Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Her ku têk diçin nirxên pîroz îstîsmar dikin

AKP di nav xetereyên mezin de ye. Her kes behsa qeyrana aborî dike, lê belê niha qeyrana herî mezin, qeyrana rêveberiya Tirkiyeyê ye. Her wiha AKP di nav krîzeke mezin de ye.

Roja ku AKP li hemberî civakê şer da destpêkirin ket rêya Çîller û muktedîrên pergalê, wê demê pêvajoya têkçûna AKP’ê jî dest pê kir. Lewma AKP, ji bo ku cardin bi ser bikeve, cardin civaka Tirkiyeyê bixapîne, serî li her rê û rêbazan dide. Her tiştî ji xwe re rewa û mubah dibîne. Tu pîvan nehiştin. Di destpêkê de heya niha heqaretê li nirxên gelê kurd kirin. Di serî de kurdan û hemû beşên civakê wekî terorîst îlan kirin. Pîvaz û kartol ji xezeba wan para xwe girt. Esnaf û çerçî li ber bayên wan ketin.

Ev êrîşkariya AKP’ê nirxên civakî dirizîne. Lê kî çi dike di heman demê de bi xwe dike. Ev êrîşkariya AKP’ê zirarê dide AKP’ê jî. AKP êdî hêzeke rewa nîne. Tu polîtîkayên wê, bi ser nakevin, tu giraniya gotina wê nemaye. Lewma wekî nexweşekê li ber sekeratê hewl dide ku emrê xwe dirêj bike. Ji bo vê yekê jî kengî dikeve tengasiyê nirxên pîroz bi kar tîne. Em baş dizanin ku ev reflekseke desthilatdaran e ku ji bo têk neçin, her tiştî li ser xwe ferz dibînin û îstîsmar dikin.

Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de qad bi qad, Qurana pîroz derxistin hejandin û ji mirovan deng xwestin. Di dema serhildana Geziyê de derewa ‘li mizgeftê eraq vexwarin’ li hev anîn. Di dema hilweşandina bajaran de hem bi xwe mizgeftan bombebaran kirin û hem jî ev yek avêtin stûyê hêza dijberê xwe. Niha jî dixwazin ku bi derewa ‘Li Taksîmê jinan ezan protesto kirin’ civakê bixapînin.

Derewkarî û bikaranîna nirxên civakî û nirxên pîroz kodên desthilatdariyê ye. 40 sal e derewên ku pê gelê kurd reş kirin nema. 40 sal e kî ji bo kurdan têdikoşe dibêjin ‘ermenî’ ye, dibêjin ‘bêsinet’ e, dibêjin ‘bazariya esrarê dikin’ û her wekî din. Îktîdara niha van derewan bi bandortir bi kar tînin, ji ber ku li ser bikaranîna nirxên pîroz îhtisas kiriye. Di vê warê de pispor in. Rojekê dibêjin Kurdistan, roja din dibêjin ‘Kurdistan tune ye.’ Lewma ev yek ji bo wan bûye rêbazeke xweîfadekirinê.

Bi van derevan, bi xapandin û îstîsmarê, tu tişt naçe serî. Heya niha tu derewkariyeke bi wî rengî jî bi ser neket û dê nekeve jî. Derewên wan çiqas mezin bin têkçûna wan ewqas nêzik e.  Têkçûna wan çiqas nêzik dibe ewqas zêde nirxên pîroz wekî amûran bi kar tînin. Tu tiştek nebe jî dê ev nirxên pîroz xenîmî yên ku wî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin be. Di vê dinyayê de jî di dinyaye din de jî cihê wan derdorên ku nirxên pîroz bi kar tînin tune ye. Joseph Goebbelsê li gel hemû avantaja desthilatdariyê bi ser neket, ev jî dê tu carî bi ser nekevin.

31’ê Adarê roja hesabê nêzik dibe û dê civaka Tirkiyeyê ji bo baweriyeke azad jî dengê xwe bi kar bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar