Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Her roj komkujî

Li Tirkiyeyê her roj komkujî heye. Her rojê zêdeyî 250 kes bi vîrûsa corona dimirin. Tenê di 15’ê nîsanê de 297, di 14’ê nîsanê de 279 û di 13’ê nîsanê de jî 273 kes mirin. Di hefteya dawî de hezar û 790 kes bi vîrûsa Covît-19 mirin. Heta niha li Tirkiyeyê 35 hezar û 31 kes bi vîrûsa corona mirin. 4 milyon û 86 hezar û 957 kes jî bi vîrûsa corona ketin. Ev tenê li Tirkiyeyê ye. Lê li welatê cîhanê jî ew qas zêde ye. Gelo em çiqas li dijî vê komkujiyê bi bertek in? Gelo hikûmet ciqas tedbîrên zanistî digire? Çiqas cîddî digire?

Tişta herî dilêş êdî ev komkujî bûye wekî perçeyek jiyana mirov. Gelek jê wekî qeder pênase dikin. Êdî mirina bi vîrûsê pir asayî tê dîtin. Li dijî belavbûna vê vîrûsê tu bertek jî tune ye. Li dijî mirina ew qas mirovan êdî tu kes dengê xwe jî nake. Lê dema mirov li daneyan dinêre her roj komkujî heye. Her roj zêdeyî 250 mirov bi vîrûsa corona jiyana xwe ji dest didin. Her hefteyê bi hezaran mirov bi vê şewbê dimirin. Her çend derziya dermanê vê vîrûsê dîtibin jî, lê hêj tu mîsogeriya vê derziyê ya li dijî vîrûsê tune ye. Eger hikûmet û dewlet tedbîran bigirin dikarin rê li pêş vê şewbê bigirin.

Rê û rêbazên tedbîran diyar in. Ku îlacê vê şewbê tunebe jî dikarin bi tevdîran rê li pêş belavkirina vê şewbê bigirin.

Ku dewlet û hikûmet alîkariya aborî bidin welatiyên xwe û tenê 15 rojan ango nîv mehê hemû welatiyên xwe têxe qarantînayê, dê ev vîrûs carek din belav nebe. Eger hemû welatî di nava piştevaniyê de bin û li dijî vê komkujiyê zextan li hikûmetê bikin dê vîrûs biqede. Li gorî lêkolînên zanistî ev vîrûs emrê wê 14 roj in. Karantîna berê 14 roj bûn. Lê niha rojên karantînayê daxistine 10 rojan. Ku hikûmet û dewlet 15 rojan alîkariya zexire û aboriyê bide welatiyan, dê rê li pêş vê şewbê bê belavkirin. Ku armanca dewlet û hikûmetê rê li pêşî girtina vîrûsê be, hikûmet bi rastî û ji dil bixwaze rê li pêş vê şewbê bigire dikare bigire.

Lê armanc û feraseta hikûmet û dewletê ne çareserî ye. Eger armanca hikûmetê çareserî bûya dê daneyên rast bi raya giştî re parve kiribûna. Dê ji bo tedbîran pêşniyar û fikrên hemû xizmetkarên tenduristiyê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî bigirta. Bi qedexeya hefteyê 2 rojan dawî li vîrûsê naye. Ji bo hin kesan qedexe û ji bo hin kesan serbest jî nabe çareserî. Bi nêrîna welatiyan a wekî qederê jî dawî li vê komkujiyê naye. Her roj bi sedan kes bi vîrûsê dimirin. Eger em vê wekî komkujî qebûl bikin û li dijî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin, wê demê em ê karibin rê li pêş vê vîrûsa covîd-19 bigirin.

Nûçeyên Têkildar