Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘Her kesê ku azadî û wekheviyê dixwazin li dora Partiya Çepên Kesk bibin yek’

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku li pêşiya me firsend heye ku em ji desthilatdariya AKP-MHP’ê hesab bipirsin û got: “Civak tora têkiliyan e ku mirovan zindî dihêle, mezin dike, pêş dixe û wan hevpar dike. Lewra ji bo civakek nû em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek.”   

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxandin kir.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê destnîşan kir ku ev hilbijartineke girîng e û bal kişand ser zilma desthilatdariya 20 salan a Erdogan a li dijî kurdan, jinan û kedkaran dike. Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku yên pirsgirêka elewî û kurd afirandiye, mezin kiriye û xitimandiye dewlet û hikûmet e û da xuyakirin ku divê jin di nava Partiya Çepên Kesk de li dijî zayendperestiyê, pergala serdest a mêr û tundiyê têbikoşin.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê da xuyakirin ku paradîgmaya neteweya demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî yekperestiya ku ji aliyê dewletê ve hatiye ferzkirin, dermanê birînên gelên Rojhilata Navîn e û got ku hemû gel, komên olî, kedkar, jin û ciwanên li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê dijîn amade ne, dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bînin.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê destnîşan kir ku, pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyê û Kurdistanê ji bo têkoşîna azadiya ziman û çandê ya gelê kurd, ereb, laz, tirk û hemû gelên din girîng e û ev tişt hate gotin, “Dîsa ev pêvajoya hilbijartinê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya komên baweriyên cûda bi taybetî jî elewî, êzidî, asûrî û suryaniyan gelekî girîng e. Ev hilbijartin ji bo jiyan û têkoşîna azadiyê ya jinên ku li Tirkiye û Kurdistanê rastî tundiya dewletê hatine, hatine qetilkirin û windakirin gelekî girîng e. Dîsa ev hilbijartin ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê, di serî de ji bo ciwanan, ji bo kedkaran, ji bo hemû beşên civakî xwedî girîngiyeke mezin e. Di vê wateyê de em dixwazin diyar bikin ku divê gel, jin û ciwan beşdarî vê pêvajoyê bibin, bi zanebûna ku ew ê di pêngava têk birina faşîzm, desthilatdariya qirker, dijminê xwezayê, çand û mafên mirovan de rola xwe bilîzin.

100 saliya dîroka Komarê bi dawî bû. Ev sedsal di şexsê kurdan de wê weke sedsala qirkirina gelan di dîrokê de cihê xwe bigire. Gelek komkujiyên elewiyan ên weke Erzîngan, Dêrsim, Koçgirî, Mereş, Gazî û Çorûmê bi zihniyeta qirkirinê hatin kirin. Di vê sedsalê de em dixwazin bi bîr bînin ku ji bilî êrîşên fizîkî, êrîşên îdeolojîk û psîkolojîk jî her tim di rojevê de bûn. Yanî bi pêkanînên xwe yên sedsalî netew-dewleta tirk an jî dewleta Komara Tirkiyeyê îspat kiriye ku her tim kurdan û elewiyan wek pirsgirêka ewlehiyê dibîne. Ji sala 1923’yan û vir ve, yanî ji avabûna Komarê û vir ve, nehiştin gelan bi taybetî jî kurd û elewî çavên xwe vekin. Lê dema em li tiştên ku di van 20 salên dawî de qewimîn dinêrin, tiştên ku di nava 20 salan de li ser kurd, elewî, jin û kedkaran hatine ferzkirin di asta sed salî de ne.”

‘Guhertin û veguhertin bi têkşînê pêkane’ 

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê destnîşan kir ku, têkoşîna tevgera azadiyê, têkoşîna jin û ciwanan, têkoşîna kedkar û derdorên demokratî rejîma qirker û faşîst gihandiye asta hilweşînê û ev tişt hate gotin, “Gelên li Tirkiyeyê bi vê hilbijartinê re wê derbeya dawî li desthilatdariyê bidin. Di vê pêvajoya hilbijartinê de rol û girîngiya diyarker a Tifaqa Ked û Azadiyê zêdetir aşkere dibe. Dînamaka têkoşîna demokrasî, maf û azadiyê ya li Tirkiyeyê ji beşên civakî yên ku Tîfaqa Ked û Azadiyê li ser esasê xwe ava kiriye pêk tê. Di vê wateyê de Tifaqa Ked û Azadiyê çiqasî xurt û mezin bibe, ewqasî bandorê li hemû gelan, komên olî, rêxistinên jinan, ciwanan û kedkarên li Tirkiyeyê dijîn dike, têkoşîna demokrasiyê xurtir dike û rê li ber siyaseta demokratîk vedike.

Zêdeyî 20 sal in desthilatdariya faşîst, qirker, dijminê tevahiya civaka Tirkiyeyê ye. Di vê wateyê de pêwîst e li dora Partiya Çepên Kesk a ku nasnameya baweriya gelan, jin û ciwanan temsîl dike, xwe weke têkoşîneke demokrasîxwaz û azadiyê birêxistin dike û li gorî wê bername û pêşnûmeya xwe ya siyasî çêdike, pêwîst e li ser vê bingehê xebat bêne kirin û yekitiyek pêk were. Pêwîst e li Tirkiyeyê di zihniyetê de, zîhniyeta înkar û îmhayê, têgihiştina qirkirinê û polîtîkayên wê, guhertineke radîkal pêk were. Guhertin û veguhertin jî bi pêşxistina siyaseta demokratîk, têkoşîna demokratîk, têkoşîna civakî û berxwedanê pêk tê.”

‘Faşîzma AKP-MHP’ê hêj jî hesabê berjewendiya xwe dike’

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê berpirsyarê kareseta erdhejê ye û got, “Faşîzma AKP-MHP’ê hêj jî hesabê berjewendiya xwe dike. Pratîkên AKP-MHP’ê yên di dema erdhejê de li holê ye. Mudaxele nekir û mudaxeleyê dildaran jî asteng kir. Bi rojan mirov li benda alîkariyê man. Bi nirxandina felaketeke weke erdhejê ya li ser esasê qirkirina kurd û elewî, li pêşberî her kesî pêk hat. Tevî hemû gef, zext û îşkenceyên dewletê jî bi sed hezaran kes ji bo gihandina alîkariyan ber bi qadên erdhejê ve seferber bûn. Di nava civakê de ruhê hevgirtin û yekitiyê tevî dewletê pêş ket û civakê hêza xwe derxist holê. Ev ji bo gelên cihanê û ji bo civaka me bûye derseke mezin. Gel, jin û ciwanên ku zêdetir ji xwe bawer in û bi vîn û hişmendiya xwe tevdigerin, dîtin ku dewlet bi tiştên ku ji civakê girtiye hewl dide ji xwe re hêz û derfetan biafirîne. Di vê wateyê de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ev tevger, hevgirtin û ruhê hevpar a gelan ji bo xwe xeteriyek dît. Ji ber vê bi hezar hîle hewl da ku mudaxeleyî pêvajoyê bike, ji tayînkirina qeyûman heta bi desteserkirina depoyên ku alîkarî lê dihat komkirin û heta desteserkirina kamyonên alîkariyê.

Di vê wateyê de gelên li herêma erdhejê dijîn xwedî roleke mezin in. Ger dixwazin van deran bi nasnameya xwe ya kurd û elewî, dîsa bi nasnameya xwe ya ereb ûeElewî û bi nasnameya xwe ya misilman ku gelên misilman lê dijîn ji nû ve ava bikin, divê ji bo vê têbikoşin û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin. Ji bo ku gel van axên qedîm bi hişmendiyeke welatparêzî ji nû ve bi dest bixin, divê bi rengekî seferberî tevbigere. Tenê bi vî awayî em dikarin êşa xwe sivik bikin. Di vê wateyê de teqez divê em destûr nedin zîhniyeta dewleta faşîst, qirker a AKP-MHP’ê ku hesaban li ser gelên herêmê bike, bi hîle û derewên xwe gel bixapîne.”

‘Divê kes rê nede ku kes ol ê bike amûrek siyasî’

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê destnîşan kir ku, desthilatdariya AKP-MHP’ê baweriya mislimantiyê kiriye amûrê siyaseta xwe û wiha berdewam kir, “Îslama Demokratîk tê wateya ku misilmanên kurd û misilmanên tirk an jî misilman bêyî ku tu ferqeke neteweyî û zimanî di navbera civakan de çêbike di şert û mercên wekhev de cih bigirin. Îslama Demokratîk di eslê xwe de oleke ku cûdahiyên civakî nas dike û li dijî çînên ku bi îstîsmar û yekdestdariyê hatine pêşxistin e. Ola îslamê bi cewhera xwe ya wekhevîxwaz hemû mirovan wek hev dibîne. Têgihîştina îslamê wekheviyê prensîb û exlaqî ye û cûdahiyan red nake. Naskirina mafên jin û zarokan û nêzîkatiya li ser esasê rêzgirtina ji tecrûbe û rizgariya kal û pîran, yek ji taybetmendiyên herî bingehîn ên qada Îslama Demokratîk e. Îslama demokratîk ne li dijî beşdarbûna jinan ya li nav civakê, qada aborî, siyasî, bi kurtasî li her beşê jiyanê ye. Ya ku jin ji jiyana siyasî, civakî û aborî ya civakê tê derxistin û mehkûmî çar dîwaran tê kirin, rewş û pêkanîneke desthilatdarî ye, ne ola îslamê ye. Di vê wateyê de Îslama Demokratîk nêzîkatiya çareseriya hemû pirsgirêkên civakî li ser esasê edaletê weke prensîba bingehîn dibîne.

Di vê wateyê de têkiliya ol bi siyaseta demokratîk re heye. Ev girêdan divê li gorî esasê îslama çandî dûrî desthilatdariyê be. Pejirandin û piştgirîkirina jiyana azad û yekîtiyê ya hemû bawerî û civakên etnîkî, dîtina cihêrengiyê weke dewlemendiyek, ji bo pêşxistina exlaqê siyasî û azadkirina civakê gelekî girîng e. Rastnaskirina dîroka olên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî dîroka îslamê û li ser van rastiyan pêşxistina bersivan divê li dijî kesên ku olê îstismar dikin qada herî bingehîn a têkoşînê bê dîtin. Di vê wateyê de teqez e ku kurd di warê zîhniyeta xwe ya olî de guhertin û veguhertinên demokratîk çêkirine. Nirxandin û analîzên Rêbertiya Partiya me li ser vê yekê bandor dike. Tê zanîn ku nêrînên Rêbertiya me ku ji salên 90’î ve hatine pêşxistin û bi paradîgmaya nû hatiye zelalkirin, ji aliyê gelê kurd ve hatiye dîtin û di Rojhilata Navîn û civakên cihanê de bi taybetî di civaka kurd de geşedanên berçav û nayên înkarkirin pêk hatiye.”

‘Her kesê ku azadî û wekheviyê dixwazin li dora Partiya Çepên Kesk bibin yek’

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê da xûyakirin ku, desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava 20 salan de di polîtîkayên xwe yên qirkirin û faşîzmê de derketiye asta herî jor û ev tişt hate gotin, “Civaka Tirkiyeyê û rastiya gelên Tirkiyeyê êdî ne di pozîsyonê de ye ku destekê bide rejîma AKP-MHP’ê. Tiştên ku di qadên aborî, siyasî û leşkerî de hatine jiyîn sîstema rêveberiya Tirkiyeyê ber bi xitimandinê ve bir. Faktora herî mezin a pirsgirêkên civakî yên dewleta tirk pirsgirêkên aborî yên gelan e. Pirsgirêkên aborî bi kirîn û hilberîna gule, top û her cûre çekên kîmyewî ji aliyê rêveberiya dewletê ve tê ravekirin. Bifikirin welatek ku îddîa dike ku bi demokrasî û komarê tê rêvebirin, lê mirovên li wî welatî dijîn di rewşekê de ne ku xwarinê ji çopê kom bikin. Ciwan bêkar dimînin, rêveberiyên bajaran ên hilbijartî tên dîlgirtin, şaredarî ji hêla qeyûman ve tên desteserkirin.

Di serî de faşîzma Erdogan û Bahçelî li hemberî gelê kurd û têkoşîna PKK’ê neçar ma ku paşve gav bavêje. Paradîgmaya netewa demokratîk a ku Rêbertiya me li dijî yekperestiya ku ji aliyê dewletê ve hatiye ferzkirin pêşxist, birînên gelên Rojhilata Navîn derman kir. Di pêşengiya tevgera PKK’ê û Rêbertiya wê de li Rojhilata Navîn li ser çareseriya pirsgirêkên civak, gelan û komên baweriyên cuda geşedanên bingehîn pêk hatin. Bi dayîna berdêlên mezin jî destkeftiyên mezin hatin afirandin. Bêgûman gel, komên olî, kedkar, jin û ciwanên li Tirkiyeyê dijîn nîşan didin ku amade ne dawî li desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bînin. Ji bo têkoşîna demokrasiyê pir girîng û pêwîst e ku piraniya elewiyan mîna ku li dora Partiya Çepên Kesk bûne yek tevbigerin. Ji bo vê jî divê elewî geşedanên li Tirkiye û Kurdistanê bişopînin, bibin hêza ku rasterast bandorê li geşedanên ku tên jiyîn bikin û bibin mijara têkoşîna Demokrasî û Azadiya Baweriyê.

Li hemberî êrîşên dijwar divê elewî nîqaş, têkilî, tifaq û xetên xwe yên têkoşînê li gorî vê diyar bikin. Partiya Çepên Kesk partiyeke ku gel û baweriyên cûda, jin û ciwan dikarin xwe tê de îfade bikin. Rûyê herî vekirî yê rejîma qirker û faşîst a AKP-MHP’ê ya van 20 salên dawî, jinperestî ye. Bi taybetî di van 20 salan de zêdebûna tundî, qetlîamên jinan, kuştin, meylên şerê taybet ên pir qirêj û psîkolojîk, polîtîkayên dûrxistina jinê ji jiyana civakî qat bi qat hatin jiyîn. Zayendperestiya ku di malbatê de, li kargehê, bi kurtî li her derê jiyana civakî tê ferzkirin û zindî tê hiştin, gihiştiye wê astê ku qadên jiyanê û xebatê yên jinan teng bike û jinê tenê ji bo xizmetên malê weke maliyet dibîne. Di vê wateyê de divê jin di nava Partiya Çepên Kesk de li dijî pergala zilamsalar, mêtinger, zilamê serdest têbikoşin.”

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê diyar kir ku gelê kurd û gelên li Tirkiyeyê ketine serdemeke ku wê geşedanên gelekî girîng rû bidin û ev yek hate gotin, “Ev pêvajo wê çawa pêş bikevin di destê me de ye. Civak tora têkiliyan e ku mirovan zindî dihêle, mezin dike, pêş dixe û wan hevpar dike. Dema ku em di vê wateyê de lê dinêrin, divê em li dijî pergala ku ji bo belavbûn û ji holê rakirina civakîbûna me dixebite, di nava têkoşîneke xurt de bin. Gelê hêja ya Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê, jin, ciwan, kedkar, em careke din dixwazin bêjin ku em li ber deriyê ku çarenûsa Tirkiyeyê, gelên li Tirkiyeyê dijîn û hemû civakê diyar bibe, ne. Ji bo em hesabê ji desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku dijmintiya jin, ciwan, demokrasî, maf, hiqûq, edalet, ol, ziman û çandê dike, fersendeke dîrokî heye. Derfeta me heye ku em ji ber zilma ku wan kirine, êşên ku li civakê kirine, neheqî, bêhiqûqî, dizî û neheqiyên wan hesab bipirsin. Em bang li hemû pêkhateyên civakî yên li Tirkiyeyê dijîn dikin ku ji vê şansê sûd werbigirin û desthilatdariya AKP-MHP’ê heta hetayê têk bibin.

Em dixwazin bînin bîra we, hemû gelê Tirkiyeyê û bi taybetî kurd, komên baweriyên cûda, jin, kedkar, ciwan û karker bi kurtasî hemû beşên civakî, ji bo Tirkiyeya demokratîk, civaka demokratîk, jiyana demokratîk, makezagona demokratîk, komara demokratîk û ji bo paradîgmaya netewa demokratîk bi jiyanî be, divê her dem di nava têkoşînê de bin. Em dixwazin bînin ziman ku rêya rizgariyê, azadiya gelan, baweriyan û parastina cûdahiyên wan û temînkirina jiyaneke adil di vê re derbas dibe. Di vê wateyê de em bang li gel û hemû pêkhateyên civakî dikin ku zêdetir xwedî li Rêber Apo derkevin. Em bang li her kesî dikin ku sibeha 15’ê Gulanê bi kelecana jiyanek azad û wekhev, mafên demokratîk û daxwazên wan cidî bên girtin, ewlehiya jin misoger be, zarok û ciwan karibin bi zimanên xwe biaxivin û perwerdeyê bibînin û çandên xwe bi awayekî zelal bijîn li dora Partiya Çepên Kesk bibin yek.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar