Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Her qada jiyanê bi rengê neteweyî bixemilînin

KNK'ê li dijî êrîşên nijadperest ên li ser çand û zimanê Kurdî bang li gelê lurd kir ku her mal, wargeh û qada jiyanê bi rengê neteweyî bixemîline.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşên nijadperestî yên dewleta tirk ên li ser nirxên gelê Kurd daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Kuştin, qirkirin û talanên dewleta faşîst ku bi salan e anîne serê kurdan ne bes in êdî li hemberî dîlana ciwan kurd jî xwe ranagirin, wan diavêje zindanan. Nivîs, sembol û nîşaneyên bi kurdî yên ji aliyê şaredariyên bakurê Kurdistanê ve yên li ser rê û kolanan hatine nivîsandin radike. Ji xwe berê jî nivîsên kurdî yên li ser kêlên cangoriyan hatin nivîsandin rakiribûn û posterê Ehmedê Xanî şikandibûn, gelek tawanên din jî kiribûn.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Eger wiha dewam bike û li hember vê neteweya kurd bêdeng bimîne, wê planên nijadperestiyê berfirehtir bin û heta wê kal û pîrên me jî ji ber nezanîna zimanê tirkî ceza bikin. Ev destpêka pêleke nû ya faşîzm û nijadperestiyê ye. Komara faşist a Tirkiyê dixwaze destketiyên têkoşîna me ya 100 salan tine bike. Lewra baş dizane gelê kurd di Rojhilata Navîn de neteweyeke kevnar û resen e, her tim jî li ser axa xwe jiyaye û xwediyê dîroka hezarê salan e. Ji ber wê dixwaze bi kiryarên nijadperestî bîrdank û heyî û samana neteweyî yên kurdan, çand, huner, wêje û dîroka wan ji holê rake.

Her netewe bi ziman, wêje, çand û hunera xwe li ser piyan dimîne. Eger ev yek tine bibin bê guman wê ew netewe jî hêdî hêdî tine dibe û ji hofka dîrokê radibe.

Vê komara faşîst ev zêdetirî 100 sal in gelek komkujî bi serê me kurdan de anîne, lê divê em bizanin komkujiya herî giran bişaftin û asîmîlekirina gelê kurd û gelên xeyre tirk, tinekirina nirxên wan yên neteweyî û mirovî ne. Ji bo şikandin û lawazkirina nijadperestiyê, di serî de saziyên kurdî, rewşenbîr û siyasetmedar divê gelê kurd û Kurdistan bi tevayî li hemberî van kiryar û êrîşên dewleta nijadperest helwesta xwe ya netewparêzî nîşan bidin û her mal, wargeh û qada jiyanê bi çand, huner, wêje, folklor û dîlanên gelerî bixemilîne û rihê neteweyî xurttir bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar