Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Her cûrê alîkarî dayîna dijmin xiyanet û xwefiroşiye’

Fermandarek pêşmergeyan yê li herêma Germiyan ê bi navê Reşîd Elî li dijî dagirkeriya dewleta tirk banga yekitiyê yek helwestiya gelê kurd kir. Elî  wiha got: “Alîkarî dayîna dijmin û dagirkeran a ji aliyê kes, hizb û hikûmetê ve xiyanet û xwe firoşiye.’

Reşîd Elî Pêşmergeyê Dêrîne û niha jî wekî fermandarek pêşmergetiya xwe li herêma Germiyanê didomîne. Reşîd di derbarê dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê, bê helwestiya Hikumeta Herêma Kurdistan, Iraq û alîkarî dayîna her tak û hizbek ya ji bo dijmin ji RojNews re axivî.

Reşîd Elî da zanîn ku kurd xwedî dîrokek bixwînin û wiha pêde çû; “Dîrokek tehl a kurdan heye, şerê navxweyî, nakokî û dijberiya hev bûye dardestê dagirkeran û sedemê têkçûnê. Ev yek jî ji bilî parçebûn û têkçûna şoreşê titşek din bi xwere neaniye. Ji bo vê ez bang li her çar parçeyên Kurdistanê, hizbên siyasî û rêxistinan dikim daku yek bin û xwedî yek helwest bin. Ji ber, li rexmê ku nakokiyên dijminên me bi hevre hene, lê her tim li dijî me yekin. Dijmin ji bo ku kurdan têk bibin, hemû di eniyekê de dibin yek.”

Reşîd balkêşa ser dagirkeriya dewleta tirk û diyarkir ku niha dewleta tirk bi aşkerayî li dijî, xak, serwerî, gel û sînor binpêkirinê dike. Reşîd da zanîn ku Tirkiye rojane xelkê sivîl li başûrê Kurdistanê dike hedef lê tu welatek helwestek nîşan nade û wiha domkir: “Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî bê helweste, parlamento ne bi daxuyanî, ne jî bi çalakiyekê dengê xwe hemberî dagirkeriyê dernaxe. Ez sedemê vê lewaziyê tênagihim.”

Elî di dawiyê de balkêşa ser xiyanetê û wiha got: “Her cûrê alîkariya dayîna dagirkeran a ji aliyê tak, hizb û hikûmetê ve, xiyanet û xwefiroşiye. Me di dema borî de gelek xiyanet dît. Evane çûn û tevlî eniya dagirkeran bûn. Ev yek bû sedemê şerê navxweyî û bûye sedemê qurbaniyan. Wê ev yek xaka ku heyî jî ji destê me derbixe.”GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar