Dayikên Şemiyê li Stenbolê û xizmên windayan jî li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn. Di çalakiyan de hat gotin ku hemû serlêdanên wan ên ji bo windayan bê encam mane û xwestin ku heqîqet derkevin holê
Dayikên Şemiyê li Stenbolê, xizmên windayan jî li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftane ya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ pêk anîn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 569’an de kom bûn û çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ lidar xistin. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin. Di çalakiyê de endamê Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin daxuyanî da.
Yalçin, diyar kir ku xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji salên 90’î ve ji bo ku faîl bên dîtin û darizandin, deng derdixîn û wiha axivî: “Divê edalet û heqîqeta rast derbixin holê. Bi salane xizmên windayan serî li gelek qereqol û rayedaran didin. Lê ligel vê yekê jî hemû serlêdan bê encam man. Ev daxwazek mirovî û mafî ye. Dewletên li welatên Kolombiya, Arjantîna û Afrîkaya Başûr, ev rastî nas kirin û edaleta rast pêk anîn. Êdî civakek demokratîk ava kirine. Li vê derê em dibêjin bi sedan winda hene. Delîl û belgeyên van hemûyan jî hene. Desthilatdarî û dewlet dikare vê pirsgirêkê çareser bike.”
Piştî axaftina Yalçin, çîroka Mehmet Emîn Abak ê li gundê Xanikaharzema ya navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat parvekirin.
Li Êlihê jî aqûbeta Soysal hat pirsîn
Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan ên Êlihê jî di hefteya 475’an de çalakî li avahiya komeleyê lidar xistin. Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD’ê ya Êlihê Fahrettîn Asûtay daxuyanî da û çîroka Îsa Soysal ê li guma Karux a gundê Bozalan a navçeya Sîlopî ya Şirnexê di 1’ê Çileya 1988’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, vegot. Asûtay diyar kir ku bi salane malbat serlêdan dike, lê serlêdanên malbatê bi tu awayî bi encam nebûne.
Daxwaza Dayikên Şemiyê ya sala nû: Windayan derxin holê
Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan di destpêka sala 2020’an de dîsa li hev kom bûn û xwestin aqûbeta windayan ronî bibe û winda bên dîtin û kujer bêrizandin. Dayikên Şemiyê di hefteya 771’an de dîsa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê lê careke din rastî astengiya polîsan hatin. Ji ber vê yekê daxuyaniya heftane li pêş avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê hat dayîn. Li ser navê Komîsyona Kesên Dibin Çavan de Hatin Windakirin a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Sebla Arcan daxuyanî xwend. Vê hefteyê aqûbeta kesên piştî darbeya 12’yê Îlona 1980’an hatin binçavkirin û windakirin pirsîn.
Arcan ewil xwest sala nû ji bo her kesî bibe sala edalet û hiqûqê û got ku ew dest ji daxwazên xwe yên heq, hiqûq û edaletê bernadin û bang li rayedarên dewletê kir ku erka xwe pêk bînin.
Piştre hevjîna Huseyîn Taşkaya yê di 6’ê Kanûna 1993’yan de li navçeya Sîweregê ya Rihayê hat windakirin, Sultan Taşkaya axivî. Taşkaya anî ziman ku ew ji bo aqûbeta windayên xwe li vir in û wiha got: “Em hevî dikin ku vê sala nû em windayên xwe bibînin. Em hevî dikin ku kujer bên darizandin. Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin ku em carek din dernekevin kolanan. Heta ku winda neyên dîtin û kujer neyên darizandin em kolanê terk nakin.”
‘40 sal in li birayê xwe digerim’
Birayê Cemal Kirbayir ê di 12’yê Îlona 1980’an de di bin çavan de hat windakirin, Mîkaîl Kirbayir jî diyar kir ku 40 sal in li aqûbeta birayê xwe dipirse û ev tişt anî ziman: “Yên ku me tîne vir hêzên dewletê ne. Ger ku ne hêzên ewlehiya dewletê bûna em nedihatin vir. Ji salên 1980’ê heta niha em li windayan digerin. Li vî welatî mirov winda dibin. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne. Ji bo em li windayên xwe bigerin em li vir in.”
Ocak: Bendewariyên me didomin
Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî da zanîn ku 25 sal in li windayan digerin û wiha got: “Hasan Ocak di 21’ê Adara 1995’an de hat binçavkirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin. Her sal derbas dibe hêvî û bendewariyên me nayên guhertin. 25 sal in em li vê qadê ne. Di her serê sala nû de me hêvî û daxwazên xwe anîn ziman. Lê tu tişt nehat kirin. Her sal zilm, îşkence, binçavkirin, girtin, mirina li girtîgehan û mirinê rojiyê li ser vê yekê zêde bûn. Ji kesên welat bi rêve dibe di vê sala nû de tu hêviyên me ji wan tune ye. Ji ber ku li welat heq, hiqûq û edalet tune ye. Mirin heye.”
Bîlgîn: Bû sala bê edaletiyê
Birayê Kenan Bîlgîn ê di 12’yê Îlona 1994’an de li Enqereyê hat binçavkirin û windakirin, Îrfan Bîlgîn jî anî di lêgerîna windayan de salek din li pey xwe hiştin û wiha got: “Her sal em bi hêviya edaletê dest bi salê dikin. Lê her sal li gorî sala borî bêtir xerab dibe. Sala borî ji her sal bêtir bê edalet derbas bû û sala bêedaletiyê.”
Eren: Têkoşîn didome
Xwişka Hayrettîn Eren ê di 12’yê Îlona 1980’an de hat binçavkirin û windakirin, Îkbal Eren got ku sala borî ji ber qedexeyan di kolana teng de têkoşîna xwe berdewam kir û ev tişt diyar kir: “Em bang li her kesî dikin ku li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin. Min dayika xwe ya têkoşîna wê ya edalet û demokrasiyê ku nivco mabû, windakirin. Têkoşîna wê, cihê ku wê hiştiye didome. Dê berdewam bike. Di serê her sala nû de em hêviyan daxwaz dikin. Ji bo vê yekê divê em têkoşînê mezin bikin.
Yolerî: Hêza dewletê heye lê nake
Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî ev tişt anî ziman: “Dewlet demek dirêj e polîtîkaya bêcezakirinê dimeşîne. Sûcên hatin kirin li holê ye. Lê ev sûc nehatin cezakirin. Dewlet polîtîkaya bê cezakirinê dimeşîne. Doza JÎTEM’ê bi beraetê bi dawî bû. Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê jî ber bi beraetê ve diçe. Ma dewlet heqîqetê nizane. Kê ev sûc kiriye diyar e. Abdulkadir Aygan sûcdar yek bi yek anî ziman. Lê heta niha tu kes nehat darizandin. Dîsa Ayhan Çarkin tişta kiriye yek bi yek vegot. Lê der barê tu kesî de doz nehat vekirin. Mesele necezakirina faîlan e. Dewlet hêza wê heye lê nake. Divê em têkoşîna xwe bêtir mezin bikin.” AMED/ÊLIH/STENBOL