Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Her kesê ji xwe re dibêje mirov divê li dijî zilmê bisekine’

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê bi tevlêbûna gelek derdoran di roja 39’emîn de jî hate lidarxistin. Di çalakiyê de dadgehkirina Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş weke berdewamiya darbeya 4’ê mijdarê hate nirxandin. Her wiha hat gotin ku her kesê ku ji xwe re dibêje mirov, divê li dijî zilmê bisekine û tev li çalakiyan bibe

Li Amedê Nobeda Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li dijî tayînkirina qeyûman, di roja 39’emîn de berdewam kir. Çalakî li Kolana Lîse ya Yenîşehîr a Amedê bi tevlêbûna parlamenter û rêveberên HDP’ê, pêkhateyên HDP’ê, Partiyên tifaqa kurdistanî, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, dayikên laçik spî û bi sedan welatiyan hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê yên Êlihê bi pankarta ‘Dest nede vîna min’ û bi dirûşma ‘Bijî berxwedana dayikan’ meşiyan cihê çalakiyê. Dayikên Aştiyê bi dirûşm, tililî û çepikan hatin pêşwazîkirin. Girse piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan, daxuyanî da. Di çalakiyê de ji ewil hevseroka HDP’a Amedê Hulya Uyanik Alokmen axivî. Alokmen di serî de bal kişand ser dadgehkirina hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku dê sibê danişîna wê bê dîtin. Alokmen biryara girtina hevserokên HDP’ê yên berê weke berdewamiya darbeya siyasî ya 4’ê mijdarê pênase kir.

‘Dê Yuksekdag pergalê bidarizîne’

Cîgira hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di şexsê Fîgen Yuksekdag de, bi hezaran siyasetmedarên jin avêtin girtîgehan. Li dijî jinên ku li kolanan li ber xwe didin, êrîşeke mezin heye. Jinên dixwazin bi rûmet bijîn tên qetilkirin. Ev pergala faşîst ji bilî zilm, xizanî û qeyrenê tu tiştek ji jinan re ne anî ye. Dê sibê ne pergal, Yuksekdag pergalê bidarizîne.”

Dayika ku zarokê xwe winda kir bi bîr xist

Her wiha parlamenterê HDP’ê yê Şirnêxê Huseyîn Kaçmaz jî di çalakiyê de destnîşan kir ku AKP ji bo ku desthilatdariya xwe ser pêyan bihêlê êrîşî her kesî dike û wiha dom kir: “Piştî tayînkirina qeyûman, lîstika bi destên xwe nivîsandîne xistin dewrê. Çend roj berê wezîrên AKP’ê hatin ber der avahiya me. Serokomar û wezîrên wî got; ‘Em êşa dayikan parve dikin.’ Lê zarokê dayikeke ku çend roj berê li ber avahiya me rûniştibû, di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Destûr nedan ku dayik şîna xwe deyne. Ev rewş, durûtiya AKP’ê baş radixe ber çavan.”

‘Daraz li gorî serokê AKP’ê biryaran dide’

Kaçmaz da zanîn ku li Kurdistan û Tirkiyeyê rojane bêhiqûqî tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê me tu carî serî netewand û dê netewînin jî. Desthilatdariya AKP’ê hiqûq ewqas binpê kiriye ku serokê giştî yê AKP’ê dibêje; ‘Em nikarin Demîrtaş berdin.’ Daraz li gorî serokê AKP’ê biryaran dide. Dê hesabê vê yekê bidin.”

‘Yên dibêjin ez mirov im divê li dijî zilmê derkeve’

Li ser navê Partiyên tifaka kurdistanî jî serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî axivî û ev tişt destnîşan kir: “Yên ku dibêjin ez mirov im, divê meyla zaliman nekin. Yên ku dibêjin em birûmetin, divê li dijî zilmê jî nerazîbûna xwe nîşan bidin û tev li çalakiyan bibin.”

 

Bang li dayikan kir

Herî dawî jî li ser navê Dayikên Aştiyê yên Êlihê Sûltan Azboy axivî û bang li dayikên leşker, polîs û dayikên li ber avahiya HDP’ê kir û wiha got: “Werin em destê xwe bidin destên hev. Werin em vî şerî biqedînin. Êdî bes e bila kuştin li vî welatî çênebe. Bila aştî pêk bê. Bes e em ji xwînê têr bûn. Li çiya û kolanan ciwan tên kuştin. Em dibên destê xwe bidin hev bila ev xwîn bisekine. Êdî bes e.”

Nobet bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan re bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar