“…Dema roj diçe ava tîrêjên wê yên dawî, rêyek nîşanî min dan ku ez vê nameyê binivîsim. Dengê pelên daran ên payîzê ku di bin lingên mirov de dikin qirçînî, bang li min dikin û dibêjin ‘dev jê berde bila biweşin’. Ev dema ku ez tê de me, nîşana rêya azadiyê ye. Ez tu carî ji mirinê netirsiyam. Ez germahiya mirinê hîs dikim û nas dikim. Ji ber ku mirin hevalê min ê herî kevn e.
Ez yek ji dergûşên mirovahiyê Kirmanşanê hatim dinê û min li wir dest bi jiyanê kir. Min li vir zilm û pergalê hîs kir. Ji ber vê ez li gelek rêyan geriyam da ku ji vê rewşê derkevim. Lê mixabin hemû rê li pêşiya min hatibûn girtin. Ez ji hebûn û nasnameya xwe bê par mabûm. Ji ber wî ez bûm gerîlayê Kurdistanê.
Ez tu caran ji cihê ji dayik bûme qut nebûm. Carekê ji bo serdanê çûm cih û warê xwe, lê ez hatim girtin. Ji ber îşkenceya hovane ya li min hat kirin û helwesta li hemberî min, min fêm kir ku dawiya vê yekê mirin e. Piştî vê îşkenceya giran û rewşa tecrîdê ya ez tê de mam, 10 sal cezayê girtîgehê li min hat birîn.
Lê dozgeriya bajarê Sineyê ev ceza veguherand darvekirina min. Di hevdîtina min a dawî ya bi dozgerê Sine re, ew li xwe mukir hat û got ceza ne qanunî ye siyasî ye û ew ê vî cezayê bicih bînin. Wê demê min jî fêm kir ku ceza siyasî ye.
Eger desthilatdar difikirin ku bi kuştina min wê pirsgirêka kurd û Kurdistanê ji holê were rakirin, ev xeyaleke pûç e. Ew ê tu carî bi mirina min û ya hezaran ciwanên weke min nikaribin bigihêjin armancên xwe. Ji ber ku her mirinek jiyaneke nû bi xwe re tîne…”
Wek Leyla Qasim
Îhsan Fetahyan yek ji wan ciwanên kurdan bû ku di 11’ê Mijdara 2009’an de ji aliyê Rejîma Îranê ve ku li cîhanê wek welatê sêdaran tê pênasekirin, hat darvekirin.
Fetahyan jî wek Leyla Qasim li rûyê dijminê xwe got ‘min bikujin lê vê rastiyê jî ji bîr nekin dê bi mirina min bi hezaran kurd hişyar bibin’. Fetahyan ji ber ku rastiya gelê xwe zanibû di nameya xwe ya beriya darvekirinê de got ‘her mirinek jiyaneke nû bi xwe re tîne…’
Bi hezaran şopdarên Fetahyan
Li çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran ciwanên ku li pey jiyaneke azad û wekhev dimeşin ji aliyê desthilatdaran ve yan tên darvekirin an jî bi şiklekî hovane tên kuştin.
Lê tevî hemû êrîş û kuştinan jî îro bi hezaran ciwanên kurd li ser rêya Îhsan Îsmaîl Fetahyan û bi hezara ciwanên din li rastiya xwe digerin.
Niha bi hezaran ardilên Fetahiyan li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkerî û îxanetê li ber xwe didin û bi fedakirina canê xwe jiyaneke nû diafirîni.
Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê