Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Her çalakî serkeftinê nêztir dike’

Girtiya bi navê Sîbel Akdenîz ku di Girtîgehan Bakirkoyê û ji 5’ê çileyê ve di greva birçîbûnê de ye ji bo Gurbet Ektîren ku li mala xwe çalakiya xwe didomîne name şand. Akdenîz di nameya xwe de diyar kir ku her çalaki serkeftinê nêztir dike û xwest her kes ev neçalakbûyînê ji ser xwe biavêje

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan hatine destpêkirin didomin. Niha li girtîgehan 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Her wiha girtiyên li girtîgehan di grevê de bûn û hatine tehliyekirin jî li malên xwe grevê didomînin. Gurbet Ektîren di 15’ê çileyê de li Girtîgeha Bakirkoyê dest bi grevê kiribû û di 8’ê Adarê de hat berdan, niha çalakiya xwe li mala xwe ya Dêrika Mêrdînê didomîne.

Ektîren ku ev 122 roj in di grevê de ne, ji her derê ji bo wê peyamên piştgiriyê tên. Sîbel Akdenîz a li girtîgeha Tîpa T ya Qeyseriyê girtiye û ji 5’ê Çile de ye di grevê de ye, ji bo Ektîren peyamek şand.

Akdenîz di nameya xwe de diyar kir ku her çalaki dê serkeftinê nêziktir bike û got ku divê her kes neçalakbûyînê ji ser xwe biavêje.

Nameya Akdenîz ku ji Ektîren re şandiye wiha ye:  

“Berxwedana te bi hezkirin û coşek mezin silav dikim. Hevala Gurbet, di alî bilindbûna coş, moral û kelecana te de tu gumana min tune ye. Rêhevala min, em li hundir tu li derve li ber xwe didin. Em her rojê wek roja biharê wek roja bexwedanê qebûl dikin û wisa tev li temenê xwe dikin. Niha dilê me hezaran hevalî ji bo heman armancê diavêje. Em çûyîna di şopa Kemal Pîran de serbilindiyek mezin dibînin. Her çalakî serkeftinê nêztir dike. Tenê bila her kes vê neçalakbûyînê ji ser xwe bavêje.

Em kesên dixebitin, kedê didine. Em fêrî jiyanek tecrîdkirî nebûne. Yên ku şewata azadiyê dilê wan de heye, nikarin tecrîdê qebûl bikin. Tecrîd her diçe dijwartir li ser civakê jî pêk tê. Heval Gurbet bi giştî di mijara pêvajoyê de em xwedî heman hişmendî, hest û kûrbûnê ne. Ez naxwazim te zêde biwestînim.

Rêhevala min a xweşik, çavê me, guhê me, dilê me hemûyan li pêvajoyê ye. Çavê me hemûyan li tenduristya Leyla, Nasir û koma ewil e. Bêguman em hemû hewl didin pêvajoyê bi dest bixin. Ne tu tenê yî ne jî em. Em agahiyên te digirin. Hewldan û keda te me bi bandor dike. Coş, biryar û moralê bandor li me dike.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar