Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...
Cumartesi - 29 Haziran 2024

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Her roj li her derê çalakî

Kurd li her derê di nava çalakî û berxwedanê de ne. Li Ewropa nêzî salekê ye ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û statuya gelê kurd çalakiyên girseyî pêk tînin. Meş û mîtîngan li dar dixin. Daxuyaniyan didin çapemeniyê. Balê dikişînin ser mafê xwe yê rewa. Li Bakur dayik bi mehan Nobeta Edaletê girtin. Niha li pêş girtîgehan çalakiyên Nobeta Edaletê digirin. Li pêş girtîgehan û şaredariyan çalakiyan li dar dixin. Dayik nobeta girtiyên siyasî li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê ji 27’ê mijdara 2023’yan de çalakiyan li dar dixin. Dixwazin tecrîda li Îmraliyê û hemû girtîgehan bi dawî bibe. Azadiya Rêberê Gelê Kurd dixwazin. Li herêma parastina Medyayê de şervanên kurd her roj li dijî şerê tunekirinê çalakiyan li dar dixin. Çima? Ji ber ku dewletên girêdayî NATO’yê li ser serê kurdan bûye yek. Hem êrîşî hebûna gelê kurd dikin û hem jî êrîşî axa Kurdistanê dikin. Çima?… Hem Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan tecrîd dikin, hem ji kurdan di axa wan û welatê wan de tecrîd dikin. Çima? Şerê taybet li ser kurdan dimeşînin, kurdan koçber dikin, fêrî tiryak û fihûşê dikin. Çima? Gelek êrîşên înkar, îmha bişaftinê pêş dixin. Gelek pirsên “Çima” hene. Dema em li bersiva çima? Bigerin em dikarin çend xalan rêz bikin.

Bi destê NATO’yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal berê bi komploya navdewletî radestî Tirkiyeyê kirin. Xwestin kurd, tirk û ereban bînin beramberî hev. Bi vê yekê xwest Rojhilata Navîn bikin qada şer. Ji ber ku şerê li Rojhilata Navîn bêtir kêrî NATO’yê tê. NATO bi şerê li herêmê bêtir xwe bi hêz û serwer dike. Bêtir xwe xurt û qesm dike. Lê li dijî vê yekê Rêber Abdullah Ocalan paradigmaya nû pêş xist û din ava gelê kurd, tirk û ereban de rêya yekîtiyê  vekir. Bi Neteweya Demokratîk, Rêveberiya Demokratîk modelek nû ava kir. Gelên kurd, tirk, ereb û yên din bûn yek û politikaya komplo pûç kirin. Li dijî vê yekê vê carê NATO bi destê Tirkiyeyê tecrîdê pêş dixe. Dixwaze gelên ku bi fikra Rêber Ocalan xwe ronî û bi rêxistin dikin, di tariyê de bimînin û belav bibin.

NATO bi polîtîkayên ku berdewama kamplo û tecrîdê ye, şerekî bê sînor û qural li ser şervanê kurd dimeşîne. Bi destê Tirkiyeyê bi tang, top, SÎHA, ÎHA, F-16 û çekên kîmyewî êrîşî şervanên kurd û çiyayên Kurdistanê dike. Ji 2018’an heta niha 6 sal in şervanên kurd tevî hemû bêqûraliyên şer û çekên qedexe bi lehengî li ber xwe dide. Şerekî pir dijwar û lehengiyek fedaî pêş dixe.

Dewleta ku pişta xwe bi SÎHA û ÎHA dikute, digot ‘Êdî em ê biqedînin’. Lê şervanên kurd hem bi teknîka pêş xist û hem jî bi şerê fedaî rê li pêşiya van SÎHA’yan jî girt û bi dehan SÎHA daxistin xwarê. Pergala dewletê ya hewayî jî têk birin. Artêşa tirk di çarçoveya konsepta ‘Plana têkbirinê’ de di nava 3 sal û 4 mehan de 5 hezar û 45 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşî şervanên kurd kir. Ligel şerê bêsinc jî artêş dîsa darbeyên giran dixwe. Bi sedan leşkerên tirk hatin kuştin. Bi dehan SÎHA hatin hixtin. Lê medya tirk ev rastî ji gelê xwe veşart. Tirkiye têkçûna xwe ya li çiyayê Metîna Zap û Avaşînê ji gelê tirk û gelê cîhanê veşart.

Êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji ber ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pergalek nû pêş dikeve. Ev pergala jiyana wekhev, azad û demokratîk e. Ev pergal ji bo hemû gelên cîhanê dibe mînaka jiyana aram. Ji ber vê yekê ye di şexsê NATO’yê de Tirkiye êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike. Naxwaze paradîgmaya Xweseriya Demokratîk û Rêveberiya Demokratîk pêş bikeve. Ji ber ku ev jî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Lê êdî gelê cîhanê modela Rojava ji bo xwe dike mînak.

Dewlet qeyûman tayînî şaredariyên bajarên bakurê Kurdistanê dike. Ji ber ku şaredariyên li bakur pergala Hevserokatiyê pêş dixin. Saziyên ku xizmeta gel dikin vedikin. Gel xwe bi rêve dibe. Gel pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin. Dewlet û modernîteya kapîtalîst vê pergalê ji bo xwe asteng dibîne û ji ber vê yekê qeyûman tayîn dike. Gelê kurd jî bi vê zanebûnê li pêş şaredariyan nobedê digire û li şaredariyan xwedî derdikevin. Lê divê ne bi sedan kesan, bi deh hezaran kes li dora şaredariyan bibin xelek û bêtir vîna xwe biparêzin û çalakiyên xwe mezintir bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar