Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Her dengek wê bibe derbek û li faşîzma AKP-MHP’ê bikeve’

Hevserokê KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr anî ziman ku, hilbijartinên 14'ê Gulanê ji bo Kurdan hilbijartineke stratejîk e û got: “Her dengek wê bibe derbek û li rejîm, dîktatoriya zordar, li faşîzma AKP-MHP'ê bikeve. Em ji bîr nekin, deng ji bo Partiya Çepên Kesk e."

Hevserokê KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr bi bîr xist ku di sedsala destpêkê ya komarê de asîmîlasyon, înkar û komkujî li kurdan hate ferzkirin û got, “Di sedsala duyemîn de jî wê bi heman rengî be yan jî wê komar demokratîk bibe? Ev hilbijartin wê biryarê li ser vê yekê bide.”

Hevserokên Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç û Berdevka Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan li ser hilbijartinê ji ANF’ê re axivîn ku dengdana li Ewropayê îro destpê kir.

Bi dengê te wê biguhere

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr destnîşan kir ku hilbijartinên vê carê ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst a 21 salan a AKP-MHP’ê firsendeke û ev bang li hilbijêran kir: “Tirkiyeyî, kurd, ermen, suryan, azerî, çerkez, ereb, elewî û hemû komên etnîkî û baweriyên din ên li Ewropayê: ev hilbijartina ku weke hilbijartina sedsalê tê pênasekirin hilbijartineke ji rêzê nîne. Di vê hilbijartinê de ya wê deng ji bo azadiyê bê dayin, ya jî em ê serê xwe li ber dîktatoriya faşîzma AKP-MHP’ê bitewînin ku 21 sal in dewam dike. Gelên li Ewropayê ji 27’ê nîsanê heta 9’ê gulanê wê li konsolosxaneyên hatine diyarkirin dengê xwe bidin. Yên ku dibêjin, ‘bi dengê min tiştek nayê guhertin’, divê ew jî bêne îqnakirin û tevlî dengdanê bêne kirin. Ji bîr nekin, di vê hilbijartinê de her dengekî ku em ê bi kar bînin, wê dîktatoriyê hilweşîne. Her dengê ku em ê bi kar bînin wê pêşî li rêya Tirkiyeyeke azad û wekhev veke. Her dengekî ku di vê hilbijartinê de em ê bi kar bînin wê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd zemînê ava bike. Her dengê ku em ê bi kar bînin wê pêşî li azadiya jinan veke. Her dengê ku em ê bi kar bînin wê fikarên gelê me ji holê rake ku dema ji Ewropayê diçin Tirkiyeyê dikevin nava fikaran. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Bi dengê xwe yê li Ewropayê em ê ji gelên xwe yên li Tirkiye û Ewropayê re bibin moral û motîvasyoneke mezin. Her dengek wê bibe derbek û li rejîm, dîktatoriya zordar, li faşîzma AKP-MHP’ê bikeve. Em ji bîr nekin, deng ji bo Partiya Çepên Kesk e.”

Ev hilbijartin wê sedsala pêş me diyar bike

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî destnîşan kir ku encamên hilbijartinê ewqasî stratejîk in ku kare çarenûsa welat û Rojhilata Navîn biguherîne û got, “Ev hilbijartin ji rêzê nîne. Ne weke hilbijartinên beriya niha ye ku hikumet wê biçe, hikumeteke nû wê bê. Ev hilbijartin hilbijartineke stratejîk e ku wê bandorê li sedsala pêş bike. Çawa ku di sedsala bîstî de sedsala destpêkê ya komarê bi înkar, asîmîlasyon û komkujiya li ser kurdan derbas bû, gelo wê di sedsala duyemîn de jî wê bi heman rengî bibe yan jî komar wê demokratîk bibe? Di vê hilbijartinê de wê biryar li ser vê yekê bê dayin. Hem ji bo me, hem ji bo rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê hem jî ji bo partiyên din ên siyasî bi vî rengî ye. Di vê hilbijartinê de wê çarenûsa gelê me diyar bibe. Çarenûsa Rojhilata Navîn û paşeroja wê wê diyar bibe. Lewma nabe ku weke hilbijartineke ji rêzê bê dîtin. Di vê hilbijartinê de her dengek gelekî hêja ye, pîroz e. Tişta ku divê her kes pê zanibe ew e ku serkêşê komkujiyên li Kurdistanê ev desthilatdarî û dîktatorê wê ye, lewma jî têkbirina vê hikumetê û dîktatorê wî ji bo me stratejiyeke bingehîn e. Ya duyemîn jî divê Partiya Çepên Kesk bi xurtî li parlamentê bê temsîlkirin. Ji bo vê jî dengên li Ewropayê diyarker e. Li Ewropayê 3.5 milyon hilbijêr hene. Divê em karibin xwe bigihînin van hemûyan û wan tevlî vê pêvajoyê bikin. Berê deng dabin kîjan partiyê jî divê komîsyonên me yên hilbijartinê karibin xwe bigihînin wan. Bi vê perspektîfê divê em tevlî kar bibin. Dengdana li Ewropayê di navbera 27’ê nîsanê û 9’ê gulanê de pêk tê. Di vê pêvajoyê de divê em hilbijêrên nû îqna bikin ji bo dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ji hilbijêrên Partiya Çepên Kesk re dibêjin; ji bo jiyaneke demokratîk û azad, jiyaneke wekhev û bawerî û nasnameya xwe ya azad, divê her kes xwe berpirsyar bibîne û xwe bike pêşengê vî karî. Her hilbijêr divê teqez herî kêm 10 hilbijêran îqna bike. Her yek ji me divê herî kêm li 10 xizm û dostên xwe yên li welêt bigere û ji wan bixwaze ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. di vê mijarê de divê em xwe berpirsyar bibînin û wezîfeyê bikin.”

Em dixwazin zextê tirsê û tarîtiyê ji holê rakin

Berdevka YJK-E’yê Ayten Kaplan jî bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku dengê xwe bidin û got, “Em bang li girseya xwe ya li Ewropayê dikin ku dengê xwe bide. Bi taybetî eger em guhertinê, demokrasiyê, mafên mirovan, azadiya fikrî dixwazin divê em dengê xwe bidin Paretiya Çepên Kesk. Ji ber ku bi her dengî tiştek dikare bê guhertin. Eger em dixwazin zextê, tirsê û tarîtiyê ji holê rakin, hingî em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û guhertinê bikin. Girseya me divê hem li Ewropayê hem jî li welêt dengê xwe bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar