Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Her roj dizî û gendeliyek din a PDK’ê kifş dibe!

PDK û malbata Barzanî ku serweriyê li Başûr dike, diyar dikin ku dahata Başûr ji aliyê Bexdayê ve li gorî pêwîst nayê, ji bo wê heqdesta karmend û pêşmergeyan nadin. Lê belê li aliyê din bi kampanya û şexsî, serwertên xwe zêde dikin

Her roja diçe dizî, gendelî û nelirêtiya PDK’ê û Binemala Barzanî kifş dibin. PDK û malbata Barzanî ku xwe ji hemû başûrê Kurdistanê berpirs dibîne, dewlemendiya Başûr a sererd û bin erdê talan dike.

Dema em li rewşa başûrê Kurdistanê dinêrin, dibînin ku krîzeke aborî heye û dîsa xebatên ji bo xizmetguzariyê hema beje nîne. Welatî ji birsa û nebûna xizmetguzariyê, avê, gaza xwezayî û sotemenî ev demeke li qadan in. Li aliyê din karmend, mamoste, polîs, xwendekar li kolanan daxwaza xizmetguzariyê dikin. Pêşmerge û kermend heqê wan nîvço tê dayîn.

Li aliyê din em dibînin kes û şirketên ser navê PDK’ê û binemala Barzanî dewlemendiya xwe zêde dikin. Dewlemendiya xaka Kurdistanê didizin, heqê gel jê digirin û bi heqekî zêde difiroşe wan.

Têkildarî dizî û talana malbata Barzanî û PDK’ê Bwar News raportek berfireh parve kir. Li gorî wê di dema Mesrûr Barzanî hat ser wezîfeyê, zevî û erdên li derdora Hewlêr hatine kirîn û bi navê Koma Lalav dest bi çêkirina xanî û avahiyên mezin kirine.

PDK û rayedarên Barzanî di bin navê Dezgeha Medyaya a Zagros, Kurdistan TV, Liqa 2 a Partiya Demokratîk a Kurdistan û Mekteba Siyasî bi vî erkî radibin. Vî karî jî ji bo bê nixûmandin bi rêya Grup Lalav dike.

Grup Lalav yek ji kampanyayên herî mezin e ku piştî avakirina Kabîneya 9’an a Herêma Kurdistanê ku serokatiya wê Mesrûr Barzanî dike, hatiye avakirin. Berpirsê wê jî Hecî Çolî ye ku ji bajarê Dihokê ye.

Grup Lalav bi rêbazên ne yasayî, avahî û projeyên nîvço mayî, dîsa destûr ji bo wan nehatî dayîn, dikire û bi alîkariya rayedarên PDK’ê van projeyan nîvço mayî, dewam dike. Grup Lalav jî bê ku şêwazê nîştecêbûna bajarvanî li ber çav bigire, bi rengê sîte, apartman ava dike, dîsa rê û rêban, park û baxçeyan li gorî şaristaniyê li ber çav nagirin.

PDK a ku bi Gurp Lalav re di nava şirîkatiyê de ye, ji bo ev herêm weke herêmên jiyanî bên nasîn, bê hiqûqî tev digire û ji Gurp Lalav bi milyonan dolar bertîl digire.

Hinek ji karên Grup Lavan ên li Hewlêrê dike, wiha ne;

Projeya Dika Viyo: Li ser rûberekî 20 hezar çargoşeyî pêk hatiye ji 2 hezar û 400 avahî pêk tê. Ev herêm ji aliyê Wezareta Şaristaniyê ve bi hinceta Dezgeha Televîzyona Kurdistan Tv ye û nêzî Parka Samî Evdirehman e hatiye pêşkêşkirin.

Projeya Var Park: Ew jî rex Meclisa Serkirdayetî ya PDK a Hewlêrê ye, bi navê Mekteba Siyasî ya PDK tê zanîn. Proje ji 2 hezar û 800 avahiyan pêk tê.

Lalav Aîr Port: Ciheke dikeve nêzî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêr, proje jî weke Liqa 2 a PDK’ê tê nasîn. Beşa yekem a projeye ji hezar û 100 avahiyan pêk tê. Hîn jî kar berdewam e.

Lalav Babliyon: Proje li ser ji rûberekî 600 donim erd pêk tê. Ciheke bazirganiyê ya herî mezin a Rojhilata Navîn tê çêkirin. Dîsa gelek avahî û vîlayên ji bo rûniştinê jî tê çêkirin. Dîsa qada lîstikên cuda. Navê projeyê jî weke Stêrk Grup hatiye lêkirin.

Vînos Tawer: Projeyeke ya nîştecêbûnê ye û di qonaxa yekem de hezar û 200 avahî tê çêkirin. Ev der nêzî Hewlêra nû ye.

Lalav Star Tawer: Ev herêm dikeve nêwan Taxa Wezîran a pêşberî Şarê Xewnan ku 5 kîlometre ji Balafirxaneya Hewlêr û Parka Samî Evdirehman dûr e. Li gorî hiqûqê nabe ku ev herêm bê firotin. Li vê derê her metreyek erd bi nirxê 1300 heta 1500 dolarê amerîkî hatiye firotin.

Projeya Wayvî Evîno: Li ser rûberekî 9 hezar û 600 metre çargoşeyî hatiye avakirin. Li ser rêya 100 metrî nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêr û Parka Samî Evdirehman. Destpêkê bi navê Televîzyona Rûdawê hat girtin, lê li gel Kabîneya 9’an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê proje ji bo Grup Lalav hat firotin.

Dîsa li gorî agahiyên Bwar Newsê parve kirî, qada lîstika futbolê ya 6 û 11 kesî ku di 17 salên desthilatê de li sînorên bajarê Hewlêrê ku bi navê Yekitiya Lawan a PDK’ê hatine avakirin, bi rêya karsazên PDK’î tê plankirin ku beşek ji van qadên futbolê bikin cihên nîştecihbûnê.

Balkêş e ku bi erk girtina Mesrûr Barzanî ya ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sozên ku wê guherîn û veguherînên xizmetê ji bo hemû başûrê Kurdistanê bike, lê derket holê ku piranî projeyên hatine kirin li Hewlêr û Dihokê ne. Ev herêm jî piranî di bin serweriya PDK’ê de ne.

Cara yekemîn di sala 2018’an de bi standina 2 vîlayên ku li ser navê Heval Doskî yê xebatkarê malbata Barzanî ji nîqaşê re hat vekirin.

Herî dawî mijara mal û milkên malbata Barzanî bi lêkolîna ku rojnamegerê amerîkî Zack Kopplîn bi belgeyan parve kir, di rojevê de hê germ cihê xwe digire. Rojnameger Kopplîn, destpêkê peymanên di navbera şirketa leşkerî ya taybet a Amerîkayê û şîrketên Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El Malikî de derxist holê. Li ser vê têkiliyê xwe gihand peymanên di navbera şîrketên leşkerî yên Amerîka û malbata Barzanî de. Kopplîn piştî xebata 6 mehan a li ser rapora malbata Barzanî parve kir. Li gor vê raporê 4 xanûmanên malbata Barzanî ku bihayê wan bi 75 milyon dolar in li Amerîkayê hene.

Bi belgeyan piştrast bû ku Muksî Barzanî li Mîamiyê bi bihayê 18.3 milyon dolarî dermanxaneyeke standiye. Her wiha 4 şîrketên mezin ên malbata Barzanî li Amerîkayê hene. Kopplîn li ser van daneyan diyar dike ku ev mal û milkên ku êdî tên zanîn tenê parçeyeke ji serweta malbata Barzanî ye.

Li Kalîforniya, Beverly Hillsê 2 qesrên malbata Barzanî hene. Li Virginia xanûmanek wan heye. Niha jî li Mîamiyê derxanxaneyek wan a 12 hezar metre derket holê. Ev mal û milkên malbata Barzanî tenê yên derketiye holê ye. Tê diyarkirin ku li Amerîkayê bi sedan şirketên paravan li ser navê Barzaniyan kar dikin û vê sextekariya wan dinixûmînin.

Bi derketina van re li gor daneyên emlakên li Dûbaî tê îdiakirin ku li Dubaiyê jî mal û milken malbata Barzanî ji yên Amerîkayê qat bi qat zêdetir hene.

Berî niha jî Endama Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Şayan Eskerî jî bal kişandibû ser gendeliya PDK dike û diyar kiribû ku projeyên giştî ji aliyê şesxî ve tê desteserkirin û wiha gotibû: “Zanîngeha Kurdistan û nexweşxaneya Santî Life û Senterî Medya bi pereyên giştî hatine çêkirin lê kirine malê şexsî. Wezareta Darayî sala 2006’an 6 milyon dolar ji bo çêkirina wê xerc kiriye.”

Serokê Berê yê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamantoya Başûrê Kurdistanê siyasetmedar Soran Seîd, ji ANHA’yê re gotibû: “Hikûmeta başûrê Kurdistanê di rêvebirina jiyana 5 milyon kurd de bin ketiye, rojane 500 hezar bermîlên petrolê difiroşe, di navbera 2014-2020’î de hikûmetê ji ber nedana mûçeyên karmendan 19 milyar dolar deyndarê karmendan e, di encama vê yekê de rewşa debarê pir xirab bûye.”

Berî niha di rojnameyeke Tirkiyeyê hatibû aşkerakirin ku 55 milyar dolar serweta Malbata Barzanî ya şexsî heye. Hatibû ragihandin ku ji Tirkiyeyê bigire heta Misir, Yekitiya Emîrtiyên Ereban û heta Qibris û Îngilistanê şirketên wan hene.

Dema mirov li jor dinêre, tabloyeke pir ecêb derdikeve pêşiya me. Desthilata PDK’ê ku diyar dike, para dahata neft û petrolê, dîsa deriyên sînor ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve nayê, ji bo wê heqdesta karmend û pêşmergeyan nîvço didin, lê li aliyê din xwedî şirket, kampanya serwertên xwe li ser hev zêde dikin.

Gel hejar e, feqîr e; roj heye nan nîne bixwe. Li aliyê din hinek li ser rêya koçberiyê li Peravên Deryaya Spî û yewnan, di avê de difetisin, hinek jî li ber lêhî û baranê ya li Hewlêr difetisin. Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar