Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

‘Her kes dibîne bê gerîla li hemberî dagirkeran çawa şer dike’

Gerîlayê HPG’ê Qendîl Kureyşan diyar kir ku kurd îro li hemberî duyemîn artêşa NATO'yê şer dikin û wiha axivî: “Her kes dibîne bê gerîla çawa li ber xwe dide, vê tifaqa qirêj pûç dike. Weke gerîlayên Kurdistanê, em li dijî hêzên ku dibêjin 'Xwedî teknîka herî baş in, xwedî teknolojiyê ne' şer dikin û wan têk dibin.”

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di serî de li Zap, Metîna û Avaşînê derbên giran li dewleta tirk a dagirker dixin û wan anîne ber têkçûnê. Ji gerîlayên HPG’ê Qendîl Kureyşan ku Kurdistanê ji dagiker û xayinan diparêze nerînê xwe anî ziman. Kureyşan bal kişand ser bîlançoya şer û dîmenên ku HPG parve dike û anî ziman ku dewleta tirk a endamê NATO’yê ye gazên kîmyewî, çekên qedexekirî bi kar tîne û got, “Ev rewş bi xwe nîşan dide bê dewleta dagirker li hemberî gerîla çiqasî bêçare maye.”

Kureyşan diyar kir ku dewleta tirk a bi rêveberiya AKP-MHP-Ergenekonê hewl dide qirkirina li ser gelê kurd bi encam bike û wiha got: “Her kes dibîne bê gerîla çawa li ber xwe dide, vê tifaqa qirêj pûç dike. Berê digotin, kurd nikarin li hev kom bibin û şer bikin. Kurd îro li hemberî duyemîn artêşa NATO’yê şer dikin. Weke gerîlayên Kurdistanê, em li dijî hêzên ku dibêjin ‘Xwedî teknîka herî baş in, xwedî teknolojiyê ne’ şer dikin û wan têk dibin. Di şerê xwe de em gihîştineke asteke girîng. Tecrûbeyeke me ya mezin a şer heye, êdî em dikarin li hemberî her cûre teknolojiya pêşketî şer bikin. Ev yek ji bo gelê Kurd pêşketineke ji rêzê nîne. Pêşketineke gelekî girîng e.”

Qendîl Kureyşan destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna gerîla hêsan nîne û wiha domand: “Ji bo vê pêwîstî bi bawerî û biryardariyeke mezin heye. Di heman demê de ji bo têkoşîna li hemberî teknolojiya serdemê pêwîstî bi têgihiştina ji teknîkê, pisporî û profesyoneliyê heye. Gerîla êdî xwedî hêzeke bi vî rengî ye. Gerîla hem xwedî îrade ye, hem wêrek e hem jî li ser teknîk û xwezayê serwer e. Taktîkên afirîner di nava şert û mercên herî giran de têne afirandin. Dijmin nikare xaka Kurdistanê bi hêsanî dagir bike.”

Gerîla Kureyşan anî ziman ku gerîlayên ku êdî êrîşa hewayî ya dijmin dikare têk bibin, di salvegera pêngava 1’ê Hezîranê de di çalakiyan de çekên taybet bi kar anîn û wiha berdewam kir: “Ev yek di heman demê de nîşan dide ku taktîk û rêbazên nû têne bikaranîn. Dewleta tirk a dagirker nikare îradeya me bişikîne. Bi Kurdên xayin re hevkariyê bike, ji NATO’yê piştgiriyê werbigire jî ti carî nikare bi me.”

Kureyşan ragihand ku dewleta tirk a dagirker timî propagandaya teknîka xwe ya şer dike, li her derê qala ÎHA û SÎHA’yên xwe dike û wiha dawî li axaftina: “Digotin ku hindik maye gerîla biqedînin, lê belê tiştekî bi vî rengî nîne. Em dibînin ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ezmanên Kurdistanê ji aliyê gerîla ve yek bi yek têne xistin. Ev yek asta gerîla nîşan dide. Dewleta tirk a dagirker êdî nikare têkçûna xwe veşêre.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar