Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Her diçe rojên havînê zêdetir dibin!

Li gorî lêkolînekê ji ber germbûna cîhanî her ku diçe rojên havînê zêdetir dibin

Navenda Nûçeyan |

Li gorî lêkolîna saziya bi navê Advancing earth and space scienceyê ji ber germûna cîhanê her diçe demsala havînê dirêj dibe. Di lêkolînê de lêkolan dêhna xwe dane ser guherînên di navbera salên 1952-2011’an de. Li gorî lêkolînê hejmara rojên havînê di navbera 78-95’an rojan de diçe û tê, di wan rojên din de ku mirov dikarîbû tev li demsalên din bike kêmtir bûne.

Eynî serdemê herî kêm rojên biharê kêm bûne. Hejmara wan rojên ku dikarin tev li biharê bibin ji 124’an kêmî 1115’an bûne.

Her wiha rojên payîzê ji 87’an daketiye 82’yan, rojên zivistanê jî ji 76’an daketiye 73’yan.

Yek ji encama din a balkêş a lêkolînê jî ew e ku havîn her ku diçe zûtir dest pê dike. Dema ku havîn dereng dest pê dike payîz û zivistan jî bi derengî dikevin. Bi ser de her sal hê germtir dibe.

Mînak li welatên deryaya Spî ji ber germbûna cîhanî havîn ji 1950’î û wir ve bi giştî serê her deh salan 8 rojan dirêj dibe.

Yek ji encama din a lêkolînê jî ew e ku heke ji bo germbûna global tevdîr neyên standin heta sala 2100’î mehên havînê dê mehekê zûtir dest pê bikin, bi qasî nîv mehê jî dê derengtir biqedin. Li gorî vî hesabî dawiya sedsalê havîn heta bi şeş mehan jî dê bikaribe biçe.

Yek ji sedema sereke ya germbûna cîhanî di serî de CO2 û gaza karîger a serayê ye. Li gorî peymana 2016’an ku sala 2016’an bi pêşengiya NY’yê hatibû îmzekirin, gelek welatên mezin qewlên xwe yên ji bo kêmkirina berdana gazê pir kêm bi cih tînin.

Li gorî lêkolînan germbûna cîhanê tesîra xwe li ser derdorê, qadên çandinî û tenduristiya mirovan dike. Ji ber sedema ku pêla germbûnê dê zêde bibe, tê zanîn şewata daristanan wê zêde bibe, ji ber sedema helîna cihên qeşayî asta ava deryayî dê zêde bibe û ba û bager û şape zêdetir rabin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar