Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Her gava ku em diavêjin, tolhildana şehîdên me ne’

Koçerîn Koçer a HPJ'î diyar kir ku ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Zîlan bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji jinên têkoşer re û wiha got: “Her gava em diavêjin, her serkeftin û tolhildana şehîdên me ye.”

Gerîlaya Hêzên Parastina Jinan ên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Koçerîn Koçer têkildarî yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) axivî ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedayî kir.

Koçerîn Koçer diyar kir ku weke gerîlayên HPJ’ê ew li ser şopa Zîlan têdikoşin û wiha got: “Hevrê Zîlan ruhê şoreşê û jiyana azad hînî me kir. Beriya her tiştî hevrêyên me yên meha Hezîranê şehîd bûn, bi taybetî jî hevrêyên me yên par li Zap, Metîn, Avaşîn, Garê û Heftanînê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînim. Şehîd ji bo me asta herî pîroz e. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Em ê her tim li ser şopa wan bin. Ji bo xewn û xeyalên wan ku Kurdistana azad û serbixwe ye, em ê têbikoşin.”

‘Em li ser şopa Zîlan in’

Gerîla Koçerîn Koçer anî ziman ku ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî bû çavkaniya sûdwergirtinê ji jinên têkoşer re û wiha domand: “Fermandara me ya mezin hevrê Zîlan, li dijî hêzên ku dixwazin îradeya gelê kurd bişikînin û hebûna wê ji holê rake, bi çalakiya fedayî bersiv da. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe fedayîtî hînî me kir. Weke gerîlayên jin em li ser şopa Zîlan in û ji bo xaka xwe Kurdistanê çi wezîfe bikeve ser milê me em ê bikin.”

‘Em ji bo gelê xwe û xaka Kurdistanê berdêlan didin’

Di axaftina xwe de Koçer bal kişand ser rê û rêbazên xwedîderketina li şehîdan û wiha pêde çû: “Piştî şehadeta hevala Zîlan bi hezaran Zîlan afirîn. Weke gerîlayên jin, em ê tim xwedî li Zîlan derkevin. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe jiyan bedew kir û berxwedan ji bo me weke mîrate hişt. Em Rêber Apo ji xwe re dikin esas ku digot ‘Zîlan fermandara min e’. Her gava ku em diavêjin, her serketina me tolhildana şehîdên me ye.

Dijmin niha li Zap, Metîna û Avaşînê êrîşî gerîlayên Kurdistanê dike. Bila dijmin zanibe ku çiqasî êrîş bike jî wê nikaribe îradeya gerîla bişikîne. Li dijî dagirkeran em ê bêdeng nemînin. Her gava em diavêjin ji bo gelê xwe, ji bo xak û Rêberê xwe ye. Lewma em têdikoşin û li ber xwe didin. Ji bo vê em berdêlan didin. Em ê nehêlin ku dijmin bi êrîşan zextê li gelê me bike. Em ji bo nasnameya gelê kurd têdikoşin.”

Ciwan û dayik hêz û moralê didin wan

He rwiha Gerîlaya HPJ’ê Koçerîn Koçer diyar kir ku têkoşîna gelê kurd bi taybetî jî ya ciwanan û dayikan hêz û moralê dide wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em gerîla, em ê her tim bi gelê xwe re li ber xwe bidin. Ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo, ji bo dawînanîna li dagirkeriya li Kurdistanê li dijî dijmin em ê têbikoşin, gelê kurd biparêzin.” ŞAHO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar