Hilbijartina 14’ê gulanê jî di rewşeke awarte de derbas bû. Lê encam jî li gorî gel çênebû. Daxwaza civakê ew bû ku Erdoganê faşîst têk bibin û bi rêveberiyeke nû têkevin 15’ê gulanê. Lê bi vî rengî nebû. Erdogan û hevkarên wî bi dek û dolaban û hîleyên mezin xwe li desthilatdariyê hiştin. Di encamê de tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê piraniya dengan wergirtin. Yanî li parlementoya Tirkiyê jî piraniya endemên parlementoyê bi dest xistin. Tişta ku nekarî bi dest bixin ew jî serokomarî bû. Çi kirin û nekirin, lê nekarîn serokomariyê bi dest bixin. Lewma jî hilbijartineke din ango wê tûra duyemîn pêk were.
Tûra duyemîn ji aliyekî ve baş e, ji aliyekî ve jî nebaş e. Lewma di hilbijartina giştî de her kes çû ser sindoqan. Yanî piraniya hilbijêran. Lê di tûra duyemîn de dibe ku heman helwest tine be. Di tûra yekemîn de namzetê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglû li Kurdistanê yekemîn bû. Li bajarên sereke Kurdan dengê xwe dan Kiliçdaroglû û bi vî rengî ferqeke mezin danî pêşiya xwe û Erdogan. Piraniya hilbijêran xwe adapteyî hilbijartina serokomariyê kiribûn. Lê li aliyê din hilbijartina parlementoyê jî hebû. Di hilbijartina parlementoyê de jî qelsî û kêmasî çêbûn. HDP bi navê ?partiya çep a Kesk tevlî hilbijartinê bû. Ev yek ji neçarî bû. Ji ber ku doza girtina HDP’ê hebû û neçar ma ku bi partiyeke din biçe hilbijartinê. Ji ber vê yekê jî hilbijêran ev partî nasnedikirin û hin şaşitî çêbûn. Lê hin kêmasî jî bi destê HDP’ê çêbûn. Di destnîşankirina namzetan de li gel guhdarî nekirin. Ji gel nepirsîn û namzet nîşan dan. Rexne û pêşniyar jî qebûl nekirin. Ev bû sedemek ku dengên HDP’ê kêm bibin. Wekî din hevkariya bi TÎP’ê re jî li hin deveran da wendakirin.
Lê niha ya tê meraqkirin wê yek rêveberek, hevserok an jî rayedarek ji bo vê yekê hesab bide an na ? Eger baweriya ji demokrasiyê hebûya wê hinek kesan îstîfa kiriba. Dema ev yek kiribana wê mînaka demokrasiyê nîşanî civakê jî dabûna. Eger HDP dibêje ez pêşeng im wê demê divê pêşengiya xwe nîşan bide. HDP’ê di siyaset û stratejiya hilbijartinê de kêmasî kirin. Ji bo vê yekê jî dikare hin bedelan bide. Gelê me bi salan bedelan dide û ji bo vê yekê jî mineta xwe li kesî nake. Eger HDP vî gelî difikire û dixwaze tiştekî bike dikare yên bûne sedema vê siyaseta şaş eşkere bike. Ev yek ne tiştekî şaş e. Li welatên demokratîk ev yek tê kirin. Em jî qala siyasetek demokratîk dikin.
Erê raste, di pêvajoya hilbijartinê de gelek êriş li ser rêveber û endamên partiyê çêbûn. Di pêvajoya hilbijartinê de doza girtina HDP’ê rojev bû. Yanî em di rewşeke awarte de ketin hilbijartinê. Lê ev nayê wê wateyê ku em qelsiya xwe bi zextên dewletê nîşan bidin. Di pêvajoya hilbijartinê de gelek kesan rexne û pêşniyarên xwe li HDP’ê kirin. Diviyabû HDP di tûra yekemîn de bi namzetê xwe beşdarî hilbijartinê bûya. Wê demê hilbijêr bêtir motîve dibûn. Desteka ji bo Kiliçdaroglû serê xelkê tevlîhev kir. Lewma dibe ku hilbijêran di hilbijartina parlementoyê de jî dengê xwe dabin partiya Kiliçdaroglû.
Di sala 2015’an de HDP’ê ji sedî 13 deng wergirtin û 80 parlementer şandin meclîsê. AKP’ê xwe li vê encamê ranegirt û şer ragihand. Di pêvajoya şerekî giran de jî HDP ket hilbijartinê û ji sedî 11 deng wergirtin. Her wiha 59 parlementer şandin meclisê. Di hilbijartina peyre jî ango sala 2018’an nêzî sedî 12 deng wergirtin û 67 parlementer şandin meclisê. Piştî ewqas salan HDP’ê dengê xwe û parlementerên xwe kêm kirin. Di pêvajoya hilbijartinê de digotin em ê 100 parlementeran bişînin meclisê. Hedefek mezin danîn pêşiya xwe, lê ji rewşa heyî jî paş ketin. Eger HDP’ê li gel guhdarî kiriba wê hedefa wê bibûya 100. Lê guh nedan gel. Ji ber vê siyasetê jî bi gel dan wendakirin. Gelek tişt hene mirov dikare bêje, lê bila bimîne. Dibêjin kumê xwe deyne pêşiya xwe û baş bifikire, bê min li ku xeta kir ?