêket, roj bi roj li gund û taxan belav bû. Agirê li gundan pê ket, ket kolan û taxên navçe û bajaran. Agirê ku li gundan pêket, di 15’ê Adarê de li kontara Çiyayê Kato mezin bû. Çiya û bajar gihand hev. Agirê li gundan bi komên biçûk pê diket, bi agirê Çiyayê Kato yê Mezin re pêl bi pêl mezin bû û daket navçe û bajaran. Agirê mezin li hemû navçe û bajarên bakurê Kurdistanê bi girseyî hat pîrozkirin. Di 3 rojên dawî de li dora her agirî bi deh hezaran kurd kom bûn û li dijî tecrîdê azadî xwestin. Li gel hemû astengiyên hêzên dewletê, gel bi biryar û bawerî daketin qadên Newrozê û daxwazên xwe yên azadî, statu, yekitî û mafê perwerdehiya ziman qîriyan. Tevê hemû astengiyên polîsan gel li qadên fireh agirê mezin hilkirin. Bi taybetî li Şemzînan, Gever, Şirnex, Qileban,  Cizîr, Silopiya û Nisêbîn ku dewlet li ser şerê taybet dimeşîne, li her navendê bi hezaran ciwan di bin berf û baranê de daketin qadê û li dora agirê Azadiyê govend gerandin.

Ciwanan di vê pîrozbahiyê de biryar, sekn û helwesta xwe ya li dijî polîtîkayên înkar, îmha û şerê taybet ê dewletê anîn ziman. Ji ber ku dewlet li van navendên ser sînor şerekî pir taybet ê îmhaya veşarî dide meşandin. Hewl dide ciwanan bitevizîne û ji nirxê civakî yê ahlakî polîtîk dûr bixe. Dixwaze hemûyan ji siyasetê û civakê dûr bixe û bi tiryak û sîxuriyê bîne beramberî civakê. Lê ciwanan di vê Newrozê de bi cilên leşkerî û bi cilên neteweyî Newroz pîroz kir. Ciwanên kurd bi vê sekn û tevlibûna pîrozbahiya Newrozê peyamek da dewletê. Aşkere destnîşan kirin ku li dijî lîstik û polîtîkayan hişyar in û dê neyên lîstikan.

Çawa ku 8’ê Adarê reng û ruh da Newrozê û herikîn qadên pîrozbahiyê; Agirê Newrozê û bi milyonan kesên bi nasnameya xwe ya neteweyî beşdarî Newrozê bûn jî dê ruh û ronahiyê bidin 4’ê Nîsanê. Çawa ku 8’ê Adarê ji bo jinan roja berxwedanê û parastina mafê jinan e 21’ê Adarê jî ji bo gelê kurd li dijî înkar, îmha û polîtikayên tunekirinê roja serhildanê ye. 21’ê Adarê çawa li dijî dehaqan roja serhildanê ye, 4’ê Nîsanê jî ji bo gelê kurd roja vejînê ye. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kurd ji nû ve ji dayik dibin. Xwe nas dikin û ji bo hebûna xwe têdikoşin.

Her çendî dewletê bi hemû hêza xwe xwest bi awayekî veşarî pîrozbahiyên Newrozê asteng bike jî, gelê kurd, jin û ciwanên kurd bi biryar û sekna xwe bend û barîkatên polîsan derbas kirin û ketin qada Newrozê û xwe li dora agirê azadiyê kirin xelek. Di çend salên dawî de dewlet meşa Amara ango Meşa Rojê asteng dike. Dixwazin ciwanên kurd bêronahî û roj bihêlin. Lê vê carê ji 8’ê Adarê û Newrozê xuya dike ku jin û ciwanên kurd çi dibe bila bibe dê berê xwe bidin Roja xwe. Dê berê xwe bidin Amara. Eger bi deh hezaran ciwan ji çar aliyan ve berê xwe bidin Amara ne qereqol û tabûr, artêş jî dê nikaribe rê li pêş meşa ciwanan bigire. Her sal gel tenê di rêya Bîreçîkê re diçûn Xalfetî û ji wir hewl didan biçim Amara. Lê sed 2 sed leşkeran bend li ser rê ava dikir û destûr nedida.

Îro bi hezaran ciwanên kurd ji ber polîtîkayên înkar, îmha, binçavkirin, girtin û birçîbûnê pêşeroja wan ji destê wan hatiye girtin. Nasnameya wan ji destê wan hatiye girtin. Tê xwestin ku ciwanan bê pêşeroj bihêlin û felç bikin.

Eger bi hezaran ciwanên ku tên tecrîdkirin û mafê wan ê siberojê ji destê wan tê girtin, her derê bikin rê û ji çar aliyan bimeşin Amarayê; ne 2 sed, 4 sed leşker û polîs, ne panzer û TOMA, artêşek jî dê nikaribe rê li pêş van ciwanan bigire. Ciwanên ku ji vê pergala înkar û îmhayê re dibêjin bes e, ciwanên ku ji van polîtîkayên birçîbûn, xizanî, nezanî, sixûrî, tiryak û bênasnametiyê re dibêjin bes e, dê berê xwe bidin roja xwe. Ciwanên ku ji van polîtîkayên kuştin, girtin, puçkirinê re dibêjin bes e, dê ji çar aliyê bimeşin Amara. Ciwanan berê xwe dan Keleha Wanê û Newroz pîroz kirin. Berê xwe dan Qada Gundogdu û Newroz pîroz kirin. Berê xwe dan Qada Yenîkapi û Newroz pîroz kirin. Berê xwe dan Qada Newrozê ya Amedê. Bend û barîkatên ku polîsan 5 qor wekî Sûr’ên Amedê danibûn darbas kirin û Newroz pîroz kirin. Çawa ku hemû rê çûn qadên Newrozê, hemû rê diçin Amarayê jî. Ji bo Meşa Amarayê jî hemû rê ji bo ciwanan diçe Amarayê. Ji niha de berê jin û ciwanan li Amarayê ye.

Nûçeyên Têkildar