Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Her çiqasî ev şer zehmet be jî em ê bi ser bikevin’

Fermandar Armanc Med diyar kir ku gerîla wê di sala 2024'an de li dijî dagirkeran serketinên mezin bi dest bixin û wiha got: " Em bi hêza xwe piştrast in, çi ji destê me bê em ê bikin. Em zanin ku ev şer wê zehmet be, lê belê wê bi serketinê bi encam bibe."

Ji fermandarên HPG’ê Armanc Med beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên Bihar Zagros. Fermandar Med bal kişand ser rastiya dîrokî ya kurdan ku gelekî kevn e, lê belê di sedsala 20’an de li polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê rast hatin û got, “Cihê ku demekê bexçeyê mirovahiyê bû, veguherandin dojehê. Yê ku serkêşî ji vê yekê re kir jî dewleta Tirk e.”

Armanc Med destnîşan kir ku gelekî girîng e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi PKK’ê gav avêt û ragihand ku hêza PKK’ê ji xwedîderketina wê ya li rastiya xwe tê. Armanc Med bal kişand ser helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ya ku li ber bêhêvîtî û bêbaweriyê radibe û got ku xwedî li hemû nirxên mirovahiyê derketin.

Fermandar Armanc Med bal kişand ser têkoşîna mezin a PKK’ê û diyar kir ku PKK xwedî hêzeke mezin a analîzê ye û wiha axivî: “Hêzên navneteweyî di salên 1970’î de jî ew şopandin. Rêber Apo ev yek dît û ji ber vê yekê karekî gelekî zirav meşand. Her tiştên Rêber Apo bi plan û zanebûn bû. Divê mirov PKK’ê û Rêber Apo baş nas bikin.”

Di berdewamiya xwe de Armanc Med diyar kir ku têkoşîna PKK’ê bi nirxên şehîdan hatiye avakirin, êşkenceya li zindanan û berxwedana dîrokî ya kadroyên pêşeng ên PKK’ê bi bîr xist û destnîşan kir ku PKK ji ezmûnên mezin derbas bû û serketina xwe ragihand. Armanc Med got, berxwedana gerîla ya heyî li ser mîrateya berxwedana 14’ê Tîrmehê ye.

Armanc Med ragihand ku taktîkên gerîla yên li dijî leşkerên tirk bi kar tîne serkeftî ne û wiha dawî li azaftina xwe anî: “Di vê demê de gelek hevrêyên me yên hêja şehîd bûn. Her wiha zext û êrîş li gelê me hate kirin. Tecrîda li ser Rêber Apo hîn jî dewam dike. Em zanin ku ev şer wê zehmet be, lê belê em bi hêza xwe piştrast in, lewma çi ji destê me bê em ê bikin. Li ser vê bingehê em ê tevlîbûna xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind. Ev şer wê bi serketinê bi encam bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar